Demirtaş bang li ciwanên Kurd dike: Dersa zimanê Kurdî hilbijêrin

ده‌میرتاش

Hevserokê berê yê HDPê Selahettin Demîrtaş di peyamekê de bang li ciwanên Kurd kir, ta ku li dibistanan dersa zimanê Kurdî hilbijêrin.

Selahettin Demîrtaş li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” peyamek belav kir û tê de nivîsî: “Silav ciwanên bi qîmet. Weke hûn jî dizanin, hilbijartina dersên bijarte heta 7ê Sibatê hat dirêjkirin. Ji kerema xwe li dibistanan zimanê xwe yê zikmakî hilbijêrin”.

Ji bo dersên hilbijartî yên ku di sala perwerdehiyê ya 2022-2023an de dê li dibistanên amadeyî yên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê (MEB) bên dayîn, di 7ê Sibatê de dema hilbijartinê bi dawî dibe. Ji xwendekaran tê xwestin ku heya vê dîrokê dersên xwe yên bijartî hilbijêrin.

Eger heta 7ê Sibatê tomarkirina zimanê kurdî wek dersa hilbijartî zêde bibe, di sala nû ya xwendinê de, dê hejmareke zêde ya mamosteyên Kurmancî û Zazakî ji bo polên 5, 6, 7 û 8an bên erkdarkirin.

Pustên heman beş