Bafil Talebanî, serokê YNK ê yê nîqaşbar, li Silêmaniyê û Koyê du mitîngên cuda li dar xist. Di mitîngên xwe de gelek gotinên ku dê têkiliyên bi PDK ê re biqetînin bikar anîn. Helbet dem dema hilbijartinê ye, di dema hilbijartinê de her kes gotinên giran ji hev re dibêje, lê di dawiyê de dîsa tên gel hev. Lê rewşa Bafil Talebanî ji xebatên propagandaya hilbijartinê wêdetir e. Hem hêrsa wî hem jî bêperwaiya wî gelek balkêş in û hêjayî lêkolînê ne.
Çiqas bi propagandayê hewl bê dayîn ku Bafil Talebanî were nepixandin jî, ne kesayetiyek Kurdistanî û siyasî ye. Heta ne mirovekî xwedî armanc e jî. Di deh salên dawî de, di dema nexweşiya bavê xwe de, ji bilî hatina Kurdistanê û têkiliyên bi pere, rant û çavkaniyên îstixbarata Îranê re, tu tecrûbeyeke wî ya siyasî tune ye. Eger bala xwe bidinê, di nav hilbijartinê de tu projeyeke civakî, siyasî, aborî ya YNK ê pêşkêş nake. Tenê tiştê ku dibêje ev e: Em ê PDK ê têk bibin, em ê hikûmeta wan hilweşînin. Em ê pirsgirêka maaşan a di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser bikin weke ku Bexda dixwaze û em ê zevîyên gaza Kormor kontrol bikin.
Projeya Bafil Talebanî ji bo hilbijartinan çi ye?
Dema ku em sê armancên Bafil Talebanî yên bi sernavên PDK, dahatên Herêma Kurdistanê-dewlemendiyên binerdî yên Kurdistanê tînin cem hev, tabloya ku derdikeve pêşberî me yekser tîne bîra me ku hêzên din jî xwedî heman sê armancan in: Îran-Iraq û Heşda Şebî.
Helbet ne surprîz e ku armancên sê aliyên Bafil Talebanî û yên saziyên Şîe yên Îranî heman tişt in. Li pişt sedemên êrîşên Bafil Talebanî li ser Barzaniyan û bêperwaiya wî ev hêz hene. Çawa ku di fîlman de lîstikvanên serekî xwe naxin xetereyê û dublorên wan bi kar tînin, siyaseta Îranî jî Bafil Talebanî wek dublor bi kar tîne. Bafil Talebanî ev gotine wek erkek ji ber kiriye û dibêje.
Wek ku xezûrê Bafil Talebanî, û kesê duyemîn ê YNK ê anku Mele Bextiyar jî gotiye, “Bafil Talebanî Kurdistanê nas nake û heta Kurdî jî nizane”. Niha dixwaze Wehap Helebçeyî, yê ku di karên tarî de bi kar tîne û navê wî ketiye gelek dosyeyên cinayetan, bike waliyê Barzanê. Dibêje ez qebûl nakim Mesrûr Barzanî bibe serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Devê Bafil Talebanî bi şerbeta xîyanetê şêrîn bûye
Di rewşên normal de Bafil Talebanî keseke ku nikare benên pêlavên xwe jî girê bide. Heke hûn bibêjin DAIŞ hatiye û serê bi dehan Kurdan jêkiriye, wê wek çîrokekê guhdarî bike. Eger guleyek biteqe, bêyî ku li paş xwe binêre dê bireve. Sedema ku ev kesê bêxîret, bêhiş û tirsok niha li ser dikê û dipeke eve ku devê wî bi şerbeta xîyanetê şêrîn bûye.
Dîsa wek ku Mele Bextiyar gotiye, “Bafil Talebanî, yê ku ji bilî kurê Mam Celal bûnê tu sifetê wî tune, bi firotina Kerkûkê bûye serok”. Erê, tu hewldan tune, xebat tune, westîn tune, hişmendî û ramaneke wî tune, rêya ku bi lez bûye serok jî bi xiyanetê vebûye.
Rastî ewqas hêsan e. Eger Heşdî Şebî li pişt wî nebe, Bafil Talebanî nexwedî wî dilî ye ku ji Barzaniyan re gotinan bibêje.
