Kê derê zîndana Hesekê vekir û dê berê terorîstan dene kuderê?

hasaka-isis-iran-pkk-iraq-kurdistan

3 Rojin şer li zîndana “Sînae” ya Hesekê ku meznitrîn zîndana terorîstên DAIŞ ê ye li Sûryê berdewame, bi sedan terorîst reviyane û hêjan nehatine desteser kirin.

Hemwexta dewama şer li zîndanê, gelê Kurd bi teybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê li bersiva van pirsan digere:

  • Kê deriyê zîndanê vekir?

  • Çima di vê demê de vekir?

  • Azadkirina terorîstan bi ecêndayên kîjan dewleta îqlîmî ve elaqedare?

Pirsa gewher jî eve:

Wê berê terorîstan bi kuderê de bidin?

Zîndana Sînae çî ye?

Zêndana “Sîna e” dikeve taxa Gwêran li bajarê Hesekê, meznitrîn zîndana terorîstên DAIŞ ê ye li Sûryê, herî kêm 5 hezar terorîst tê de ne, ev zîndan weke bombeke wextkirîye, kengî bê wexistin wê were teqandin.

Beşa lekolînê a pêgeha “Darka Mazî” agahiyên teybet li derbarê zîndana “Sîna e” bi dest xistine, ev agahî bersiva wan pirsan dide yên ku li cem gel bê bersiv mane.

Vekirina derî operasyoneke îstixbaratî bû 

Paş şikestina biloka “Hêzên Şîe yên girêdayî Îranê” di hilbijartinên Îraqê de, ji boy astenigkirina avakirina hikûmeta Îraqê, Tehran kete di nava hewlên mezin de, şikestinên “Biloka nêzî Îranê” di çêkirina kwalisyonan de ji bo ku tevlî hikûmeta nû bibin, rê ji boy pilan B vekir, pilan B ango “Hişyar kirina terorîstên li Hesekê razayî”!!.

Digel nêzîkbûna dema avakirina hikûmetê û xweyabûna nexşerê û nasnameya hikûmeta 4 salên pêş me, ya ku wê ji hêla biloka “Şîe – Sunî – Kurdî” ve were birêvebirin, Îranê ferman li “Enîya Miqawemê” li Şengalê û Rojava Kurdistanê kir ku banga terorîstên razayî bikin û jêre bibêjin êdî nema hûn razayî bin.

Her kes dizane ku PKKê pêwendiyên sitratejîk li gel Îranê hene û li ser vê esasê Îranê PKKe xistîye di “Enîya Miqawemê” de û li Şengalê PKKe ecêndayên Îranê bi cî dike.

PKKê fermana Îranê wergirt û her di zû de hêza xwe ya li Rojava erikdar kir û rê ji boy reva zîndana “Sîna e”  çêkir, zîndana “Sîna e” li navçeyeka jêr desthilata HSDê û PKKê de ye.

Bi gotineke din, di mijara reva terorîstan de, PKKê rola serbazê guhdar leystîye.

Terorîstên revyayî wê bi kuderê de biçin?

Heger mirov bi kurtasî li bûyerên du mehên rabûrî li Şengalê û xeta navçeyên Kurdistanî binere, wê bi başî xweya bibe ku terorîstan pir caran êrîş birin ser hêza Pêşmergehan û artêşa Îraqê û zirar bi herdu hêzan gihandin, Îran bi alîkarîya PKKê dixwaze terorîstên Hesekê derbasî dorbera Şengalê, çiyayê Qereçûx bike û ji wir li navçeyên Kurdistanî yên nêvbera Başûrê Kurdistanê û Îraqê belave bike.

Îran dixwaze bi vê rêkê hem zextê li ser biloka Hêzên Negirêdayî xwe çêbike, hem jî hewlên avakirina hikûmeta nû asteng bike, ev ji boy Îranê, lêbelê PKKe jî wê sûdê ji vegera terorîstan bo Şengalê bibîne, ji ber ku wê enîyeka şer çêbibe û zexta artêşa Îraqê ya li ser PKKê li Şengalê û çiyayê Qereçûx kêm bibe û her kes dizane ku li çiyayê navbûrî baregehên PKKê û nuqteyên terorîstan li kêleka hevin.

Komara Îslamî dixwaze bi vekirina deriyê zîndana Hesekê û veguhestina terorîstan ji boy xeta nêvbera Başûrê Kurdistanê û Îraqê, zextê li ser hêza Pêşmergehan û hêzên Şîe û Sune yên ku dê hikûmeta nû ava bikin, çêbike, dixwaze vê ezmûnê asteng bike, êrîşa ser baregeha PDKê ya li Bexdayê, ofîsa cêhgirê dûyemîn ê serokê parlmentoya Îraqê li Kerkûkê, êrîşên li ser serkirdeyên Sune jî beşeka pilanên Îranê yên astenigkirina avakirina hikûmetê bûn ku ji bera vekirina deriyê zîndanê hatin jiyan kirin.

Pustên heman beş