Rewşa tenduristiya Aysel Tuğluk, travmaya Bakurê Kurdistanê û hilweşîna paradîgmayê

Rewşa tenduristiya Aysel Tuğluk, travmaya Bakurê Kurdistanê û hilweşîna paradîgmayê

Dewleta Tirk a kolonyalîst li dijî girtîyên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê siyaseteke hovîtî dimeşîne. Li girtîgehan mirovên temenê wan 80 salî di nav nivînan de têxine hûcreyan, mirov bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Aysel Tuğluk jî yek ji wan navên ku di van demên dawî de ji ber rewşa wê ya tenduristiyê ya xeter, ketiye rojevê ye.

Hat diyarkirin ku pizîşkan ji bo Aysel Tuğluk teşhîsa nexweşiya Demanis kirîye. Tiştek nayê bîra wê û bi tena serê xwe nikare pêwîstiyên xwe pêk bîne. Wek hemû girtîyan pêdivîye zirûfên jiyana Aysel Tuğluk jî bên guhertin, divê ji girtîgehê were azadkirin. Lê divê em ji xwe bipirsin gelo, “Çima Aysel Tuğluk kete vê rewşê”?

Sedema nexweşiya Aysel Tuğluk ew travmaya sîyasî ye ya ku têde jîyaye. Dema ku Aysel Tuğluk di girtîgehê de bû beşdarî merasîma cenazeyê dayîka xwe bû û komeke faşîstên Tirk  êrîşî rêûresmên cenazeyê dayîka wê kir. Tirkên faşîst dirûşmên mîna “Kurd li vir nayên definkirin, Elewî li vir nayên definkirin” avêtin û bi berz kirina alên Tirkiyeyê meşiyan. Rexmê ku cenaze sipasirtibûn axê jî lê dîsa mecbûr man cenaze derxin. Loma jî Cenaze birin Dêrsimê. Aysel Tuğluk nekarî bi cenaze yê dayîka xwe re biçe. Hevalên wê yên girtîgehê dibêjin ku Aysel ji wê rojê ve bi kesî re neaxivîye û xwe ji hemû pêwendiyên sosyal vekişandiye.

Em dikarin bibêjin travmaya Ayselê bingehê xwe ji wê şaşîya dûr û dirêj ku ew têde bû digire. Bi rastî em dikarîn bibêjin rewşa Aysel Tuğluk, prototîpa hemû Bakurê Kurdistanê ye. EV jî xala dawî ya, wê kevneşopiya siyasî a ku Aysel Tuğluk va 40 sal in tê de dîjîya.

Aysel Tuğluk û rabirdûya wê

Birayê mezin ê Aysel Tuğluk ku yek ji damezrînerên PKK ê bû, di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Birayê wê yê din gerîlayekî PKK’ê ye. Di sala 1988 an de li Dêrsimê hate girtin. Tuğluk jiyana xwe di nav PKK’ê de derbas kir. Tuğluk di salên 1990î de parêzerê Mustafa Qarasû û di sala 1999 an de jî bo parêzerê Evdila Ocelan. Ji aliyê Ocalan ve Aysel di nava siyasetê de hate aktîf kirin. Di her astê de di nava projeya Ocelan ya sala 1999an bi navê Komara Demokratîk dest pê kir û weke modela Konferalîzma Demokratîk a herî dawî hat pêşkêşkirin, ango di nava projeya Tirkkirinê de bi awayekî aktîf cih girt. Bi coş û kelecan hemû daxuyaniyên Ocelan yên îdolojîk û siyasî di parast û hemû telîmatên ku ji Îmraliyê û ji Qendîlê dihatin bi dilsozî pêk di anî. Piştgiriyek mezin da têza Ocelan ya tirkkirinê. Û Bi rastî hemû kêşeyên Ayselê jî li vir dest pê kir.

Travmaya ku Aysel Tuğluk tûş bûyî; piştî êrîşa li ser cenazeyê dayika wê despê nekirin. Belku gava ku Aysel Tuğluk travmaya Tirkan a peymana Sevrê watedar dît dest pê kir.

Travmaya peymana Sevrê travmaya kê ye?

