Nerehetiya PKK ê ji serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê

Nerehetiya PKK ê ji serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê

Piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya hefteya borî bo Enqereya paytexta Tirkiyê û hevdîtina wî bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re, medyaya PKK ê û qelemşûrên medyaya civakî yên PKK ê dest bi propagandayên reş kirin û mijar berevajî kirin. Wan got dema çûyîna Barzanî, di civînê de ala Kurdistanê nehat daliqandin û hwd di gelek mijaran de bi zanebûn hevdîtin hate manîpule kirin. Hewl dan ku têkiliyekî di navbera êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Şengal, Dêrik û Mexmûrê û serdana Nêçîrvan Barzanî de çêbikin. Çima PKK ji van serdanan aciz e?

Piştî her serdaneke rayedarên Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê, ji aliyê PKK ê qîyamet tê rakirin. Ew van serdanan weke têkilî û hevkariya bi dijmin re dinirxîne. Li gorî şîroveya PKK ê têkilîyên rayedarên Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re xîyanet e. Heman PKK her roj bang li dewleta Tirk dike ku diyalog û hevgirî bi heman dewleta deyne. Di parlamentoya heman Dewletê de parlementerên wan hene. Mînak, di komîsyona parastina millî a Tirkiyê da jî du endam hene. Gelo ji ber êrîşa balafirên Tirk li ser kampa Mexmûrê û cihên din van endamên HDP ê ji Komîsyona Parastina millî îstifa kirin? Na. Parlamenteran îstifa kirine? Na.

Dema ku PKK ew qas bi dewletê re têkildar û nevhevda ye, gelo çima ji ber pêwendiya rayedarên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re ew qas aciz e? Ji ber ku PKK naxwaze tu Kurd bi kesî re têkildar be. Dema ku Başûrê Kurdistanê bi Îranê re têkilî çêdike, xelet dibîne, propagada dike û dibêje Îran Kurdan dikuje, darve dike, çima bi Îranê re têkilî datînin. Dema ku bi Sûriyê re têkildar dibe, xelet dibîne. Dema ku behsa têkilîyên bi Emerîka re dibe, dibêje Herêma Kurdistanê bi emperyalîstan re têkildar e û rexne dike. Dema her berpirsek serdana Herêma Kurdistanê dike, rexne lê dike. Dema serdana Papa û Macron bo Kurdistanê bû mijara sereke ya cîhanê lê PKK ê ev serdana dîrokî weke nûçeyek biçûk jî neda û nexwest vê zîyaretê bibîne.

Ji ber ku PKK ji bilî xwe serkeftina ti kesî/sazî qebûl nake, hebûna qebûl jî nake. PKK ji bilî xwe hebûna çi partîyan nikare daqûrtîne. PKK kolonyalîstan tepeser qebûl dike, lê kurdan napejirîne. Çalakbûna Kurdan ji bo xwe weke kêmasî dibine.

Armanca serdana Nêçîrvan Barzanî

Nêçîrvan Barzanî di 2 ê Sibatê de bi Erdogan re hevdîtin kir. Beriya civînê bi qasî 12 saetan balafirên şer ên Tirkiyê êrîş kirin Mexmûr, Şengal û Rojava. PKK ê li ser van êrîşan îdîa kir ku Herêma Kurdistanê şirîk e. Lê Fermandeyê Pêşmerge Sîrvan Barzanî di daxuyaniyeke fermî de ragihand, ku ew agahdar nebûne, lê bêyî agahdariya rêveberiyê Iraqê ev êrîş nikarin bên kirin.

Ji ber ku PKK xwe navenda hemû cîhanê dibîne, dibêjin hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan jî li ser me bûye. Lêbelê, civîn civînek bû ku beriya hefteyekê hatibû plankirin. Di civînê de du armancên sereke hebûn. Ya yekem daxwaza Tirkiyê ya kirîna gaza siruştî ji Başûrê Kurdistanê bû û ya duyemîn jî gotûbêj li ser pêvajoya avakirina hikûmeta Iraqê bû.

Herwiha hemû dane nîşan didin ku; “Têkiliyên PKK û Rêberê wê Evdila Ocalan bi dewleta Tirk re ji têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re pirtir û xurtir in.” PKK ê ti carî sîstema dewleta Tirk red nekirî ye. PKK dixwaze bibe parçeyek ji dewleta Tirk û li gorî wê tevgerên xwe yên siyasî birêxistin dike. Ji ber vê sedemê mafê PKK ê tune ye ku tu kesî bi piştevaniya Tirkiyeyê sûcdar bike. Gotinek mezina dibêje “heke xanîyê te ji camê be, keviran ne avêje pencera ti kesî” rewşa PKK ê jî ev e.

PKK ne daliqandina ala Kurdistanê bi çi rû rexne dike

Medyaya PKK ê serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê rexne dike dibêje di civînê çima tenê ala Tirkiyê heye? Lêbelê, daliqandina alê, forma serdanê û hwd. Rotînêyên dewleta keyfî nîne. Li gorî protokola dewleta Tirk, tenê Serokkomar bi Serokkomarekî re hevdîtinê bike, ala welatê ku serdana wan kirî jî tê daliqandin. Mînak dema Erdogan bi Merkel re hevdîtin dikir ala Elmanyayê nehat daliqandin.

Pustên heman beş