“Belge hene ku PKK û DAIŞ li Şingalê bi hev re kar dikin”

“Belge hene ku PKK û DAIŞ li Şingalê bi hev re kar dikin”

Berpirsekî pilebilind yê Kurdistanê dibêje, belge di destê wan de heye ku PKK û DAIŞ li Şingalê bi hev re kar dikin!

Nûnerê Herêma Kurdistanê di fermandehiya hevbeş ya artêşa Iraqê de, general Ebdulxaliq Telet ragihand, hebûna PKKê li Şingalê gefek mezin e li ser wê deverê. Heta PKK li wir be rewşa wê deverê qet baş nabe û awareyên êzîdî jî nikarin vegerin ser cih û warê xwe.

General Ebdulxaliq Telet her wiha got, belge di destê me de hene ku nîşan didin PKK û DAIŞ li Şingalê bi hev re kar dikin. Ji xwe çekdarên PKKê rê didin çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbasî Iraqê bibin.

Nûnerê Kurdistanê di fermandehiya hevbeş ya artêşa Iraqê de bang li hikûmeta Iraqê kir, PKK û tevahiya hêzên ne qanûnî ji Şingalê derxîne ji ber ku heta ew li wir bin, rewşa wê deverê dê her aloz bimîne.

Pustên heman beş