Dema ku nivîsên “Travmaya Sevrê-Empatiya Kurdan” û “Neteweperestiya pozîtîf” ya ku Aysel Tuğluk di sala 2007 an de di rojnameya Radîkal ê de nivîsandibû, baş werin lêkolînkirin, di naveroka van nêrînan de kodên siyasî yên trawmaya ku îro Aysel tûş bûye mirov baş dibine. Aysel Tuğluk di nivîseke xwe de wiha got: “Motîfa rizgarker, remza dîrokî Mustafa Kemal û mezinahiya çalakiya wî ya dîrokî xwe nîşan daye û wê xwe hê jî nîşan bide. Mistefa Kemal mucizeye û ew nemire. Ew sitûna netewbûnê ye.  Her çiqas fikra ku kurd bigehên veqetandinê ye lê her çend ev tirsek e ku ji hêla îdolojiya fermî ve tê belav kirin jî lê mixabin di heşên civakê de ev têgeh hate afirandin. Pêwîste kurd pir vekirî û dilpak bin. Bi vê pêşîqebûlkirinê em dikarin destpêbikin: Divê bêberamber sînorên Mîsaqa Millî bên parastin û qezîya Kurd çareseriya xwe di nava van sînoran de peyda bike.”

Gomanên gelê Tirk cîh de ne

Vegotina Aysel Tuğluk ew bû, ji bo ku tirk travmaya xwe derbas bikin divê Kurd çavên xwe ji Travmaya xwe re bigire. Ango dibêje Kurdino tû zulma li te hatîkirin ji bîr bike û berdewam dike “Dagirkeriya Amerîkayê ya li Iraqê, qonaxa dawî ya pirsgirêka Kurd li Tirkiye û Iraqê bi destwerdanên emperyalîst… li gorî me, tirs û fikarên gelê Tirk bi awayekî cidî rastin û hêjayî fêmkirinê ne. Em dikarin bi hêsanî destnîşan bikin ku gelê Tirk dîsa bi rewşeke mîna xeteriya peymana Sevrê re rû bi rû ye…” Aysel xatûnê bêdudîlî Herêma Kurdistanê ku di sedsala 20an de yekane destkeft û pêkhateya Kurdan e, weke xeter nîşan dide û ji bo dewleta tirk weke zindîkirina peymana Sevrê destinîşan dike. Bidestxistina nasnameya netewa Kurd ji bo neteweyek din weke xeternak nîşan dide. Ev rewş bixwe cûrekî xwe windakirinê ye.

Bi gotineke pir sivik yên Sevrê xeternak dibinin tê wateya ku ew Lozanê diparêzin. Tuğluk di nivîsa xwe de peymana Sevrê weke xeteriyeke pirr mezin nîşan dide. Metirsiya Sevrê ji bo dagirkeran ew bû ku mafê kurdan yê xwe bi rêvebirinê hebû, û dikarîn bibin xwedî dewleta Kurdî. Lê Lozan tê wateya parçekirin û tûnekirina Netewe û miletê Kurd.

Binegehê derûnî yê parçebûna Tirk-Kurd heye an na ?

Aysel Tuğluk çavên xwe li rastîya ku Kurd miletekî bindestin û Kurdistan jî hatîye dagirkirin ê re girtîye wusa nirxandina dike. Nasnameya kurd û tirk wek hev pênase dike. Pesnê Mistefa Kemal ê ku berpirsiyarê qetlîamên kurdan yên sedsala 20 bû dide. Aysel Tuğluk bi qasî rastiya civakî ya nasnameya Tirk bîyanî ye loma jî dibêje, “Binesaziya maddî û psîkolojîk a parçekirina vî welatî bi Kurdî-Tirkî qet ava nebûye.” Lê dayika wê ji ber ku kurd û Elewî bû, li goristana Tirkan de cîh ji xwe re nedît.

Ev fikrên ku Aysel Tuğluk diparêze, sedemê tarivmaya ku ew tûşbûyê yê û têkiliya wê bi pûçbûna paradîgmayê re heye. Tuğluk di nava bêbîrîyekî mezin de dijît. Ew qet rastîya dewleta Tirk a kolonyalist, nabîne. EW kesê ku nizane ew bindeste û dewleta Tirk dagirker e dîyar dibe ku ew kes trawmayekê dijî. Travma ew e ku parçeyek ji leşe mirovî kar neke û bêwasif bimîne. Ger hûn nizanibin ku Kurdistan kolonî ye wê çaxê we bîr û hişê xwe winda kirin e.

