Serokê berê yê Dermanxaneyên Tirkiyê: 900 cureyên derman peyda nabin

Serokê berê yê Dermanxaneyên Tirkiyê: Li Tirkiyê 900 cureyên derman peyda nabin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê krîza peydakirina dermanan her diçe kûrtir dibe û welatî nikarin peyda bikin, eger hebin jî gelekî giran in.

Serokê berê yê Dermanxaneyên Tirkiyê Erdogan Çolak ragihand ku niha li bazarên Tirkiyê 900 derman peyda nabin.

Li Tirkiyê her sal ji ber di meha Sibatê de bihayên dermanan tên nûjenkirin, berî meha Sibatê pirsgirêka peydakirina dermanan derdikeve. Îsal jî ji ber Tirkiyê di sektora dermanan de bi derve ve girêdayî ye û bihayê lîre li beramber pereyên biyanî zêdetir daketiye, krîza peydakirina dermanan kûrtir bûye.

Erdogan Çolak got: “Niha li bazarê 900 derman peyda nabin û ji vir û pê de peydakirina hinek dermanên erzan jî zehmet dibe. Kompanyayên dermanan bo dabînkirina dermanan li hêviyê ne ku bihayên nû bên eşkerekirin. Îsal dê  20ê Sibatê biha bi rêjeya %35-40 bên nûjenkirin û dê welatî ji bo dermanan zêdetir pereyan bidin.”

Çolak dibêje: “Hejmara dermanên peyda nabin her roj zêde dibe. Niha 900 derman peyda nabin. Nîvê reçeteyên ku doktor ji nexweşan re dinivîsînin paş de vedigerin. Niha şiruba kuxikê, hinek dermanên diyabet, hipertansiyon, hinek êşbir û antîbiyotîk û dermanên onkolojiyê peyda nabin. Ew jî dibe sedem ku welatiyên berdewam van dermanan bikar tînin rûbirûyê pirsgirêkan bibin.”

Çolak tekez dike ku ji nebûna dermanan kompanyayên derman û Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê berpirs in û dibêje: “Dermanxane nikarin dermanan depo bikin. Dermanxane encex dikarin bi qasî mehekê dermanan depo bikin. Eger dermanek li derve bi 100 euro be dema tê Tirkiyê em bi 60 euroyan didin. Ji ber guhertina di bihayê pereyên biyanî de kompanyayên derman bi hinceta qezenc nakin derman nayînin û nadin bazarê. Wezareta Tendirustî, di meha Kanûnê de bihayê hezar û 300 dermanan %16 zêde kir û di meha Çile de jî bihayê 110 dermanan %30 zêde kir. Niha jî dê 20ê Sibatê biha bên nûjenkirin.”

Pustên heman beş