Du TNT yên PKKê li gundê Hirorê hatin ji nav birin

pkk-tnt-hiror-duhok

Du TNT ku rêxistina PKKê li gundê Hirorê yê devera Berwarî Bala danabûn, îro hatin dîtin û ji nav birin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, îro roja şemî 8/1/2022ê du TNT yên ku rêxistina PKKê li rojavayê gundê Hirorê yê devera Berwarî Bala girêdayî parêzgeha Dihokê danabûn, ji hêla hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê hatin ji nav birin.

Dest nîşan kir, rêxistina PKKê ev du TNT bi dûratîya 200 metroyan ji burca kompanîya Korek danabûn.

Hêjay gotinê ye, tenê di sala rabûrî 2021ê da rêxistna PKKê 15 TNT li ser rêya Pêşmergehan û gundên Başûrê Kurdistanê danabûn, piranî jê ji hêla hêzên ewlehiyê hatin ji nav birin.

Pustên heman beş