Ji 2015ê 5808 kes di şerê Tirkiyê û PKKê de hatine kuştin
![International Crisis Group-kurd-kurdistan-pkk-turkey-war](https://darkamazi.info/file/2022/01/International-Crisis-Group-kurd-kurdistan-pkk-turkey-war.jpg)
Grûpa Krîzên Navdewletî ragihand, ji 2015an ve di şerê Tirkiyê û PKKê de 5808 kes hatine kuştin.
Grupa Krîzên Navdewletî ragihand ku ji sala 2015an ve di encama şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyê de 5 hezar û 808 kes hatine kuştin ku hezar ji wan di nav axa Başûrê Kurdistanê de bûye.
Tîrmeha 2015 an agirbesta du sal û nîvan a di navbera PKK û Tirkiyê de bi dawî bû û qonaxeke nû ya şer destpê kir.
Grupa Krîzên Navdewletî di raportekê de ragihand, ji wê demê vir ve “tundûtûjî” bandoreke mezin li ser bajar û bajarokên Kurdan dike û herî kêm 5 hezar û 808 kes hatine kuştin.
Li gor raporta wê rêxistinê, ji wê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar û 671 gerîla û çalakvanên PKKê bûne li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê.
Li gor raportê di vê heyama şer û pevçûnan de hezar û 318 leşker, polîs û cerdevan hatine kuştin.
Herwiha ji wan qurbaniyan 593 kes sivîl bûne û 226 kes jî nêzîkî cihê şer hatin kuştin û nayê zanîn ka çekdar, leşker yan jî sîvîl in.