Her wiha divê em zû lê zêde bikin ku Bafil Talebanî pir baş dizane ku YNK di hilbijartinê de nabe partiya yekem. YNK di tu hilbijartinên ku ji sala 1992an vir ve hatine kirin de nebûye partiya yekem. Heta piştî sala 2009an hertim bûye partiya sêyemîn. Bafil Talebanî dizane ku ev hevsengîya civakî neguheriye. Wê demê bi çi ewle ye? Bafil Talebanî bi efendiyên xwe yên li Bexdayê û bi Heşdî Şebî, nijadperestên Ereb û Dadgeha Federal a Iraqê ewle ye. Dizane ku encama hilbijartinê çi dibe bila bibe, Îran dê bi rêbazên xapandinê dest bi tevgerê bike.
Bafil Talebanî dê piştî hilbijartinê jî bêperwaiya xwe bidomîne
Biryara Îranê ev e: Hebûna Herêma Kurdistanê li Iraqê biçûk bike, teng bike û piştre jî bîne rewşa eyaleteke normal. Yanî “mafê û şiyana xwe birêvebirina Kurdan desteser bike”. Bafil Talebanî dublorê vê erkê ye. Bêperwaiya ku di dema hilbijartinê de nîşan dide dê piştî hilbijartinê jî nîşan bide. Îranê ji bo van hilbijartina ajandeyek girîng çêkir. Berî salekê bi rewşeke lezûbez qanûna hilbijartinê anî rewşekê ku Iraq û Dadgeha Federal bikaribin tevlî pêvajoyan bibin. Ji bo ku destê YNK ê xurt bike, li Silêmaniyê ku qet Tirkmen lê tune ne kotayek Tirkmenan a yek kesî da. Ji dehan cara mesihîyên li Duhokê kêmtir kota da mesihîyên li Silêmaniyê. Bi vî awayî xwest YNK ê bike xwediyê hêzeke ku tune ye. Heta di medyayê de nûçeyên ku Heşda Şebî 70 hezar dolar daye hin parlamenterên YNK ê û xwestiye ku pêvajoya propagandayê bi hêz bimeşînin jî cih girtin.
Yanî Îran û Heşdî Şebî hilbijartinên Kurdistanê ji xwe re stratejîk dibînin. Ew ê siyaseta Iraqê li gorî vê ava bikin. Bafil Talebanî nikare di hilbijartinê de bibe partiya yekem. Gava pêşîn a ku dikare bike çi ye, ew ê asteng bike ku Hikûmeta herêma Kurdistanê zû ava nebe. Piştre jî li gorî rewşan dibe ku senaryoyên din werin rojevê. Bi piştgiriya Iraq û Heşdî Şebî, Dadgeha Federal a Iraqê jî bixin aliyê xwe û bikarin bixebitin ku rêveberiyeke bi fêl û dubendî ava bikin. Lê di pratîkê de ya herî rasttir ewe ku bi astengkirina avakirina hikûmetê, hewl bidin ku Silêmaniyê, ku demeke dirêj e wek projeyekê di destê wan de ye, ji Kurdistanê veqetînin.
Wek ku tê dîtin, hilbijartin ne hilbijartinek di navbera YNK û PDK’ê de ye, hilbijartin di navbera PDK û dewleta dagirker a Îranê de derbas dibe. Yanî di rastiyê de xeta Kurdistanî û xeta dagirker û xayîn li hev dikevin. Dijminatiya Bafil Talebanî ya li hember Barzanî û bêperwaiya wî bi misyona dîrokî ya cahşîtiyê ve girêdayî ye. Paşveketina Bafil Talebanî di hilbijartinê de paşveketina Îranê ye. Di nav kevanekê de divê were gotin ku PKK ê xwe wek amîgoyê propagandaya hilbijartinê ya YNK ê bikar anî. Hemû dezgehên regihandina PKK ê şev û roj propagendeya YNK ê dikin ku di hilbijartinan de serbikeve.
Divê Kurd dema diçin ser sindoqan bi vê hişmendiyê tevbigerin û li hember dagirkeriyê bibêjin bes e.