Hûn hê jî di wê baweriyê de ne ku li ser Îmraliyê tecrîd heye?

Hûn hê jî di wê baweriyê de ne ku li ser Îmraliyê tecrîd heye?

Daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan a duh dema gotî “Ew ê li Edîrneyê dê bacekî mezin bide yê li Îmraliyê” deriyê nîqaşeke ku berê hebû ji nû ve vekir. “Gelo Ocelan û Demirtaş xelef û selefên kesekî ne? Ma di navbera wan de hevrikî yek heye?” ev Pirs ketin rojevê. Lê belê divê em bipirsin, gelo Evdila Ocelan dê çi hesab ji Selahattin Demirtaş bixwaze? Ma Demirtaş çi fermanên Ocelan cîbecî nekiriye? Gelo Erdogan van kêşeyan di navbera wan de çawa dizane?

Bi eşkereyî, gotina Erdogan a ku dibêje Demîrtaş dê hesab bide Îmraliyê, tê vê wateyê: Niha jî di navbera dewleta Tirk û Îmraliyê de trafîka hevdîtina heye. Yanî li ser Îmraliyê wek ku PKK behis dike tecrîd tune ye û ti carî jî çênebûye. Evdila Ocalan li Îmraliyê weke şêwirmendê dewlet û hikûmeta Tirk erkdare û dixebite. Aqil dide dewletê. Evdila Ocelan ji bo dewletê dixebite. Lê girseya PKK ê qed naxwaze vê rastîyê bibîne. Bi dehan tiştên vê rastîyê îspat dikin hene, Bi dehan belge û gotin hene, Li gel vê rastîya Ocelan hê jî yên ku bikevin pey wî hene.

Gelek kesên berê rêhevalên Ocelan bûne û di nava PKK ê de wazîfeyên girîng wergirtine, dibêjin ku Ocelan bi Mît ê ve girêdayî ye, ji aliyê dewletê ve hatiye organîzekirin û ji destpêka damezrandina PKK ê heta niha têkiliya Ocelan bi MÎT ê re heye. Vê yekê bi dehan bûyeran ve îspat dike. Em wan hemû yan bidin aliyekî. Ger em tenê pratîka Ocelan di sala 1999 hatîye Tirkîyê û wir ve binerin û wan bûyeran tomarbikîn ew têkiliya di navbera Ocelan û dewletê de diyar dibe. Em li jêrî çend mînaka rêz bikin;

1- Di 16-21 Sibatê de ewil agahîyên ku Evdila Ocelan der barê PKK ê û wan kesên alîkarî ya wan di warê rêxistinî, sîyasî û aborî bi fermî îmze kirî dane dewleta Tirk.

2- Axaftinên Evdila Ocelan bi rayedarê dewletê Atilla Uğur re kirî. Di van axaftinan de bi dehan pêşniyarên balkêş ên wek “Em Hewlêrê bi hev re bigirin, ezê Barzanî û Talabanî bînim ber lingên we”. Û bi dehan pêşnîyarên bi vî rengî ji dewletê re kirî hene.

3-  Ji sala 1975 an heta 1999 an PKK ê ragihandibû ku ew dewletekî serbixwe û azad dixwezin. Gelek partîyên bakur û başûr bi dewlet nexwazîyê tometbar dikir û ew weke xayîn binav dikirin. Dema Ocelan hat girtin wî got “dayîka min jî tirk e” û got ku dewleta kurdî a serbixwe daxwaz kirin “komployeke navneteweyî” ye.

4-  Evdila Ocelan di nivîs û pirtûkên xwe yên Îmralî de bi dehan peyvên wekî “ ez ê Tirkiye bikim hêzeke pir bi bandor li cîhanê, bi nasnameya jor a Tirkiye bûnê dê kurdan bi dewletê ve girêbidim û dê Kurdan bikim hêza sereke ya demokratîze kirina Tirkiyê. Bi dehan peynên bi vî rengî…

5- Pêşniyarên wî yên ji dewletê re di pirtûkên bi navê notên Îmraliyê de, hewldanên wî yên xurtkirina hikûmeta AKP ê. ka Çawa bi hevkarîya dewletê bername ya HDP û sazîyên legal amadekirine. Dibêje bûyera Roboskî mezin nekin, min û Hakan Fîdan ji bo Kobanî bi hevra xebat kir.

