Li Sêwasê rêyên 267 gundan ji ber berfê hatin girtin

Sivasta-ka

Li parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna berfê rêyên 267 gundan hatin girtin.

Saziya Îdareya Taybet a Sêwasê ragihand ku ji ber berdewambûna berfa zêde rêya 267 gundan hatiye girtin.

Tîmên Saziya Îdareya Taybet a Sêwasê, ji bo vekirina rêyên gundan bi 32 greyder, 22 barhilgir, 6 dozer, 7 makîneyên kar, 26 barhilgir û 136 fermanberan li ser karûbarên xwe berdewam in.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, rojên dawî berfeke zêde bariya ye û pileya germê bi şevan heta 25-30 pile dadikeve bin sifrê.

Pustên heman beş