Mijarek le ser ziman û asîmlasyona zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê

Mijarek le ser ziman û asîmlasyona ziman

Ziman nasnama Netewîye, eger Ziman tinebe ti wateya netew jî tineye, bi zimanê dagirkera axaftin û zimanê wan mezin dîtin tê wateya înkarkirina netew û zimanê xwe, ger mirov Zimanê Dayikê ne parêze ti wateyekî ku bibêje ez netew perwerim na mîne.

Ev mijara ku em dixwazin behs bikin li ser tekoşîna ku PKKe an jî HDP Li Bakûrê Kurdistanê dide ye, Eşkere û diyare ku ev tekoşîna wan ti eleqe bi netew bûnê ve tineye, bes bûyne pirek dinavbera Tirka û Kurda ji bo asmîlekirina zimanê Kurdî û dane qebûlkirina zimanê Tirkî bi kurdan re.

Dema ku PKKe hatî damezrandin fikra Apo ew bû ku digo emê ew sîstema feodalî ya ku li bakûrê Kurdistanê heyî hilweşînin û bi fikra Lenînîzm û Markisîzmê têgeha Sosyalîzmê ava bikin, lê belê weke Apo bi xwe dibêje, ew bû şopdarê rêya çepên Tirka ku rêberiya wan Mahîr ÇAYAN û Denîz GEZMÎŞ dikir, bi awayekî ku li ser vê yekê Apo û Cemîl bayik bi devê xwe dibêjin em berdewamiya çepên Tirkan e, ya ku rêveberiya wê Mahîr û Denîz dikir.

Apo dizanî helqeya zeîf ya zincîrê Kurdistan e ,û Gelê Kurd jî têniyê azadiyêye, gereke zincîr di helqa zeîfda bişkê, Apo ev helqeya zincîre ya zeîf baş bi kar anî û bi  navê netew bûnê Kurdên bakûr bi xweve dangirêdan û xapandin.

Gelek Hizb û herketên Kurd jî ev baş tesbît kiribûn û di xwestin vê potansiyela mezin ya Kurd, bêxin herketê û bi dem ra tekoşînekî netewî dest pê bikin. Lê Dewletê ev tişt dizanî û hîs dikir ku xetereyeke mezin li benda Dewletêye, û Dewletê ew qeder ceribandin kiribûn li ser tinekirina Kurda, ku demekê di got me Kurd li çiyayê Agirî bin erd kirin û li ser jî beton kir. Lê tirka nizanî bû Ku ziman û çanda Kurda ew qeder bi hêze ku dê wê betonê bi qelêşe carek dî dê serê xwe hilde. Tirka bi ti awa ne karî bû Gelê Kurd ji netew û zimanê wê dûr bixe û asmîle bike. Xeteriya hizb û hereketên Kurdî dîsa tirsekî mezin kiribû di dilê Tirkên faşîst da.

Lê Yêk rê hebû ku Dewlet bikare bike, ewjî di nav Kurda bixwe Rêberekî nexşandî û bi destê xwe perwerde kirî hazir bikin û Pêşkêşî Gelê Kurd bikin. Ev kes jî Perwerde kiriyê Dewleta tirk û MÎT ê anku Evdila Ocelan bû.

Di gelek tehlîl û nivîsînên xwe de, Apo bi devê xwe îhtiraf dike û dibêje ti eşqa Kurdîniyê bi min re tineye. di wî ser wextê ku Apo li Kînyayê hatî girtin jî, hêj di balefirê de bû dema gotî Dayka min Tirke û ez di bin xizmeta Dewletê dame, dîsa dîmen û vîdyoyên Apo dema li îmralî yê ji bo serok arkanên TC ê taxive û digo eger Dewlet derfetê bi min bide ezê wisa bikim ku cihekî wek Hekarî jî bi Tirkiyekî ya Istanbolî baxive û rê û rêbazên asîmlekirina Kurda nîşanî dijmin dikir hene.