6- Dîsa dema ku PKK ê di got tecrîd heye, çawa çêbû Efrîn di şevekê de hate çolkirin. Heman wext Qarayilan ji bo Efrînê got ku Rûsyayê heyet şandiye Îmraliyê û gef li rêveberiya me xwarin e. paşê ev mijar bi temamî hate girtin.

Me tenê çend xalên ku hatin bîra me nivîsandin. Kesê ku li van hemûyan binêre dikare fêm bike ku Abdullah Ocalan bi dewletê re di nava têkiliyê de ye. Lê belê tevî vê yekê jî kesên ku Ocalan pîroz dikin hene. Lê kesê ku hinekî objektîf be, jixwe dema pirtûkên Ocalan dixwîne dizane ku bi dewletê re dişêwire. Kesê ku di roja pêşî ya girtina Ocalan de ji dewletê re dibêje “Îbrahim Tatlises bac didan me” û mirovê ku bêje “Werin planeke veşartî çêkin, werin em Hewlêrê bi hev re bigrin” bibe serok, çawa dikare bibe serok. jê re serokatî tê gotin? Bi rastî, ev e ya ku em li ser nafikirin.

Ocalan dibêje “Ez xizmetkarê dewletê me”, vîdeoya wê heye.

Kesê ku ji Ocalan pirsiyar kiriye Hasan Atîlla Ugur jî dibêje, Ocalan gotiye: “Min darve nekin, ez ê xizmeta we bikim”.

Alî Kemal Ozcanê ku cara ewil di sala 1996an da li Şamê bi Ocalan ra hevdîtin kir, paşê di sala 2019an da li Îlîcayê hat ba hev û nameya xwe eşkere kir, Alî Kemal Ozcanê ku li zanîngehên Tirkiyeyê dixebite dibêje, “Abdullah Öcalan herêmî û neteweyî ye”. Yanî Abdullah Öcalan milkê tirkan e.

Serokomarê Tirkiyê derdikeve û dibêje ez ê ji Ocalan Demirtaş hesab bipirsim. Yanî Serokomarê Tirkiyê dizane wê Öcalan çi bike.

Niha em dipirsin, hûn hîn jî bawer dikin ku li Îmraliyê tecrîd heye? Dema ku gel di zindanan de xwe dişewitand û di greva birçîbûnê de bû, Ocalan bi dewletê re di nava têkiliyê de bû.

Ocalan û Hakan Fîdan dema ku Efrîn hatibû dagîrkirin hevdîtin dikirin. Dema Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiribûn, di navbera Ocalan û AKP’ê de hevdîtin pêk dihat. Muzakere û pevguhertina nêrînên di navbera Ocalan û dewletê de tu carî bi dawî nebû. Dema dewlet hewce bike, name û brîfîngên pêwîst jî ji Ocalan û PKK’ê re dişîne.

Yanî encama ku ji axavtina Erdogan derkeve wiha ye. Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê patenta ye, li ser hemû şîrove û pêşniyarên Abdullah Ocalan ên Îmraliyê “Made in Turkey” hatiye nivîsandin. Ji ber vê sedemê di nava 23 salên ji sala 1999’an û vir ve Kurdan li Bakurê Kurdistanê bi dehan şaredarî bi dest xistin, bi dehan wekîl hatin tayînkirin, nêzî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, mirovan xwe şewitandin, teqandin, ciwanan xwe ji zinaran avêtin. Lê dîsa jî Bakurê Kurdistanê tiştek bi dest nexist. Ji ber ku ger şivan bi awayê ku gur dibêje biçe, dê gur pezê xwe bigire. Ji ber ku Bakurê Kurdistanê li pey serokekî “Tirk çêkirî” bû, tevî hemû bedel û hewldanan jî êşa wan kêm nebû, berovajî destkeftiyên wan zêde nebûn, berovajî hemû xerc kirin. Her tim diqede.

Lê mixabin ev rastiya ku bi salan e me dizanî û got, bi axaftina Erdogan a duh jî careke din piştrast kir: Li ser Îmraliyê tecrîd nîne. Ocalan projeyek herêmî û netewî ya dewleta Tirk e.

Pustên heman beş