Çekdarên DAIŞê êrişî nobedarên kampa Holê kirin

Çekdarên DAIŞê êrişî nobedarên kampa Holê kirin

Çekdarên DAIŞê li nav Kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê de êrîşî parêzvanên kampê kirin û di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand; çekdarên DAIŞê hewl dan du parêzvanên kampê birevînin û piştre şer di navbera wan de rûda û di encamê de zarokek hat kuştin û şeş kesên endamên malbatên DAIŞê birîndar bûn.

Rewangehê eşkere kir; hejmarek endamên malbatên DAIŞê yên li nava Kampa Holê hewl dane ku du parêzvanên Beşa Koçberan dîl bigrin, lê ji aliyê parêzvanên kampê ve teqe li wan hatine kirin û di encamê de zarokekî 10 salî hatiye kuştin û 6 kesên ji endamên malbatên DAIŞê yên li nava kampê birîndar bûne û birînên beşek ji wan giran in.

Demek e li nava Kampa Holê tawanên kuştinê zêde bûye, li gor amareke Rewangeha Sûrî, tenê di meha borî de 4 tawanên kuştinê ji aliyê endamên malbatên DAIŞê ve li nav kampê hatine kirin, ku ji du penaberên Iraqî û awareyekî Sûrî û endamekî hawarçûnê yê xizmetguzariya kampê pêk hatibûn.

Herwiha destnîşan kiriye ku di nava sala 2021ê de 84 tawanên kuştinê li nava kampê hatine encamdan û 89 kes hatine kuştin, ku ji wan du kes endamên asayîşê, 67 kes penaberên Iraqî, di nav wan de 3 zarok, 19 jin û 20 kes hilgirê nasnameya Sûrî bûn.

Pustên heman beş