Ev axaftin û ihtirafên Apo diyar dikin ku armanca wî her di serî de li gel Mîtê û dewletê bûn bû. Hereketa ku Apo bi destê MÎTê çêkirî û zimanê wê Li ser esasê Tirkî hat pêş xistin û zimanê PKKê yê resmî kir Tirkî, di nava kadroyên PKKê de heger Hevalek li ser zimanê Kurdî şîroveyekî bike tê têşîr kirin henek pê tên kirin.

Niha zimanê HDPê ku baskê siyasî yê Apo û PKKê ye jî Tirkiye, ji boy ispata vî tiştî jî dinav PKK’ê de em dikarin qala vê yekê bikin ku dema kadroyek bi Kurdî diaxve, ew kadro di nava PKK de bi nezan û ne rewşenbîr û milîyetçî tê rexnekirin tê biçûk xistin. ev têgeh dinav  HDP ê de jî heye. Giş civîn bi zimanê Tirkîne û her kes hewl dide ku xwe wek rewşenbîr bide nîşandan bi Tirkî diaxive.

Ew «Hevalên» ku ji parçeyên din yên Kurdistanê tevlî PKKê dibin di demekî kurt de Tirkî pê didin zanîn, Yanî Apo û PKK’e bûyne mekanîzmayekî esasî ji bo asîmlekirina Kurdê netewperwer.

Giş hereketên Kurdî gava herêmek di bin kontrola xwede di girt xebata serekî perwerde kirina zimanê Kurdî di  hate dîtin, Ev nimûne li Rojhilatê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê hatiye jiyan kirin ,li Rojavayê Kurdistanê jî ev nimûne li berçav xweya bû, di wî serdemîde Gelek kes û hizb hebûn wek  Celadet Bedirxan, Nûredîn ZAZA, Dr.Nûrî DERSIMÎ, Cigerxwîn, Seydayê TÎRÊJ ,Osman Sebrî, Mehemed Şêxo, Seîd Gabarî û gelek kesên din. li rojava nivîsandin û perwerde kirina dîrok, edebiyat, çand û hûner û dîsa giringiya zimanê Kurdî  hebû û xizmetên pir mezin hatibûn danê, lê gava Apo û PKK a xwe li Libnan û Sûriyê bi cî kirî ev rewş bere bere zeîf bû, PKKê li Rojava bi alîkariya Rejima behs û Serokê wê Hafiz el Esed bizava di bin navê herçar perçê Kurdistanê ciwanên Rojava xapandin û ew hizb û layanên din, wek casûs û xizmetkarê dijmin binav kirin û gelek kes û siyasetmedar yan kuştin yan lêdan û ne hiştin li deverê bimînin, li wir giringiya ziman û perwerda netewî ne hiştin, giş zivirand ser fikra Sosyalîzma Apo ku bi destê Faşîzma Kemalîsta hatiye çêkirin, ji xwe rewşa Rojava ana jî xweyaye çawa ji baweşê niştiman qutkirin û Mintiqe kirin Ereb û navê wê yê şirîn jî kirin «Bakûr Rojhilatê Sûriyê», anehajî li rojava zimanê Erebî serekîye û gava di kombûnan jî civînek hebe di wê civînê de %1 jî Ereb be lazime zimanê wê civînê Erebî be.

Babetê me dê were ser Kurdistana Başûr, ew başûrê Kurdistanê ku bi xwîna bi sedhezara Kurda hatî avdan, bi enfal û kîmye baranê rû bi rû may, bi kedek û tekoşînekî pir mezin li hember osmanî, îngilîz û Ereba li berxweday, bi dehan Serkirdeyên wek Şêx Abdulsalam, Şêx Mehmûd Hefîd, Mela Mistefayê Barzanî di vê rêda canê xwe feda kirî û tawîz ji bo jiyana xwe rizgarkin ne dan dujmin û heya ku bi piştevaniya Gellê Kurd li Başûr ev destkeftî bi dest xistî.

Neha Başûr take parçeyê kurdistanêye ku Hikûmeteke resmî, al û Parlemanek resmî, û zimanê şirîn yê Kurdî resmî tê axaftin, Dibistan, zanko, sazî û degahên hikûmetê de bi zimanê Kurdî tên perwerdekirin û axiftin.

