Çima na ji YNKê û Bafil Talebanî re

Çima na ji YNKê û Bafil Talebanî re

Kêmtir ji du hefteyan mane ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê. Ev hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê girîng e. Kurdistan her tim xwedî rewşeke hessas û awarte bû, lê vê carê rewşa herêmî û cîhanî gelek metirsîdar e. Erdnîgariya me ne tenê di navenda şerê dagirkeran de ye, lê di heman demê de di navenda şerê cîhanê de ye jî. Ji ber vê derazînka dîrokê, di vê hilbijartinê de divê dengder vê pêvajoya aloz û hestîyar li ber çav bigirin û dengê xwe bidin.

Her kesê ku diçe ser sindoqê, divê bi taybetî li ser şerê ku tê jiyîn bifikire û neçar e ku dengê xwe bide partiya ku dikare herî kêm zirarê û herî zêde destkeftiyê ji welat re bîne, çi jê hez bike çi jê hez neke. Ew neçar e ku ji bo paşeroja xwe û zarokên xwe dengê xwe bide yê ku bi rastî dikare Kurdistanê biparêze. Partiyên wek “Newey Nuwê” ya Şasuwar Ebdulwahid partiyên ku şiyanên wan yên parastina Kurdistanê sifir in. Şasuwar bi xwe kesê yekem e ku di rewşeke aloz de dê welatî şûn xwe ve bihêle û bireve.

Lê belê, her kesê ku li paşeroja gelê xwe, welatê xwe û zarokên xwe difikire, mecbûre ku bibêje na ji YNKê û serokê wê yê nîqaşbar Bafil Talebanî re jî. Ji ber ku Bafil Talebanî di vê hilbijartinê de li ser navê Kurdan beşdar nabe. Di vê hilbijartinê de, diruşme, bername û sozên Bafil Talebanî beşek ji bernameya Îran û Heşda Şebî ne.

Bafil Talebanî çi dibêje: Ez ê Barzaniyan hilweşînim, ez ê qada xaza Kormorê radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekim, di meseleya darayî ya Kurdistanê de ez ê li kêleka Iraqê cih bigirim li dijî projeya Hejmara min bisekinim.

Ev her sê projeyên Bafil Talebanî projeyên Heşda Şebî ne. Bafil Talebanî li ser navê Heşda Şebî, li ser navê Îranê beşdarî hilbijartinê dibe. Gelê Kurdistanê divê bi awayekî gelek hestîyar li nexşeya Kurdistanê binêre û bersiv bide: Gelo di Rojhilata Navîn de cihek heye ku li kêleka Îranê cih girtibe û aramî dîtibe? Yemen, Lubnan, Sûriye, Îranê li ku derê dest avêtibe, ew der bûye cihê şer, xwîn û istismarê. Beyrûta ku stêrka Rojhilata Navîn bû, ji salên dirêj ve di destê Îraniyan de di nava xizaniyê digevizî, niha jî bûye beşek ji şer. Gotina na ji Bafil Talebanî re, gotina na ye ji wêrankariya Îranê ya li ser Kurdistanê re.

Îran û dagirker biryar dane ku Herêma Kurdistanê biçûk bikin. Dixwazin vê yekê bi bikaranîna cahşên ku rûyê reş û xencera reş a dîroka Kurd in, bikin. Ji bo vê yekê jî ji sala 2012 an ve siyaseteke Îranê heye ku tê meşandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wê demê ve li hemberî vê projeyê ya Îranê berxwe dide. Bi taybetî jî Hikûmeta 9 emîn, tevî ku Hewlêr bi mûşekan hat lêdan, petrol hat desteserkirin û meaş bi heyva nehat şandin jî, teslîmî hikûmeta Bexdayê nebû. PDK teslîmî rejîma Şiî ya Bexdayê nebû, wan jî Bafil Talebanî derxist ser dîka sîyasetê. baskên aqilê Şiî yê Îranê li Bexdayê, Heşda Şebî û Dadgeha Federal a Iraqê qanûna hilbijartinê ji bo xurtkirina YNKê guhertin. Bafil Talebanî perdeyek e ku tê bikaranîn ji bo Bexda û Tehranê li Hewlêrê bikin desthilatdar û meşrû bikin. Gotina na ji Bafil Talebanî re, gotina na ye ji Iraqîkirina Kurdistanê re.

Ji ber vê em dibêjin di vê hilbijartinê de dê du xet pêşbirkêda ne: Xeta teslîmiyetê ya ku Îran û dagirkerên herêmî piştgirî didinê YNK û xeta berxwedanê ya ku PDK pêşengiya wê dikin. Gotina na ji Bafil Talebanî re, gotina na ye ji wan kesan re ku dixwazin statûya Herêma Kurdistanê hilweşînin.

Qese kirin li ser rola Bafil Talebanî li hemberî dewleta Tirk rewşê naguherîne. Ji ber ku ev jî tiştekî ye ku bi werimandina Heşda Şebî ve tê kirin. Bafil Talebanî di hemêza Îran û Heşda Şebî de nikare li hemberî Tirkiyeyê an jî hêzekî din xwe bike welatparêz. Ew xwe bi sed ava jî bişû ew ji wê qirêjê paqij nabe.

