Di teqînekê de, 3 Eskerên Tirk hatin kuştin

Di teqînekê de, 3 Eskerên Tirk hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand; li ser sînorê bajarê Rihayê, bombeyeke destçêkirî teqiya û 3 leşkeran canê xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê de hat eşkerekirin ku li xeta sînor a navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê di roja 8ê Çileya 2022yan de bombeyeke destçêkirî teqiya.

Hat ragihandin ku leşkerên bi navên Murat Alyakut, Ertugrul Ulupinar û Enes Koç jiyana xwe ji dest dane.

Pustên heman beş