Lê PKKê di dest pêka damezrandina Hikumet û parlementoya Kurdistanê helwesta xwe ya nerênî (negatîf) nîşanda, Pêşmerge û Partiyên başûr wek dujmin bi çekdarên xwe û Gelê bakûr da nîşandan, ji bo ku ev deskeftiyên Kurda ji dest biçin bi piştevaniya dujmin gelek cara êrişî başûr kir û xwest dest werdanê di nava başûr da bike. Heya astekî wisa jî birin kesên wek Diyar Xerîb ê ku li Qendîlê hatî kuştin jî, li Kerkûkê dewreyên perwerdê ji bo Kadirên PKK’ê di nava PÇDKê de û gel û layangirên xwe vedikirin, di van perwerda da digo dibe ku em navê Kurdistanê li vê parçeyê jî nekin, ji bo ku bo birayên me yên Ereb û Tirkuman hesasî çênebe û navek din ê guncaw lê bê kirin.Mixabin fikra PKKê ji bo tekoşîna Gelê Kurdistanê eve.

Kurdistana Başûr bûye sîwanek ku ji bo hemî Kurd bi karin ziman, çand û dîroka xwe bi parêzin û xwe lê bigrin û xwe lê biparêzin, Serekî jî PKKê û HDP. ev şerê ku li gel Dewleta Tirka bi pêş keftî şerê xendeka bû ku bi pîlana MÎTê Apo û Qendîlê da hatî çêkirin, kesên ji vî şerî sax filitî leyengirên PKK’ê û HDP’ê ji bo parastina xwe, xwe avêtin Başûrê Kurdistanê dîsa bi sedan kesên ji destpêkê were li gel Dewleta Tirk pirsgirêk hebûn di bin sîwana Hikûmeta Herêmê de xwe diparêzin, lê tiştê ecêb çiye li vê derê em bêjin? Gotineke Mezinên Kurda heye, ku dibêjin nanxwerê sifre dirîn, yanî ew sifra ku nan û xwarin ji bo pêşkêş kirî ew wê sifrê di qetînin, mesala van kesê girêdayî fikra Apo karê wan eve, di nav Başûr da xwe bi parêze di derbarê Hikûmeta Herêmê da diayet û propagandayên xirab bike û tevlîheviya çêbike.

Em dîsa bizivirin ser babetê esasî yê ziman. Zimanê Tirkî ku di bingeha xwede de bi zimanekî herî zeîf ê di dinyayê de tê naskirin, ev ziman ji Kurdê me yê bakur re bûye zimanekî balkêş û ji xwere re kirine zimanekî fermî û pêşketî.

Herçend Tirka zimanê xwe bi darê zorê xwastibin bi Kurda bidin qebûlkirin jî, ji ber ku Dayikên me yên Kurda li malê Kurdî nîşanî zarokên xwe dikirin nedihiştin li nav malê de zimanê Tirkî anjî zimanekî biyanî bê axiftin, ji bo wê jî Kurdî zeif nedibû. lê roja me ya îroyîn bi taybetî jî yên girêdayî PKK’ê û HDP’ê xwe gehandin nav mala Kurd, di bin navê azadiya jinê de jin hat tanzîm kirin, û tehlîl û kitêbên Apo û PKK’ê gehandin hemî malan û li ser jinê farz kir ku yê nizanî xwendin û nivîsînê jî bike pê dan fêrkirin û navê wê jî kire rewşenbîrî û şoreşgerî, bi awayekî ku ev fêrbûna xwendin û nivîsîn jî, bi zimanê Tirkî bû, dewletê bi sala nikarî bû ne bi yatilî okul, ne jî bi vekirina kursên Tirkî yên bi şeva ji bo Kurdan, wan asmîle bikin.

Ev ziman ê Dijmin wisa li Kurda şirîn kirine ku bi ti awa dev jê bernade wekî hucreyekî xiyaneta bi zimanê xwe di kin, ew jî têra nake vî zimanê dujmin di gehînin parçeyên din ên Kurdistanê jî.

