Gurgên Qendîlê û revandina zarokên kurdan

Gurgên Qendîlê û revandina zarokên kurdan

Revandina zarokên kurdan ji aliyê PKK’ê û rêxistinên din yên ser bi wê ve di dome, herî dawî çeteyên bi navê Ciwanên Şoreşger, 18 zarok revandin û çarenûsa wan ne diyare.

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ya ku gelê Rojava wan weke gurgên Qendîlê nas dike, li herdu mehên dawîn yên sala rabûrî 2021ê, 18 zarok ji bajar û bajarokên cuda yên rojava kurdistanê, bi armanca leşker kirina wan ya bi darê zorê revandin û çarenvîsa nediyare.

Li gorî agahiyên ku ji bo pêgeha “Darka Mazî” hatine şandin, zarokên ku ji aliyê çekdarên PYD’ê û Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, temenê wan ji 16 saliyê kêmtire, dewreyên perwerdê ji boy wan hatine çêkirin da ku piştre tevlî enyên şer bihên kirin.

Navên kesên revandî evin:

  1. Ebîr Castro Ebdulezîz 15 sal – ji gundê Bilîsiyê yê li Dêrkê ye, li 2/11/2021ê li bajarê Qamişlo hatîye revandin.

  2. Miryem Ferîd 12 sal – penabera Efrînê ye li 5\11\2021ê li bajarê Kobanê hatîye revandin.

  3. Sîdra Xelîl Îbrahîm – xelka gundê Ebûdan yê navçeya Bilbilê ye, li 6/11/2021ê li taxa Şêx Meqsûd hatîye revandin.

  4. Dilava Ebdu Hesen 13 sal – ji gundê Şîran yê li Kobaniyê, li 7/11/2021ê hatîye revandin.

  5. Evîn Celal Xelîl 15 sal – ji Amûdê ye, li 21/11/2021ê hatîye revandin.

  6. Hediya Ebdulrehîm Enter 15 sal – ji Amûdê, li 21\11\2021ê hatîye revandin.

  7. Ayana Idrîs Îbrahîm – 16 sal, ji Amûdê, li 21\11\2021ê hatîye revandin.

  8. Ehmed Şêx Zêdan – 14 sal, ji gundê Zogirê yê Kobaniyê, li 21\11\2021ê hatîye revandin.

  9. Xettab Ubeyd Hesen – 15 salî, ji taxa Hîlaliyê yê bajarê Qamişlo, li 24/11/2021ê hatîye revandin.

  10. Îsam Mihemed Îsa – 13 salî/ ji gundê Qetimê yê navçeya Şerayê, ew li 27\11\2021ê ji taxa Şêx Meqsûd yê Helebê hatîye revandin.

  11. Mihemed Ebdo Bozo – ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê ye, li 27\11\2021ê ji kempên Şehbayê li gundewarê Helebê hatîye revandin.

  12. Ezo Elhemed Elelo 13 sal – Ereb e, ji gundê El Şibil li Eyn Îsayê ye, 12\12\2021ê hatîye revandin.

  13. Fîras Elxelef El-Elo 14 sal- Ereb e, ji gundê El Şibil li Eyn Îsayê ye, 12\12\2021ê hatîye revandin.

  14. Ebdulrehman Ehmed Biro 13 sal, taxa Eşrefiyê ya Helebê ye, li 14\12\2021ê hatîye revandin.

  15. Sema Fethî Kedo 16 sal, ji Qamişloyê, li 19\12\2021ê hat revandin, nexweşiyên domdirêj hene û li 11\1\2022ê hat azad kirin.

  16. Cîvara Tewfîq mistefa 14 sal, gundê kora yê Cindirêsê ye, li 23\12\2021ê ji taxa Şêx Meqsûd yê Helebê hat revandin, paş ku bavê wî li pey wî çûy, karî kurrê xwe vegerîne.

  17. Sîlva Nîdal Îsa 19 sal – cara duyemîne tê revandin, piştî ku mamê wê Ebdu Îsa gef li çekdarên PYD’ê kirî, ew jî hatîye revandin û çarenvîsa wan nediyar e.

  18. Stêra Ehmed Şêxo 12 sal – gundê Qicilê yê Amûdê, li 27\12\2021ê hatîye revandin.

Tawanên rêxistina Ciwanên Şoreşger ya ku raste rast ji hêla Cemîl Bayîk tê birêvebirin, gihiştine astekî wusa ku êdî gelê Rojava navê “Gurgên har yên Qendîlê” li endamên wê kirine, ev gurge rojane li kolan û cadeyên bajaran digerin û zarokên kurdan nêçîr dikin, ji bo ku bişînin Qendîlê û serbazgehên bi zor yên PYD’ê li Rojava, ev yêk jî li ber çavên Şahîn Cîlo tê encam dayîn.

Pustên heman beş