Di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de li Rojava şer qewimî

Di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de li Rojava şer qewimî

Îro di navbera artêşa Tirkiyê û çekdarên PKK’ê de li gundê Endîwerê yê Rojavayê Kurdistanê şer derket.

Artêşa Tirkiyê îro danê piştî nîvro gundê Endîwerê yê ser bi Dêrkê ve bi çekên giran û hawinan armanc kir û du xaniyên welatiyan hilweşandin.

Heta niha çi zanyarî derbarê ziyanên canî nehatine parvekirin, lê belê hate zanîn ku çekdarên PKKê berisva artêşa Tirkiyê daye û bi çekên giran û mamnavend di navbera wan û artêşa Tirkiyê da şer çêbûye.

Ji ber derketina şer jî hejmarek ji gundiyan ji gundî derketîne.

Duh jî, baregehekê YPGê li gundê Teqilbeqil li herêma Dêrkê ji aliyê Tirkiyê ve hatibû topbarankirin û di encamê de 4 kes hatbûn kuştin.

Pustên heman beş