HSD: Hemû girtîyên DAIŞê di zindana Sinae ya Hesekê da teslîm bûn

HSD: Hemû girtîyên DAIŞê di zindana Sinae ya Hesekê da teslîm bûn

Îro roja çarşemî 26ê Çileyê 2022yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD’ê) ragihand ku hêzên wan girtîgeha Sinae ya Hesekê ku terorîstên DAIŞê têde serî hildabûn bi temamî kontrol kir.

Navenda ragihandinê ya HSD’ê eşkere kir; Pêngava Gurzê Gelan bi encam bûye û zîndana Sinae ya bajarê Hesekê bi temamî ketiye bin kontrola hêzên Sûriya Demokratîk (HSD’ê).

Navenda ragihandinê ya hêzên Sûriya Demokratîk Ragihand ku hêzên wan û hêzên ewlekariya hundirîn di bin navê operasyona “Gurzên Gelan” da girtîgeha Sinae ya li taxê Xiwêran bi tevahî xistin bin kontrola xwe û hemû çekdarên DAIŞê ku di hundirê wê da bûn, hatin girtin.

HSD’ê diyar kir ku îro hejmarek mezn ji çekdarên DAIŞê yên ji girtîgehê reviyay, xwe radestî wan kirin û kesên desteserkirî bo cihekî ewletir hatin veguhestin.

Herwiha aşkera kir; ji destpêka êrîşa ser zîndana Sinae li Hesekê, HSD’ê nêzîkî hezar çekdarên DAIŞê neçar kirine ku xwe radestî Hêzên Sûriyaya Demokratîk bikin.

Pustên heman beş