Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê dê berdewam be

befir-berif-bakur-kurdistan

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê ev demek e berfê destpê kiriye û bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Hat ragihandin ku li parêzgehên Erzerom, Qers, Agirî, Îdir, Erdexan, Erzîngan û Dersîm yên Bakurê Kurdistanê dê barîna berfê berdewam be û bo welatî tedbîrên xwe werbigrin hişyarî hat dayîn.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Keş û Hewayê li 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê dê berdewam be û ligel qeşayê, mij û moran e û dem dem ba û bahoz jî dê çêbibe.

Li gor agahiyên Rêveberiya Keş û Hewayê ya Herêmê, li parêzgehên Dersîm û Erzînganê şevan pileya germê daketiye bin sifirê 1 pile û pileya germê li Qersê 6, li Erdexanê 3, li Agirî 1 û li Erzerom û Îdirê jî sifir e.

Pustên heman beş