Kesayetîya Evdıla Ocelan ya patolojîk û hevrikîya sîyasî li Bakurê Kurdistanê

Axaftina Tayyîp Erdogan a ku îşaret bi Selaheddîn Demîrtaş û Evdila Ocelan dayî, li bakûr hê jî tê nîqaşkirin. Erdogan got,"Ew ê li Edîrneyê hesabê bide yê li Îmraliyê" Li ser vê peyvê gelek nîqaşên siyasî hatin kirin. Dê hêj jî çêbin. Lê bi rastî pirsek wiha jî heye:"Gelo Ocelan Demîrtaş napejirîne?" Heta em zelaltir bipirsin, “Di navbera Demîrtaş û Evdila Ocelan de hevrikî yek serokbûnê heye?

Axaftina Tayyîp Erdogan a ku îşaret bi Selaheddîn Demîrtaş û Evdila Ocelan dayî, li bakûr hê jî tê nîqaşkirin. Erdogan got, “Ew ê li Edîrneyê hesabê bide yê li Îmraliyê” Li ser vê peyvê gelek nîqaşên siyasî hatin kirin. Dê hêj jî çêbin. Lê bi rastî pirsek wiha jî heye: “Gelo Ocelan Demîrtaş napejirîne?” Heta em zelaltir bipirsin, “Di navbera Demîrtaş û Evdila Ocelan de hevrikî yek serokbûnê heye?

Her kes dixwaze bersiva vê pirsê bi “Di pêvajoya çareseriya ku Evdila Ocelan di sala 2013 an de bi dewleta Tirk re dixwest bike Selahattîn Demîrtaş nûnertiya xeteke cuda dike” vedibêje. Hin kes jî dixwazin têkçûna nîqaşên pêvajoya çareseriyê ya 2013 an bi Selahattin Demirtaş ve girêbidin. Ji ber ku hin kes difikirin ku Demîrtaş bi gotina “Em te nakin serok” rê li ber muzakereyên bi Erdogan re girt û hêrsa Ocelan a li hember Demîrtaş jî li ser vê yekê çêbûye.

Li vir yekem tişta ku tê bîra me ev e; mîmarê peyva “Em te nakin serok” Sirri Sureyya Onder bû. Çima Ocelan di heman demê de li dijî Demirtaş be, di heman demê de ji Sirri Sureyya hez dike û xwe jî wekî “bavê ruhanî” yê Sirri îlan dike? Yan sedemên din ên kerba Ocelan ya li hember Demîrtaş hene?

Kesayetîya patolojîk a Ocelan

Bêyî çareserkirina kesayeta Evdila Ocelan a patolojik û şêwazên wî yên hêzbûnê û siyasetê, bersivdayîna vê pirsê pirr zehmet e. Ji ber ku awayê ku Evdila Ocelan rêbertiya xwe birêxistin dike û hawirdora xwe ya siyasî tanzim kirine bi vê şêwaza serokatîya patolojîk a Ocelan ve girêdayî ye. Ez ezîya kesayetîya Ocelan a narsîst ji derveyî xwe hemû kesî dixwaze tüne bike. Ocelan qebûl nake xeynî wî ku Kurdek din ti qadan de derkeve pêş. Derûnîya Ocelan hew qas waswase wî di salên 1980 an de di got; li dijî min Îbrahîm Tatlises û Yilmaz Guney derdixin pêş. Heta Apê Mûsa (Enter) jî, ji xwe re weke reqîb didît  û ew bêzar kiri bû.

Ocelan ti carî qebûl nekiriye ku hem di nava PKK ê de û hem jî di nava rêxistinên girêdayî PKK ê de çi kes bi sere xwe bibe hêz. Nivîskar, stranbêj, hunermend, şanoger an helbestvan kî dibe bila bibe, eger kadrobûna PKK ê qebûl kiri be wê çaxê ew ê berhemên xwe yên takekesî rawestîne û tenê dê navê Apo dexîne pêş. Di warê siyasî de jî wisa ye. Kes nikare bi sere xwe siyasetê bike, ew tenê dikare bi navê sîyasetê sere xwe rake û dayne.

Li Bakurê Kurdistanê ji sala 1990 î ve partiyeke siyasî heye. Binêrin, ew navên despêk derketîn pêş ên wek Zubeyir Aydar û Remzî Qertal bûne kadroyek PKK ê, di sîstema fermandariya PKK ê de cih digirin. Kadroyekî PKK ê yê 20 salî dikare here ji Remzî Qertal re bêje, vê bike vê neke. Ji ber vê yekê rewşeke teslîmiyetê di nava rêxistinê de heye.

Ocelan Leyla Zana bo xwe wek hevrik dît

Mînak Leyla Zana ji ber jinbûn û helwesta xwe ya zelal derket pêş. Xelata Azadiya Fikrê ya AP a Sakharov ji Leyla Zana re hat dayîn. Ocelan digot sedemê vê xelatê dayîn ew e ku naxazin rastîya min bibinin loma daye Leyla Zana. Dema ku Leyla Zana di hezîrana 2004 an de ji girtîgehê derket û xelat xwe wergirt, heman Ocelan ji parêzerên wê re got, “Dixwazin Leyla Zana derxin pêş û min paşve bidin. Di encamê de Leyla Zana rastî gefên PKK’ê hat û niha li gundê xwe dijî û xwe ji siyasetê dûrxistîye.

