Medyaya PKK’ê ev care bi navê berpirsê oda bazirganiya Duhokê derew parve kirin

Medyaya PKK’ê ev care bi navê berpirsê oda bazirganiya Duhokê derew parve kirin

Malpera Roj News ya PKK ku li Silêmaniyê weşanê dike, ji bo rûreşkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûçeyên li ser maseyê çêkirî parve dike û derewan dike. Herî dawî jî gotinên rêveberê odeya Bazirganiya Duhokê Eyad Hisên sexte kir.

Di nûçeyên îro yên Roj News ê de, li ser navê “Serokê Odeya Bazirganiya Dihokê: girtina deriyên sînorî bandoreke neyînî li aboriyê dike” nûçeyek hatiye çêkirin ku di weşanên Kurmancî û Tirkî yên Roj News ê de bi awayên cuda hate parve kirin.

Di nûçeya beşa Soranî de Eyad Hisên got, “sedema girtina derî bûyerên siyasî ne. Xelk birîndar bûye. Hewildan hene derî were vekirin, em hêvî dikin ku dîsa derî vebe.” malpera Roj News ev nûçe wergerand Tirkî jî û li ser navê Eyad Hisên got, “girtina deriyên Rojava û Başûr ji aliyê PDK’ê ve biryareke siyasîye. Her roj di navbera Rojava û Başûr de pevguhertina berheman dihat kirin. Girtina derî zirarê dide bazirganiya herêmê. Aboriya Rojava û Başûrê jî bandoreke neyînî dibîne. Van pêkanînan encamên pir giran hene. Em hêvî dikin ku derî vebe. Xebatên ji bo vekirina derî berdewam dikin.”

Roj News di weşanên xwe de daxuyaniya Eyad Hisên bi Tirkî û Kurmancî bi rengekî û bi Soranî jî bi rengekî din nivîsand.

Çapemeniya PKK’ê dema ku gelek caran nûçeyên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê werdigerînin Tirkî, daxuyaniyan sexte dikin. PKKe difkire ku gel bi Tirkî nizane û nikare îtîraz bike, ji bo ku temaşevanên xwe motîve bike serî li derew û siyaseta reşa ku exlaqê çapemeniyê nagire dide.

Malpera me beriya niha jî nûçeyên bi zaravên cuda yên medyaya PKKê yên derbarê şehîd bûna 10 pêşmergeyên ku li gundê Xidirce şehîd bûbûn deşîfre kirbû. Gelê Başûrê Kurdistanê jî ji ber kampanyaya nûçeyên sexte ku ji aliyê edîtorê Roj News yê beşa Tirkî Seyît Evran ve hatiye kordînekirin, di hişyariyeke cidî de ye û bi guman raporên medyaya PKKê dişopînin.

Pustên heman beş