Di bûyerên girtîgeha Sinaeyê de destê kê di berîka kê da ye?

hasaka-isis-turkey-iran-pkk-iraq-syria-qsd

Hewildanên ku ji aliyê çekdarên DAÎŞ ê ve li zindana Sinaeyê ya li Hesekê hatî kirin, bi serê xwe gelek pirs û pirsgirêk derxistin holê. Li ser bûyerê hê jî gumanên ciddî hene. Gelo qey:

  • Serhildana DAÎŞ î yên di girtîgehê de çawa dest pê kir?

  • Ma ew tenê lawazîya ewlehiyê ye an jî nebûna îstîxbaratê?

  • Dewr û berên çavên xwe lêgirtîn hene?

  • Kî palpiştîya vê bûyerê dike?

Bersivên van pirsên wiha girîng hê bi temamî nehatine dayîn. Tenê di çerçoveya «DAÎŞ û Tirkiye» yê de li bûyer nirxandin, nahêle em wêneya giştî bibînin. Ji ber ku dema em hemû parçeyên bûyerê li hev kom dikin, tê dîtin ku bûyer pirr organîze ye. ev bûyera zindana Sinaeyê hinek destkeft ji bo Sûriye, Îran, Tirkiye, Rûsya û heta HSD ê jî derdixe holê.

Pilana HSDê ya ji bo girtîyên DAÎŞ ê çêkirî cî yê xwe negirt

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê, pêkhateya PKK ê a bi navê «HSD» ê ji destpêkê ve dixwest girtiyên DAÎŞ ê weke kartekî dîplomasî û sîyasî di dest xwe de bihêle.

Ji bo vê yekê jî rê li penaberên Ereb vekirin ku axa Kurdistanê cîbecî bibin, malbatên çeteyên DAÎŞ ê jî birin wargeha Holê kom kirin. Li gorî hesabên HSD ê êxsîrên DAÎŞ ê dê di pêşerojê de ji bo HSD ê di qada navneteweyî de cîh bigire, wê rolek pozetîf bilîze.

Li gorî xeyalên «PYD-HSD» ê bi avakirina dadgeheke navneteweyî, dê HSD e bibe partiyeke fermî û weke qehreman were pêşwazîkirin. Lê HSD ê ji ber pêwendîyên bi PKK ê re û xwe weke rêya sêyem binavkirin bû sedemek ku di sîstema navneteweyî de bêbawer lê bê meyzandin. Bi demê re ev girtî ji bo HSD ê û PYDê bûne pirsgirêkek mezin.

Sîstema navneteweyî a HSD ê weke partnerek pêbawer nehat dîtin. Ji ber ku PYD e li gel her alîyek sîyasî di nava pêwendîyên bêwate de da bû. Loma jî plana HSD ê ya «Êxsîrên DAÎŞ» ê serneket. Her ku dem derbas di bû kêşeya van êxsîran ji bo HSD – PYD ê di bon pirsgirêkek mezin.

Êxsîr firotin şêxên Ereban

Yanî girtiyên DAÎŞ ê ji bo PYD ê û HSD ê pirsgirêkeke girîng bû û hesabên li malê jî yên bazarê negirtin. Vê carê jî rêya «Firotin êxsîran» ji bo ko jiê xilas bibin hate hilbijartin.

Di nava girtiyan de, kadiroyên payebilind ên DAÎŞ ê jî, firotin şêxên Ereb. Her çend HSD e van tohmetan red dike, lê gelek belge derbarê endamên DAÎŞ ê yên ku firotîn Şêxên Ereban hene. Her wiha hin endamên DAÎŞ ê jî rasterast firotin malbatên wan.

Rojnameya Guardian, nivîsî: «Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di berdêla pereyan de girtiyên DAÎŞ ê têne berdan». Hinek jî bi peymana ku ew carekedin na vegerin Sûrîyê û Rojava bi meblexê 8 hezar dolaran hatin berdan. Di heman demê de hinek êxsîr jî bi pereyan ku derkevin derveyî baregehên PYD ê û HSD ê bi destûr revîyan.