Sirri Sakık di salên 1990î de ji ber ku hinekî derketibû pêş ji aliyê Evdila Ocelan ve weke sîxur dihat sûcdarkirin.

Di salên 2000 î de bi hilbijartinên şaredariyan û parlemanên meclîsê re siyasetmedarên di qada hiqûqî de zêdetir derketin pêş. Ocelan ji destpêkê ve di qad a legal de navên dîyarde nexwest cî bigirin.

Ocelan: Baydemîr dikare serbixwe tevbigere

Yek ji van navan jî Osman Baydemîr bû, Ocelan di Adara 2004 de gotibû ez li dijî Osman Baydemîr im. Sedema dijberiya xwe bi gotinên “yên Ji rêxistinên sivîl tên, gelekî serbixwe hereket dikin, nikarin bên disîplina rêxistinê, Yekîtîya Ewropa piştgiriyê dide wan û wan kesa ji xwe re di şixuline” di anî ziman. Baydemîr ji bilî PKK ê jî xwedî nasname kî sîyasî-kesayetî bû. Tevî hemû zextên Ocelan-PKK ê jî Baydemîr ji bo parastina nasnameya xwe ya takekesî pirr hewl da. Her gotinên wî di bin xezeba PKK û Ocelan de man. Ocelan bi tundî bersiva daxuyaniya Baydemîr da û got, “Ew zirzop dixwaze çi bike?” Her wiha di kolîsan de diyar bû ku Ocalan nedixwest Baydemir di sala 2015 an de bibe parlementer.

Çima Öcalan ji Demîrtaş hez nake?

Piştî kurtebêjî van hemûyan, eger em bên ser mijara hevrikiya Selahaddin Demîrtaş û Ocelan. Gelo hevrikî yek wiha heye? Belê heye. Lê ev hevrikî ne ji ber wê ye ku Demîrtaş fikr û bernameyeke siyasî ya ji Ocelan cudatir dipejirîne. Mijara esasî ew e ku nexweşiya Ocelan a patolojîk ku bi her tiştî û her kesî re hevrikiyê dike û vî dijberîyê dixe nava rêxistinê de.

Demirtaş kesek ciwan, zîrek, bi şêwazê axivtin û xîtabî de  jêhatî bû. Dikaribû bi hin aliyan ve xîtabî gel bike. Pîçek piştgirî ji derve jî, jê re hat û dîyardeyî yeke cidî bi dest xwe xist. Wî jî mina Baydemîr di got ez jî heme.

 Demîrtaş her çendî ji bo pesindana Ocelan gelek gotin kiribin jî, lê bi rastî hêvî dikir ku kesayetiya wî ji aliyê Ocelan ve were pejirandin û cîh jê re were dayîn. Em dikarîn bibêjin Selahaddin Demîrtaş jî “nêzîkatiya birayê bicûk ji Ocelan hêvî dikir” Nêzîkatiyên siyasî yên Demîrtaş ên di dema girtîgehê de tijî îşaret seranserîya wî nişan dide. Demîrtaş ne kesayetiya Ocelan û ne jî Pêwendîyên PKK- dewletê baş fêm nekirîye. Ji ber vê sedemê ne dewlet û ne jî Ocelan-PKK ji zîndanî bûna Demirtaş ne aciz in. Ev 18 sal in di navbera Erdogan û PKK ê de têkiliyeke berdewam heye. Di vê pêwendiyê de bi dehan caran nelihevkirin, agirbest, parastina pasîf, ji ber cejnê bêdengkirina çekan û hwd. Di bin van navan de danûstandin hatin kirin. Yek ji wan jî bi ser neket.

Ma Demirtaş bizina guneha ye?

Niha Erdogan li ber vê yekê radibe û Demîrtaş weke tewanbar nîşan dide. Rêveberê Pkk ê Duran Qelkan bersiva Erdogan dide, lê gotina ku dê Demîrtaş hesab bide jî piştrast dike. Hevalê Qedîm ê Ocelan Elî Kemal Ozcan ku demeke dirêj di navbera dewlet û Ocelan de çenteyan tîneûdibe, ji hemû sedemên neçareser kirina kêjê, Demîrtaş sûcdar dike.

Ez wekî Nivîskarê vê gotarê xeta siyasî ya Selahaddin Demîrtaş napejirînim, xela Demîrtaş jî herî kêm bi qasî ya Ocalan tirkbûnî dibîne. Lê mafê Sîzar ji Sîzar re ye; Gotinên Demîrtaş ne sedema bidawîbûna pêvajoya çareseriyê ye. Kiryarên Demirtaş ne bêkontrol bûn, her tişt di bin kontrola PKK ê de dimeşî ya. Ger PKK û Ocelan bixwesta, di rojekê de li hember Demîrtaş dikarîn helwêst deynin û ji bo sîstema Serokatî peymanek stratejîk çêbikin. Mebest ew bû, ku tu alî yan nexwest li hev bikin. Niha jî tê xwestin ku Demîrtaş bikin bizina guneha.

Pustên heman beş