Bi sedan malbatên Kurdên Rojava berê xwe dan Başûrê Kurdistanê

el-welid-kurd-rojava

Bi sedan welatiyên Sûryê, ku piranîya wan Kurdin û xwedî destûra rûniştinê ne li Herêma Kurdistanê, îro bi rêya dergehê “El Welîd” ber bi Başûrê Kurdistanê ketine rê, piştî ku Hikûmeta Kurdistanê tenê rojekê destûr daye wan ku derbas bibin.

Îro roja çarşemiyê 19/1/2022ê, bi sedan welatiyên Sûrî ku piranîya wan Kurdin û xwedî destûra rûniştinê ne li Herêma Kurdistanê û her wiha kesên xwedî pasaport û destûra nîştecîhbûnê yên biyanî, ji deriyê sînorî yê El Welîd, berê xwe dan Herêma Kurdistanê, paş ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojekê destûr da ye wan ku derbas bibin.

Hêjay gotinê ye, deriyê El Welîd tenê ji boy karwanên Hevpeymanîya Navdewletî û şandeyên rêxistinên biyanî dest nîşan kirîye, lê belê paş ku deriyê Sêmalkayê bi sedema êrîşa PKKê berîya mehekê hatîye daxistin, kesên ku xwedî destûra nîştecîhbûnê ya Herêma Kurdistanê li Rojava asê mabûn, îro jî wan bi rêya deriyê El Welîd, careke din berê xwe dan Başûr.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê rojekê destûr da wan ku derbas bibin.

Pustên heman beş