Niha em li Kurdistana Başûr binêrin, hejmarekî mezin Kurdê bakur li herêma Kurdistana Başûr hene, qismekî mezin jî ewin yên ji ber PKK’ê û HDP’ê revîne vê parçeyê, qismek jî Ji bo kar û xebatê hatine vir, hin kes ji wan Karkerin, miqawilin, mitehid û endazyarin, gelek ji wana şirket û dikan û xwaringeh ji xwere vekirine, hinek ji van kesan navê şîrketên xwe jî bi Tirkî bi nav diken bi Tirkî diaxivin û ew qeder Tirkî bal kêş kiriye, xiyaneta ku li zarokên xwe kirî têra nekiriye, ew karkerên xelkê başûr an jî rojhilat yan jî rojava ku li kargehên wa kardikin ew jî fêrî zimanê dujminê xwe kirine.

Li malên xwede ew qeder bi pêşda çûne rexmê ku Başûrê Kurdistanê bizimanê Kurdî her kes diaxive di malên van kesên Bakur bi teybetî jî, layengirên HDP’ê û PKK’ê li gel zarokên xwe bi tirkiyekî istnbolî diaxivin û ew zarok li nava dilê Kurdistanê de Kurdî nizane û bersiva te bi tirkî dide, her dîsa ew kesane wextê behsê Kurdîniyê dikin bê ku bizanin ew bûyne lingekî asîmlasyonê yê esasî, bê şermane dibêjin eger PKK’e û Apo nebaye ti zimanê Kurdî û bi navê Kurd tiştek nemabû. Eger PKK’ê û HDP rast dibêjin bila hinekê zimanê Kurdî bi rojev kiriba, hindî ji bo Apoyê taşaron meş kirî yêk carê jî ji bo zimanê Kurdî xelk ne daxist kolana, rojekê jî kampanyayek ji bo zimanê Kurdî li dar ne xistin, dibistan pirotesto nekirin, bi vê nêzîk bûna xwe lingê asîmlasyonê gehandine Kurdistana Başûr jî.

Maşşallah Hikûmeta meya herêmê jî demokrasiyekî ew qeder ku li ti welatên dinyayê nayê dîtin di babetê ziman de li Kurdistanê dimeşîne ti astengiyek ji bo naête derxistin, Nimûne: tu biçî kîj Welatên Ewropa heya ku tu fêrî zimanê wan nebî mafê niştecîbûnê û îkamê jî na din ti kesê, lê li Kurdistanê ti giringiyek bi vî babetî nayê dayîn û di hizra vê xeteriyê da nînin, heya gehiştiye astekî wisa Ku gelek  kanalên televizyonê li herêmê weşanê dikin, raste ev TV bi zimanê Kurdiye, lê hemî kanala temaşe biken diramayên flmên tirkane ku ji tundrewî û nijad perestî çîrokên derew, ku  di ti Welatên her demokrasiya pêşketî heyî jî vê îcazê bi televiyona nadin ku dîroka dujminê xwe bi zarokên xwe bidin guhdarkirin, û fêrî kultir û jiyana beredayî ya dijminê xwe bikin, wek kanala Atv, û Kanala Mistefa Bayremê Şirnexî, û Nrt û hwh. lê ev xiyanete ku ev kanalê televizyon dikin, kanalên tirka jî, her vê tiştê dikin, bes ferqa wê  bi zimanê Kurdî dîroka û zimanê dujminê xwe bi zarok û malbata Kurd didin nîşandan.

Lê ev kanalên ku dibêjin em xizmeta zimanê Kurdî dikin ne raste, xizmetkirina zimanê Kurdî nabe bala milletê Kurd bi kêşe ser jiyana dujminê xwe û tarîx û jiyana dujminê xwe li gelê xwe şirîn nakin, heya ku ciwanên mejî teqlîda dijminê xwe bikin bi uslûbê dujminê xwe teqlîd bike.

Kurd xwedî dîrokek û serhatî û destanên pir dewlemende, cihê Ku ev kanale biçin film û diramayên dijmin û xelkê bînin û bi xelkê xwe bidin nîşandan bila hinek zehmetiyê û fedakariyê bikin û li ser sînema û diramayên xwe bişuxilin, belkî xizmetekê ji welatê xwere bikin.

Pustên heman beş