Berpirsên girtîgehê û yên Asayîşê jî bi pereyan bi destûr hindek DAÎŞ î ji zîndanê dan revavdin. Hat zanîn ku gelek girtîyên DAÎŞ ê bi vî awayî ji zindana Sinaeyê reviyane û ew derbasî Iraqê bûne. Yanî HSD e ji bo ku ji van êxsîran xelas bibe hemû rê vekirî hiştibûn.

Gelo Plansaziya girtîgeha Sinaeyê ji hêla Tirkiyeyê ve hati ye danîn?

Rast e Tirkiyê di reva endamên DAÎŞ ê ji zindana Sinaeyê de roleke sitratejîk lîstî ye. Li gorî plana sitratejîk a Tirkiyeyê, «Rojava» yan divê ser Tirkiyeyê be, yan jî dîsa radestî dewleta Sûriyê bihê kirin. Rêya sêyemîn a ku desthilata Kurdan tê de heye, xeta sor a Tirkiyeyê ye.

Lê şirîkê din di vê mijarê de Dewleta Îranê ye. rêvebrîya HSD ê bi awayekî yekalî ev bûyer avêt ser Tirkiyê û bi şermokî dibêje, belkî Sûriyê jî çavê xwe lê girt be, lê qet behsa Îranê nake, bi vê nêzîkbûnê dixwazin hinek rastiyan veşêrin.

Di reva endamên DAÎŞ ê de Îranê roleke sitratejîk lîst. Armanca sereke ya Îranê di vî warî de ew bû ku DAÎŞ dîsa derbasî Iraqê bike. Bilez hinek alozîyan biafirîne û bi vî awayî wê desthilata Îranê li Iraqê bidome, hikûmeta nû ku were avakirin di bin zexta kêşeyên ewlehiyê de bimîne û mijara hebûna Heşdî Şebî neyê nîqaşkirin. Hêzên ku berjewendiyên wan yên siyasî li Iraqê bi hebûna DAÎŞ ê ve girêdayî; Îran, Tirkiye û hêza wan a lejyoneri yên weke «PKK û Heşdî Şebî» ne.

Dewleta Sûriyê jî di vê mijarê de beşeke ji lihevkirina Îran û Tirkiyê. Ji ber ku destwerdaneke wiha mezin wê dewleta Sûriyê xurt bike. Her wiha tê zanîn ku îstixbarata Sûriyê Muxaberat û îstixbarata Îranê Îtlaat di nava yekîneyên xwecihî yên DAÎŞ ê de pirr mikûm bi cîh bûne û gelek çalakiyên DAÎŞ ê yên herêmî ew birêve dibin.

Ango, li herêmê gelek hêz hene ku piştgirîya revandina 5000 girtîyên DAÎŞ ê dikin. Ji bo vê jî plana revê ya li girtîgeha Sineyê bi lihevkirinên li ser asta herêmê hate çêkirin. Lê di van rûdanan hemûyan de, rola HSD ê çi ye?

Çawa HSD e ji vê plana mezin bêxeber bû?

Gelek agahî hene ku hêzên HSD ê beriya ku bûyer biqewime bi bûyerê agahdar bûne. Di 25 ê Kanûna 2021 ê de, îfadeyên terorîstê DAÎŞ ê «Mihemed Ebdulevad» bi kodnavê «Reşîd», di malpera HSD ê de cih girtibû. Di van îtîrafên xwe de Abdulevad diyar kir ku ew, berpirsyarê organîzekirina serdegirtina girtîgehê ye. Wesayît dê li ber deriyê girtîgehê bên teqandin, dê çekan radestî kesên di hundirê girtîgehê de bên kirin û girtîyan dê bi çi rêkê birevînin…û hwd.