Travmaya Bakurê Kurdistanê

Lê travmaya Aysel Tuğluk tenê bi wê re sînordar nîne. Ev travma ji ber xwe ve pêk ne hatiye. ev travma bi rastî jî travmaya gelê Bakurê Kurdistanê ye. Destipêka vê travmayê ji roja ku Evdila Ocalan anîne Tirkiyeyê ve despêkirî ye. Ji wê demê û vir ve Ocelan hewl dide bi Kurdan bide bîrkirin ku ew neteweyeke bindestin û dewleta Tirkiyê dewleteke kolonyalîst û dagirker e. Apo dixwaze hafiza Kurdan jê bibe. Bi vê armancê di girtîgehê de, bi dehan pirtûk, name, notên hevpeyvînan nivîsandine. Fehmekî we dixweze bide afirandin ku nemaze Kurd nikarin bê Tirk-Tirkiyê bijîn.

Ji bo ku mirov ji bîr bike ku Kurdistan kolonî ye, bi hezaran têgînên derew hatin xuliqandin

 Gotinên ku Aysel Tuğluk di her du nivîsên xwe yên navdar de gotine kurtîya gotinên Ocalan ên bi salan e. Aysel dibêje: “Neteweperestiya kurd û dewletbûna kurdan lîstika hêzên emperyalîst e, gelê kurd û tirk ji hev nayên veqetandin, me Mistafa Kemal xelet famkirî ye û hwd.” Ocalan ev pêşniyar xiste bernameya xwe ya siyasî û sîstemên weke Komara Demokratîk û Kongreya Demokratîk pîşnîyar dike. Li gorî van nivîsan nasnameya Kurd weke mijareke bê wate tê dîtin. Ji bo ku mesele baş were nîşandan behsa paradîgmaya azadîxwaziya demokratîk-Ekolojîk-Zayendî destnîşan dike. Belê, wekhevî, azadî, tinekirina xwezayê û pirsgirêka jinê mijarên pirr girîng ên cîhanê ne. Lê ji bo ku kurd bikarin behsa van mijara bikin, divê pêşî li nasnameya xwe xwedî derkevin. Ocalan, ji bo  bindestî bûna Kurdan bi kurdan bide jibîr kirin, têgînên jinolojî, neteweya demokratîk, A-dewlet û hwd dixe rojevê û bi hizir û bîrên Kurdan ve dilîze. Lê belê pirsgirêka Kurdan ya ji av û nan û nefese fertir, çareseriya nasnameya Kurdan a neteweyî ye.

Di şexsê Aysel Tuğluk de paradîgmaya Evdila Ocelan îflas kir

Ger em hemû Bakurê Kurdistanê negirin nav de jî, lê diyare ku girseya li dora paradîgmaya Ocalan sîyasetê dike, girseyeke trawmatîk e. Dibe ku ew çalak bin, dibe ku ew lêdanê bixwen, dibe ku ew berdêl bidin, û hwd… lê ev nikare travmaya wê girseyê veşêrin. Girseya li dora PKK’ê kombûyî hafizeya xwe winda kiriye. Di roja ku Evdila Ocelan hatî girtin de, wî got: “Dayîka min tirk e, ez neferekî başim bo dewletê, ez ê hemû kurdan bixim xizmeta dewletê de”, lê mirovan ev gotin  ji bîr kirin û naxwazin bînin bîra xwe, ew dibêjin em bawer nekin ku Apo wiha gotibe. Roja ji dayik bûna Ocelan murîdên wî axa baxçeyê mala wî dixwarin. Niviştî ji belgên dara fisteqê çêdikirin û weke ristik li stuyê xwe ve dikirin.

Wêneyên Mistefa Kemalê kujerê Kurdan dida deste dayikên 70-80 salî. Lê wê girseyê ev pirse ji PKK’ê nedikir “Gelo ma ne ev mistefa Kemal bû em qirr kirîn”

Divê ev paradîgmaya xapandin û bê hiş kirinê a Ocalan ji holê were rakirin. Têkoşîna Kurdan a dijî kolonyalîzmê dermanê hemû êşên Kurdan e. Peyv û gotinên din hemû tenê travmayê kûr dikin. Ger ku em ji dagirkerî re nebêjin tu kolonyalîstî, wê êş û travmaya ku Aysel Tuğluk tûj bûyê em jî bi komkî vebigirîn.

Pustên heman beş