Hemû geştên asmanî li Diyarbekirê hatin rawestandin

Hemû geştên asmanî li Diyarbekirê hatin rawestandin

Hemû geştên asmanî li Diyarbekirê ji ber mija zêde hatin rawestandin. Rêya Diyarbekir û Riha û Diyarbekir û Elezîzê jî hatin vekirin.

Li Diyarbekirê ji ber mija zêde, hemû geştên asmanî yên ji Diyarbekirê û ji bo Diyarbekirê hatin rawestandin. Rêveberiya Balafirgeha Diyarbekirê ragihand, ji ber mija zêde balafir nikarin bifirin û danin.

Rêveberiya Balafirgeha Diyarbekirê diyar kir: “Tê çaverêkirin ku di saetên pêş de bi belavbûna mijê, geştên asmanî wê ji nû ve destpê bikin.”

Pustên heman beş