900 koçberên din ji Rojavayê Kurdistanê gihîştine Duhokê

900 koçberên din ji Rojavayê Kurdistanê gihîştine Duhokê

Ji ber xirabiya rewşa ewlehî û aboriyê, pêleke din a koçberiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê ber bi Herêma Kurdistanê ve dest pê kiriye ku di heyama rojên borî de nêzîkî 900 kesî gihîştine kampa Berdereş a li parêzgeha Duhokê.

Li gor zanyariyan, di du rojên borî de 880 ji koçberên Rojavayê Kurdistanê di riyên qaçax re gihîştine kampa Berdereşê.

Ev hejmara koçberan, tenê ewin yên ku gihîştine kampa Berdereşê û li gor zanyariyan hîn hejmareke din jî heye hîna bi rê de ne û negihîştine vê kampê.

Koçberên Rojavayê Kurdistanê eşkere dikin, wan ji ber xirabiya rewşa aborî û jiyanê dest ji cih û warê xwe hîştiye û berê xwe daya Herêma Kurdistanê.

Ji destpêka kirîza Sûriyê di sala 2011an ve, bi sedhezaran welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa şer, nebûna ewlehiyê û têkçûna rewşa aboriyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Lê vê carê ev pêla koçberiyê zêdetir ji ber têkçûna rewşa aboriyê ye.

Li gor zanyariyan, koçber bi rêyên qaçax re ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê dibin, di wê derbarê de Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, wan 62 kesên Sûrî ku sînor bi qaçaxî derbas kirine desteser kirine.

Hêjayî gotinê ye, pêş çend rojan jî nêzî 200 wilatiyên din ji ber xerabiya rewşa ewlehî û aboriyê li Rojavayê Kurdistanê, bi rêyên qaçax ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û ew jî li kempa Berdereş hatine bicîh kirin.

Pustên heman beş