Derveyî wêrankariyê ti sûda PKKê ji bo Efrînê nebû

Derveyî wêrankariyê ti sûda PKKê ji bo Efrînê nebû

Siyasetmedarekî Rojavayê Kurdistanê radigehîne, derveyî wêrankariyê ti sûda PKKê ji bo Efrînê nebûye.

Siyasetmedar û rêveberê Rabiteya Kurdên Serbixwe li Sûriyê Azad Osman ji BasNewsê re ragehand: Çar sale koçberên Efrînê li kampa Şehba de di jiyaneke zehmet de dijîn.

Azad Osman got: PKK rê bi wan koçberan nade ku kampê bicîh bihêlin û vegerin Efrînê. Wekî ku di girtîgehê de ne danûstanê li gel wan dikin.

Siyasetmedarê kurd amaje bi kontrol û lêgerînên çekdarên PKKê yên li kampên koçberên Efrînê kir û ragehand: Eger bixwazin vegerin Efrînê PKK wan kesan digre û dest datînin ser telefon û tiştên wan.

Azad Osman ragehand, li gel rêgiriyên PKKê yên sala borî de 2021ê, zêdetir ji hezar û 200 malbatên koçberên Efrînê wegeriyane ser mal û halên xwe.

Herwaha diyar kir: ‘’Derveyî malwêranî, wêrankariya aborî ya PKK û hilweşandina malbatan û qutkirina bi hezaran ciwanan ji xwendinê û birina wan a eniyên şer, PKKê ti tiştekî din ji bo hemwelatiyên Efrînê nekiriye.’’

Azad Osman hêviya vegerandina hemû koçberên Efrînê ji bajarê xwe re xwest, ku êdî PKK wan ji bo berjewendiyên xwe bikarneynin.

Pustên heman beş