Efsaneya aşitîyê

Efsaneya aşitîyê

Îro 31 Çileya 2022ane û 35 sal bi ser koça dawiya Îdrîs Barzanî re derbas dibe. Dost û heval û hevçeperên wî, wî wek endazyarê yekrêziya gelê kurd binav dikin, ji ber ku kar ji bo yekîtiya navmala kurdî dikir û qebûl nedikir Kurd bindest bin. Îdrîs Barzanî di dîroka tevgera azadîxwaza kurd de rolek taybet heye. Rengê wefadariya Îdris Barzanî welê dikir ku her dem mirov bizanibe ka di siyaset û bîreweriya kurdayetiyê de hevaltî û piştgirî çiqasî girînge. Wefadariya Îdris Barzanî dihêla ku gelek kes bi doza xwe ve bi dilsozî bên gêredan.

Ew kesekî bi helwest û biryar bû. Wek endazyarê avakerê bereya Kurdistanî tê naskirin. Yanî bi zimanek din ew endezyarê aşitiyê bû.

Îdrîs Barzanî sala 1944 li gundê Barzan li Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Dema temenê wî 3 sal bû, ligel malbata xwe, ji aliyê desthilata wê demêya Iraqê ve, bo başûr û naverasta Iraqê hate dûrxistin û heta 11 salan jiyaneke zehmet, dûr ji welatê xwe, derbas kir. Lê belê ew jiyana zehmet nebû sedem ku nexwîne û dest ji xwandinê berde. Lê mixabin temenê Îdris Barzanî gelek kurt bû. Ewî zû ji nav tevgera azadîxwaza kurd koç kir.

Piştî karesata sala 1975 û têkçûna şoreşê, bi awayekê berdewam tekezî li wê yekê dikir, ku divê xelkê aware û koçber vegerin cih û warên xwe li başûrê kurdistanê. Di encama vê dîtna wî de, sala 1976ê PDK’ê bi serokatiya «Qiyada Muweqet» dest bi şoreşa Gulanê kir.

Navê Îdrîs Barzanî bi aştiyê ve hatiye girêdan; serkirdeyek ku wek “endazyarê aşitiya di navbera partiyên kurdî de” tê binavkirin. Serok Mesûd Barzanî derbarê vê yekê de dibêje, “Kak Îdrîs Barzanî baweriyeke temam bi parastina nasnameyeke yekgirtîya tevgera rizgarîxwaza kurd hebû û girîngiyeke zêde bi piralîbûnê dida di jiyana partîzanî de; ev herdu faktor sedemên sereke bûn di pêkanîna derfeta aştbûna giştî di sala 1986an de, ji ber wê yekê jî, nasnavê “endazyarê aştbûna giştî” pê hat bexşîn.

Sala 1961an dema şoreşa Îlonê dest pê dikir, Îdrîs Barzanî roleke mezin hebû, taybetî di şerê Hendirên de, ku paşê giftûgoyên di navbera şoreşa Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de gihiştin rêkeftina 11ê Adara 1970, piştî sala 1975an di destpêkirina şoreşê û pêkanîna pêkhatina bereya niştmanîya Iraqê û paşê di aştbûna niştimanî û aştbûna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de roleke mezina Îdrîs Barzanî hebû.

Berî wê jî, di pêkanîna peywendiya li gel partiyên beşên dinên Kurdistanê jî roleke mezin hebû, bi taybetî di pêkanîna hevahengiya li gel partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Abdullah Ocalan de. Ew taybetmendiya pêkanîna hevkariyê bi şêweyekî berçav bû ku di edebiyata partiyê de wek “endazyarê aştbûna giştî” hatiye binavkirin.

Weke ku hevxebat û hevalên wî behis dikin, Îdrîs Barzanî herdem tekezî li ser girîngiya hevkariya Partiyên Kurdistanî dikir û nîşan bi wê yekê dida, ku bi wê rêyê gelê kurd zûtir û bi awayekî hêsantir digihêje mafên xwe.

Îdrîs Mistefa Barzanî, sala 1944 an li Barzan ji dayik bû û roja 31ê Çileya 1987an li bajarê Sîlvana yê ser bi bajarê Urmiyêyê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.

Piştî raperîna 1991ê û rizgarkirina beşeke mezin ji xaka Kurdistanê, di 6ê Cotmeha 1993an termê Rêberê Tevgera Netewî Mele Mistefa û serkirdeyê diyar ê tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê Îdrîs Barzanî, ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê hatin veguhastin û li gundê Barzanê bi axê hatin spartin.

Pustên heman beş