Bafil Talebanî ne tenê ne siyasetmedarekî Kurdistanî ye, heta ne kesekî Kurdistanî ye jî. Bafil Talebanî bi xiyaneta 16 ê Cotmeha Kerkûkê ev yek fêm kir, “tiştên ku ez bi kesayetî, şiyan, helwest û xebata xwe bi dest naxim, ez ê bi xiyanetê bi dest bixim”. Û ew dikare ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî her cure çavsorîyê bike. Yê ku di şevekê de ji Kerkûkê vekişiya û Heşda Şebî anî, dikare di şevekê de heman tiştî li Hewlêrê jî bike.

Eşkere ye ku Bafil Talebanî di hilbijartinan de nabe partiya yekem, lê heke çend kursiyên zêdetir jî bigire li gorî hilbijartina borî, dê zandê xwe hilde ji bo ku rewşê aloz bike. Bafil Talebanî dê di vê rewşa kaosê de her tiştî bike ji bo ku pêşî li avakirina hikûmeteke zû ya Kurdan bigire. Ger pêwîst be dê Kurdan bikişîne şerekî navxweyî an jî hewl bide ku Silêmaniyê bike îdareyeke cuda. Ji ber vê em dibêjin ku gotina na ya xurt a Kurdan ji Bafil Talebanî re, gotina na ye ji şerê navxweyî yê Kurdan re û radestkirina Silêmanî bi ser Bexda ve ye.

Gotina na ji Bafil Talebanî re, gotina na ye ji saziyên dijminê Kurd, neteweperestên Şîe û paşverû yên Heşda Şebî re.

Bafil Talebanî bi xwezayiya xwe ya xwehez, berjewendîperest û egoîst ne tenê serê Kurdistanê, lê serê hevalên xwe yên rê jî xwar. Ji bo ku bibe serokê YNKê mirov qurban kirin, xwîn rijandin, ji wan navên ku xiyanet li wan kirî û ji wan kesên ku xwîna wan riştî ji xwe re text çêkir. Hemû navên kevn ên YNK ê hatin dûrxistin. Kesên wek Hawkar Caf ji Silêmaniyê jî derketin lê ji zilma wî xilas nebûn. Li ber çavên zarokên wî Hawkar kuştin. Ev mirovê bêrehm, ev mirovê zalim, hevalkuj,bêrawişt,bêwefa niha wek dîktatorekî YNK ê dimeşîne û behsa anîan demokrasiyê,  ji bo Kurdistanê dike.

Kesên mîna Mele Bextîyarê ku nîvê jiyana xwe bêhtir bi xizmetkirina YNKê re terxan kiriye Bafil êrîş biriye ser saziyên wî û bi darê zorê rexnegirên navxwe bêdeng kirin. Gotina na ji Bafil Talebanî re, gotina na ye ji dînekî desthilatdariyê yê bêrawişt û bêexlaqekê re.

YNK niha ji bilî dirêjkirina temenê rêxistina xwe û bidestxistina hêza maddî tu bername û projeyeke wê tune ye. YNK tu carî li hemberî tu dagirkeran helwesteke zelal negirtiye. Ji vir û pê ve jî tiştek tune ye ku ev saziya siyasî ya şemitok û revok bike. Gelê Kurdistanê neçar e ku bibêje na ji vê partîya genî û diz re, ji vê helwesta cahş re na-na-na.

Gotina na ji Bafil Talebanî re, gotina na ye ji stûxwariya li hemberî dagirkeriyê re.

Siyaseta Bafil Talebanî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê siyaseteke metirsîdar e. Li ser fermana dewleta Îranê partiyên Kurdistana Rojhilat ji Silêmaniyê derxistin, xebatkarên wan radestî Îranê kirin. Li Silêmaniyê ajanên Tirkiye û Îranê digerin lê şoreşgerên Rojhilatî nikarin bigerin. Bafil Talebanî yê ku ji bo berjewendiyên xwe her cure têkiliyên qirêj bi her cure dagirkeriyê re pêş dixe, zirarê dide têkiliya Kurdan a di nav xwe de. Ji ber vê yêkê bi berz gotina na ji Bafil Talebanî re  erkekî netewî ye.

Ji aliyê siyasî ve şemitok, ji aliyê îdeolojîk ve pragmatîk, ji aliyê kesayetî ve genî, ji aliyê ruhî ve hilweşiyayî, ji aliyê kerekter ve bêesil, ji alîyê sîyasî ve cehş,xwe firoj-xak firoj û xelk firoj, Bafil Talebanî belayeke ku dagirker dixwazin bikin belayê serê Kurdan e. Gotina na ji wî re, gotina na ye ji her cure lîstika dagirkeran û ji damarê cahş ê lanetî yê di nav Kurdan de re. Gotina na ji Bafil Talebanî re, xwedî derketina Kurdan a li îradeya û kerameta Kurdayetîyê ye. Loma jî ji tiryakkêşekê re ne carek hezar cara naaa.

Pustên heman beş