Tiştê Qarayilan negotî…

Tiştê Qarayilan negotî…

Rêveberê PKK ê Mirad Qarayilan bi Rojnameya Ozgûr Gûndem a PKK ê ya ku li Ewropayê derdikeve re hevpeyvînek kir. Du beşên hevpeyvînê heta niha hatine weşandin. Yên mayî jî wê di bên weşandin.

Di hevpeyvîna Mirad Qarayilan de, pêvajoyên ji Bihara Erebî heta Kobanê hatin nirxandin. Li gorî daxuyaniyên Qarayilan, PKK’ê ji destpêka Bihara Erebî ve rola Sûperman lîstî ye.

Weke Clark Kent di fîlima Superman de, xerabkar,nebaşek li ku derê hebe ew diçe û beşerîyetê ji nehezan rizgar dike. Li ku derê êrîşek çêbibû, PKK ê hêza xwe ji bo alîkarî şandî ye wir, lê her kesî hewl daye ku pêşî li PKK ê bigire û kesî alîkariya PKK ê nekirî ye. Li gorî Qereyilan PKK ê ji tunebûnê hêz xuliqandîye û rola Superman lîstî ye. Qarayilan got me DAÎŞ têk bir. Her wiha diyar kir ku wan hemû cihên weke Kerkûk, Şingal, Mexmûr, Kobanî, Hewlêr û hwd bêyî alîkariya kesî, tenê sere xwe rizgar kirine.

 bêgoman pêvajoya bihara erebî û rola PKK ê di vê biharê de ji ya ku Qarayilan dibêje pirr cudatir e.

Qarayilan çima van gotinan dike?

Sedema van gotinên Mirad Qarayilan beriya her tiştî li gorî xwe raçandina çîrokeke dîrokî ye. Yanî em dikarin bibêjin ku daxuyaniyên Qarayilan bi mebesta berdewamiya berovajîkirina dîrokê ye.

PKK e bûyer û rastiyan dîrokî li gorî daxwaz û berjewendiyên xwe yên partîyê vedibêje. Bo mînak, tu têkiliya dîroka PKK ê ya beriya 30 salan û dîroka ku niha vedibêje, bi hevre nîne. Hemû tişt, rol û kesayetiya mirovan, bûyer, kombûn, gotin, termînolojî her tişt ji nû ve tê damezrandin. Ji bona vê yekê PKK naxwaze tu şopan li pey xwe bihêle. Belgeyan her tim reş dike. Mînak, ew bi berdewamî navnîşanên weşanên xwe yên dîjîtal diguhere arşîvên xwe tune dike. Peyvên xwe yên kevin ji holê radikin û cîh ji peyvên nû re vedikin. Em dikarin bibêjin bîrdanka xwe reş dikin. Qarayilan di gotara xwe de dixwaze pêvajoya DAÎŞ ê ji nû ve vehîne. Agahiyên kevn germ dike, ji nû ve montaj dike û derdixe bazarê.

Lê Qarayilan armanceke din jî heye, ew jî veşartina rewşa niha ya hêzên leşkerî yên PKK ê ye. Tê gotin ku bazirganekî muflisbûyî, defterên xwe yên kevn tevlîhev dike. Hesabê Qarayilan weke vê ye. Qarayilan jî weke fermandarekî miflisbûyî û xetimî bûyera ji nûve bi nav dike. Qarayilan qala rewşa HPG ê ya heyî, têkçûna ku ji sala 2016 an û vir ve li Bakurê Kurdistanê tê jiyînkirin, ango tasfiyekirina gerîla nake.

