Sêmalka ne deriyê derketina kaosa Rojava ye

rastiya semalka

Deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, an jî bi gotineke din, ango di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Kurdistanê de hîn girtî ye, Sedema girtina dergehî jî hewldanên provokatîf ên PKKê yên li ber deriyê sînor ê Sêmalka ne, ku ev zêdeyî 3 mehan e berdewam dikin.

Ev hewlên provokatîf herî dawî di 15 ê Kanûnê de komeke bi navê Ciwanen Şoreşger a bi ser rêxistina PKK ê ve êrîş birin ser derî sînor û îdareya fermî a Sêmalka, bêguman piştî wê yekê tenê helwestekî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nişan bike hebû ew jî girtina derî bû û mecbûrî wusa çêbû.

Vê rewşê bandoreke neyînî li jiyana rojane ya gelê Rojava kir. Li Rojava bazar vala bû, bihayê kelûpela zêde bû, pirr nanpêjxana jî deriyên xwe girtin. Weke Kurd em hemû ji vê rewşê aciz dibin, lê bele çi bû sebeb? Li ku derê cîhanê bêvla Kurdek xwîn dibe, em xemgîn dibin. Em ji bo Rojava jî xemgîn in. Lê em dizanin ku çarenûsa gel bi xemgîniyê nayê çareserkirin. Metirsiya me û sedema xemgîniya me ya herî mezin ji bo Rojava ew e ku “PKKe ji bo berjewendiyên xwe bi qedera Rojava re dilîze, wê ji berjewendîyê partîya xwe re dike qurban”.

Kesên ku bi rastî ji bo Rojava dilê wan disoje, divê berî her tiştî ji sîstema PKKê ya ku Rojava ji bo xwe kirî kewê rekê de aciz bibin. Ji ber ku çi tê serê Rojava ji ber xebatê PKKê yê çewt tê.

PKKe bi Provokasyona Sêmalka dixwaze rojevê manîpule bike

Rojavayê Kurdistanê, di warê siyasî û îdarî de rûbirû girêkekî kûr e. Rojên şoreşê yên kelecan derbas bû û rastîyan rûyê xwe yê tirş nişan da. Ew Îmtiyazên ku ji bo şêxên Ereban hatîn dayîn, zêdebûna hejmara hêzên Ereb ên çekdar, dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî, mîna tarmekê li ber difna Îdara Xweser sekinîye. Pirsgirêkên sereke Rojava weke topekê di navbera Rûsya-Tirkiye, Tehran-Şam, Qendîl-Şam de pê tê lîztin, kêşeya esas ew e ku Rêveberîya Xweser di nava wastendinekê de temaşeyî vê rewşê dike, Ger em ji Rojava hez bikin, em ê vê alozîya Îdareya Rojava nîqaşan bikin, ne Sêmalka.

PKKe Rojava dike qurbana xwe

PKKe ji bo van rastiyan veşêre ev 3 meh in li deriyê Sêmalka tevlîhevîyan dike. Ji ber ku Rojava di nava xwe de bi mandîbûnekê re rû bi rû maye. PKKe dixwaze civakê jî bi sîstema rêxistinê bimeşîne. Loma jî di nava pêdvîyên civakê de ber bi fetisandinekê ve diçe. Her çend ew girseya bi mûçe ji wî bajarî bi otobusan vediguheze vî bajarî, berê wan dide kolanan, yek-du pankartên li dijî PDKê û Pêşmerge hiltîne, hertim behsa dijminên derve û şehîdan dike, bi rêya medya xwe propagandayeke pir bibandor bike jî lê rastî ev e; PKKê Rojava ber bi tinebûnê ve xişikand. Ji ber vê yekê jî her carê ku pirsgirêka Sêmalka derdikeve pêş divê em vê rastiyê bi hêz bibêjin. PKKe Rojava dike qurbana xwe. Zarokên van kesan ji bo Rojava xwe feda kirin. PKK wan hemûyan dike qurbana xwe. PKKê ji destpêkê ve li gorî ajandaya xwe ya siyasî Rojava ji Qendîlê bi rê ve bir. Di sala 2015 an de gavên ku Rojava ber bi xitimandina heyî ve birî, hatin avêtin.

Şerê Xendeka yê PKK ê destpêka berovajîbirina Rojava ye

Di sala 2015 an de PKK ê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê  dest bi şerê xendekan kir. Ev pêngava PKKê tê wateya ku dijmin rasterast du parçeyên Kurdistanê biperçiqîne. Yek ji wan Bakurê Kurdistanê bû ya din jî Rojava. Dema ku PKKê xendek kolandin, ji girseya xwe ya navxweyî re propagandaya ku ev xendek ji bo dewleta Tirk êrîşî Rojava neke, dikir. Siyasetmedar û welatparêzên ku li dijî xendekan bûn jî, ji ber van gotinên PKKê bêdeng di man. Lê rastî qet wusa nebû. Şerê xendekan mecal da dewleta dagirker ku êrîşî Rojava bike. Ger şerê xendekan çênebiba, Tirkan nedikarî Efrînê ewqas bi hêsanî dagirbikin. Tirkîyê bi xendekan hem gelê Bakurê Kurdistanê tepisand û hem jî derdorên siyasî yên navneteweyî bêdeng kirin. Serûvajî çûna Rojava bi şerê xendekan despê kir.

