Milîsên PYDê 2 rojnamevan li Qamişlo revandin

Milîsên PYDê 2 rojnamevan li Qamişlo revandin

Girtin û revandina rojnamevan, çalakvan, endam û alîgirên partiyên ne bi PKKê re li Rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe û di vê çarçûvê de du kesên din hatin revandin.

Li gorî agahî û zanyariyan her yek ji Sebrî Fexrî Endamê Komîta Herêmî ya PDK-Sê û Bawer Mela Ehmed nûçegihanê Yekîtî Mîdya duh derengiya şevê û bi şêweyekî dûr ji rewişt û reftaran, ji aliyê milîsên PYDê ve hatine revandin û ta niha nayê zanîn ew bi ku de birine.

Ev yek di demekê de ye ku mîlîşyayên PYDê di meha bûrî de, di 9ê meha Çileyê de Ebdulrehîm Temê, Endamê Encûmena Xwecihiya Serê Kaniyê ya ENKSê û Endamê Nivîsgeha Peywendiyên Giştîya Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê li Dirbêsiyê revand û zarok, hevjîn û birayê wî ku xwedan pêdiviyên tayîbet in li kolanan li ber sermayê hiştin, ta niha çarenvîsa wî jî ne diyare.

Di 18ê meha Çileyê da heman milîsan rojnamevan Jîndar Berekat yê nûçegihanê Yekîtî Mîdyayê, ji cihê karê wî li Hesekê revand.

Her di heman demê da Enes Seyîd Hemê ku endamekî Partiya Yekîtî Demoqratî Kurdistanî ji taxa Salhiyê revand bi heman şêweyî hate lêdan û îşkencekirin û gujmek pere bi buhayê 300 dolar û 75 hezar jê dizîn piştre serbest berda.

Pustên heman beş