Qarayilan her wiha nabêje ka ku baregehên PKK ê yên 40 sal in li Başûrê Kurdistanê heyî, weke Heftenîn, Çiyayê Şekîf, Xaxurkê, zozanên Avaşîn, Zinara Kêste, komara Zap û bi dehan çiyayên din ên ku PKK ê navê xwe lê kirine, her sal radestî artêşa dagirker a tirk tên kirin. seranserî sînorê Bakûr û Başûr PKK ê radestî Tirkan kir û li ser vêde jî behsa Superman bûna xwe dikin. Te kavilê mala xwe ji dest da ye, hê tu behsa çi dikî.

HPG ê hê jî nasnameya nêzî 100 gerîlayên di sala 2017 an de jiyana xwe ji dest dane eşkere nekirî ye. Di sala 2019 de, dora 90 nasname hene ku hê eşkere nekirine. Em dizanin ku bi dehan rêveberên HPG û PKK ê jîyana xwe ji dest dane lê nahên îlan kirin. Tenê îsal navên nêzî 50 kesên ku di sala 2020 an de jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin. Navê van kesan çima du salan veşartî man. Herwiha tê zanîn ku heta niha PKK ê navê 500 kesên ji Bakurê Kurdistanê jîyana xwe jidest dayî aşkere nekirine. Lê Qarayilan qala van rastîyan nake.

Berpirsiyarê vê têkçûn û hilweşînê ye. Bi rastî jî ji sala 2014 an û vir ve weke Fermandarê Biryargeha navendî a HPG ê bi xwe berpirsyarê vê yekê ye. Ji ber vê, pêwîste ew pêşîya her tiştî û kesî vê pratîkê ravebike.

Heman dem Qarayilan berpirsê hêzên YPG û HSD ê ye jî

Di sîstema PKK ê de hemû pêkhate girêdayî navendê ne. Ti herêm bi serê xwe nikare ti biryarekê bigire. Navenda Parastina Gel berpirsê hemû hêzên leşkerî yên PKK ê ne.

Li Rojhilatê Kurdistanê HRK, Li Rojava YPG û HSD, li Tirkiyê YPS li Başûr jî pêkhateya milîsên Heşda Şabî YBŞ di bin fermandarîya Qereyilan da ne. Hemû erkên fermandariyê, perwerdehî, cebilxane û pêdiviyên lojîstîk jî Qarayilan koordîne dike. Mînak Akademiya Mahsûm Korkmaz a HPG ê, fermandaran ji bo YBŞ ê jî dîyar dike. Ango PKK kadirekê xwe bişîne ku cil û bergên wan lêdike. Niha li Şengal cil û bergên Heşda Şeibî li xwe dikin. Fermandarê YBŞ ê jî bi fermana Qarayilan tê hilbijartin.

Divê ji Qarayilan bê pirsîn: “Çima tu ala û arma dijminê Kurda ya Heşdî Şabî li cil û bergên hêzên Kurdî ve dizeliqînî?

Weke mînak yekîneya Qarayilan ya asayîşê li Şingalê di bin ala Iraqê û bi amblema Heşda Şabî kontrola rêk û hatin û çûna dike. Çima xirura we qebûl dike ku cil û bergên Heşda Şabî li xwe bikin, lê xirura we qebûl nake ku hûn cil û bergên Pêşmerge û ala Kurdistanê li Şingalê bilind bikin ? Weke mînak, çima yekîneya we ya kontrolkirina rêyan li Qendîlê di bin ala Kurdistanê de kontrola rê nake? Divê Qarayilan pêşî bersiva vê bide.

Qarayilan jî saziya ku talîmatan dide YPG û HSD ê jî berpisyare. Qarayilan bi xwe berpirsê vekişîna hêzên YPG ê ya bi dizîve a li Efrînê ye. Her wiha Qarayilan gef li Tirkan dixwarin û di got “emê Efrînê ji bo Artêşa Tirk bikin goristan, ew li ser laşê me re jî derbas bibin em dîsa jî Efrînê bernadin” lê zirtên Qereyilan têrî parastina Efrînê nekir û Efrîn radestî dewleta Tirk hate kirin.