Hemû hûrgilî yên vê bûyerê di axaftina Abdulevad de hebûn. Bi ser de jî, Ebdulevad pişt rast kir çekên ku ji bo girtiyên li hundir hatine dabînkirin hinek ji Artêşa Azad a bi ser Tîrkîyê ve û hin jî ji Iraqê hatine dabînkirin. Çek ji hêla Heşda Şabî ve hatin tedarik kirin.

HSD e li cîhekî weke Hesekê hesas û lê bandor, piştî ev qas agahîyan çawa dibe ku çi tedbîrên ewlehîyê negirti ne, ev yek bi serê xwe cihê şik û gumanê ye. Em dikarin bibêjin ku gumanên wiha bi hêzên hevpeyman re jî çêbû ye.

Heza hevpeymanî piştî 5 rojan daxuyaniyek da

Fermandarê hêzên hevpeyman piştî 5 rojan li ser êrîşa DAÎŞ ê bo Hesekê daxuyaniyek belavkir. Di daxuyaniyê de gotineke pirr balkêş bi kar anî: “Divê hûrgiliyên êrîşên li Hesekê bên eşkerekirin”.

Vê gotinê heyîna hin gumanan piştrast kir. Amerîka jî dizane ku DAÎŞ bi serê xwe nikarîbû hewildaneke wiha plan bike. Banga  lêkolîn û zelalkirina vê bûyerê ji HSD ê xwestin watedar e. Emerîka hem hevkarê xwe yê qada şer parast û şik-gumanên xwe jî anî ziman.

Tengavîyên HSD e dijiye

Pêkhateyên bi ser PKK ê ve «PYD e û HSD e» bi operasyona Tirkiyê a li ser Rojava kirî di warê sîyasî û leşkeri ce ketin nava tengezarîyek mezin  de. Hêzên PYD ê hem li hundir hem jî li derve rastî givaşek mezin tên. bi taybetî di van mehên dawî de êrîşên firokeyên bêfirokvan, PKK e xistiye rewşeke pir dijwar de. Hêzên navdewletî rêveberîya Rojava tenê di warê leşkerî de mixatap dibînin. Bi misyonekî sîyasî nayê nêzbûyîn. Ji bo Rojava mercên 2014 neman.

Gelek dewrûberên sîyasî yên herêmî û navdewletî we difikirin ku HSD ê  ji bo kêşeya êxsîrên bikeve rojevê çavê xwe li  destwerdanên li DAÎŞ ê girtî ye. Emerîka êdî weke berê dilxwazî bi Rojava nake û welatên Yekîtîya Evropa jî, ji bilî dilxweşkirinê çi gavên erênî na avêje. Rojava dixwaze ji vê rewşa nedîyar derkeve. Ger em bi rastî lê binerin hemlaya propagandeya ku sazîyên Rojava dayî despêkirin bi mebesta pêngaveke sîyasî û dîplomatîk tê meşandin.

Pêdvîye em hewildana girtîgeha Sinaeyê çawa bixwînin

Heke em serhildana girtîgeha Sinaeyê bi hemû alîyan ve negirîn dest, tenê baca wê bavêjîn ser Tirkîyê û HSD ê weke Qehreman îlan bikin wê em nikaribin rastîya vê bûyerê bibîni. Rûdanê girtîgeha Sinaeyê hewildana Îranê ye bi armanca berdewam kirina sîyaseta wê ya li hundirê Iraqê ye.

Destwerdana girtîgeha Sinae ne xwepêşandane hêza DAÎŞ ê bû. Rûdana Sinaeyê Hewldana dirêjkirina polîtîkayên hegemonyatîk yên Tirkiye û Îranê a li Rojhilata Navîn e. Operasyona Eniya dijî-Kurdistanê ye.

Wendajiyên HSD ê , nayê wê wateya ku ew bêguneh e. HSD ê li ber bûyera Sinaeyê di warê praktîkî de berpirsyare û di warê siyasî de jî şirîkê Îranê ye.

Pustên heman beş