Cihê ku PKK ê digot ez ê biparêzim neparast, bi awayekî ku kesî pênehesîne jî ji Efrînê vekişiya. Li Serêkaniyê peymanên ku ji raya giştî a Kurd veşartî hatin kirin. ev hemû kiryarên nebaş PKKê kirin. PKKê di bin navê dîplomasîya nerm, nehişt Rojava layanê xwe yê sîyasî aşkera bike, çekên PKKê yên giran «Cemîl Bayik û Mistafa Qarasû» li gorî ewlehîya xwe ya şexsî ji Tehranê re tawîz ser tawîzê da. Di encama vê sîyaseta beredayî de Rojava kete vê rewşê.

PKKe ev 3 mehe hewl dide ku deriyê sînor ê Sêmalka bide girtin

PKKe  beriya niha bi 3 mehan dest bi girtina deriyê Sêmalka kirîye. PKKe dixwaze bi vê rojevê zivistanê biqedîne û derbasî buharê bibe. PKKe heta meha adarê dê siyaseta mexdûriyetê bike û bibêje, “PDKê nan nade me, dixwaze şoreşa Rojava biperçiqîne, em mazlumin, em heqin” Wê di Buharê de rojeveke nû ji xwe re bibîne û vê carê jî dê gele Kurd bi vê ve mijûl bike. Girtina derîyê Sêmalka pilan û armanca PKKê bixwe bû.

Ji ber girtina deriyê sînor ê Sêmalka her kes xemgîn dibe û bandoreke ne baş li hemû kesî dibe. bandora xwe li Herêma Kurdistanê jî dike. Rawestandina Bazirganiyê ne tenê tacir, şofêrên taksiyan, benzînxaneyên li ser rê û kesên ku li ber derî lefa difiroşin jî bandor dike. Her wiha gelek kes jî bi awayekî neqanûnî koçî kampên penabera dibin. Ev jî masrefek cuda ye ji bo penaberan.

Hêza ku bi girtina Sêmalka dilşa bûyî PKKe ye

PKKe yekane hêza ku bi girtina derîyê Sêmalka şa dibe. Ji ber ku her kes li ser Sêmalka diaxive. Çi kes behsa wan wendahiyên havîna bihorî di tunelên şer de çêbû yî nake, çi kes nabêje PKKê te çawa herêmên sitratejîk ên weke Zinarê Kêste û Zozanên Avaşîn radestî artêşa Tirk kirin, kes vê napirse.

Bi bilanço yên şer ên derew gel tê xewbirin. Gelê Rojava napirse ka we bi rejîma Sûriyeyê re çi lihevkirin çêbû, encamên hevdîtinê çi ne? Li ser wan hêzên Gerîla yên li Bakur hatine tasfiyekirin kes du gotina nikare bike û bipirse. Têkiliya di navbera PKKê û CHPê jî tê piştguh xistin. Yanî eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha derî vebike, wê PKKe pir xemgîn bibe ji ber ku ew ê bifikire ka dê çawa rojeva xwe heta meheke dagire, loma jî PKKe dibêje xwezî heya heyveke din sînor venebe.

Ger were hûn lê binerin PKKe hê jî hewl dide ku Herêma Kurdistanê aloz bike gel li dijî Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bişixulîne. Generalê dîfakto Mazlûm Abdî beşdarî civîna koma çete ya bi navê Ciwanen Şoreger dibe û dîmenên wê diweşîne. Ev hewle hemû tê wê wateyê ku provokasyona li dijî Herêma Kurdistanê berdewam dike.

Yên ku banga dikin û dibêjin “Bila derîyê Sêmalka bê vekirin” divê pêşî bang li PKKê bikin û bibêjin “Destê xwe ji Rojava bikêşe, dest ji êrişên li ser Kurdistanê berde”. Pirsgirêk ne Sêmalka ye. Pirsgirêk ew e ku PKKe li gor rêkeftina sitratejîk a li gel Îranê kirî, li hincetekê digere ku êrişî Herêma Kurdistanê bike û heman dem dixwaze binketina xwe ya sîyasî, leşkeri û cemawerî veşêre. Heta ku PKKe dev ji helwesta xwe ya antî-Kurdistanî bernede dê Rojava jî ber bi winda kirine ve biçe.

Pustên heman beş