Gelo Qarayilan kî dera Başûr rizgar kirîye

Qereyilan bi quretî û pozbilindî dibêje: “Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî bi  taybet ji min re peyam şandin,”  Bi vî awayî dixwest îspat bike ku ew kurdperwer e. Lê Qarayilan dikare tiştên din ên li Başûr kiriye jî bibêje. Mînak divê bigota ka wî çawa bi awayekî bêwijdanî fermana qetilkirina Rêveberê Asayîşa Giştî yê Deriyê Sînor ê Serê Zêrê Xazî Salih Alîxan daye. Çima li Bakurê Kurdistanê yek rêveberê Mît ê nayê kuştin, lê li Hewlêra paytext yekîneya îstîxbarata Hêzên Taybet a girêdayî Qarayilan kiryarên kuştinê dikin? Yanî Qereyilan Bakûr ji dijminî paqij kirîye vêca dûra yên Başûr e? Çima ne li Tirkiyê, çima li Başûr? Divê Qarayilan pêşî vê yekê vebêje. Çima rêyên Pêşmerge tên elxamkirin? Divê Qarayilan vê yekê vebêje. Qarayilan cîbicîkar û koordînatorê projeya PKK ê ya şerê leşkerî li ser Başûrê Kurdistanê ye.

Qarayilan dibêje “Me di sala 2014 an de alîkariya PDK ê kir” lê risteya xwe berdewam nake. berdewama wê hevokê ev e: “PDK û Hikûmeta Başûr jî deh caran ji me zêdetir qencî kirin. Lê paşê me ew tasa ku xwarin têde dixwar, pîs kir.” Heqîqeta ku Qarayilan negotî ev e.

Qarayilan bi salan her tim di nava PKK ê de weke “Zilamê Maqûl” rol dilîze, gel û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê jî qîmetek taybet didine wî. Dibêjin di nava PKK ê de yekî herî baş û Kurdperwer Qereyilan e. Lê Qarayilan qîmeta vê statuya taybet a ku jê re hatiye dayîn nizane. Qarayilan bû mîmarê şerê leşkerî yê PKK ê yê li dijî Hikumeta Herêmê û Pêşmergê kurdistanê. Wî ew teweciha ji bo wî dihate nişandan binpêkirin.

Bi rastî jî bi derewên basît û siyaseta gundîtî rastîya xwe eşkere kir. Mînak Qarayilan di hevpeyvîna xwe de diyar kir “Di salên destpêkê yên PYD ê de kê çek dane Rojava”. Got, “Ji PDK ê xwestin lê PDK ê nedan. Lê Qarayilan ji her kesî çêtir dizane ku “Ger PDK û bi taybetî Serokê Herêmê yê wê demê Mesut Barzanî piştgirî nedaya, di sala 2012 an de Serê Kaniyê ketibû destê çeteyên El Nûsra. Wê demê heta nanê şervanan jî ji Başûrê Kurdistanê diçû. Lê PKK ê bi nankorî û bêwefayî nêzîkî van alîkarîyan bû û berovajî vê propagandaya reş li dijî rêveberiya Başûr kir. PKK bizavek bêwefa û bêbext e.

Ger tevgerek siyasî bi vî rengî xwehez û çavnebar be wê pir xeternak be. Heman bizav heke nankör û bêwafa be wê pirr xeternak be. Ger heman tevger kor be û ji derewan re vekirî be, ev tê wê wateyê ku komek çete heye û ew ne tevgerek siyasî ye.

Qarayilan her çendî bi çend hûrguliyên magazînî hewl da dîrokê ji nû ve binivîsîne jî, em baş dizanin ku hewldana Qarayilan ji bo veşêre ku PKK beşek ji hevpeymaniya dij-Kurd e. Lê rastî ne weke ku Qereyilan vedibêje. Tiştê ku Qarayilan negotî û dixwaze biveşêre em ê bi berdawamî bejin.

Pustên heman beş