p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
Artêşa Iraqê wêneyên Ocalan li Şingalê rakirin û Ala Iraqê di cîhê wan de danîn

Artêşa Iraqê wêneyên rêberê girtî yê PKKê li bajarê Şingalê kom kirin.
Çekdarên PKKê bi hemahengî û hewkariya milîsên Heşdî Şeibî li Şingalê bicîh bûne û gelek wêne û pirtûkên Ebdula Ocalan dixwestin belav bikin.
Artêşa Iraqê ew standa ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû danîn rakirin û wêneyên Ocalan ên hatibûn daliqandin jî hemû kom kirin û ew çalakî belav kirin.
Di girte vîdeoya ku di torên civakî de belav bûye de jî diyar dibe, fermandarê firqeya 20 a artêşa Iraqê Lîwa Rukin Esîr Rubeyî, gef li çekdarên PKKê dixwe û behsa cezayên herî tund dike.
Lîwa Rukin Esîr Rubeyî Al a Iraqê li cîhê wêneyên Ebdula Ocalan daliqand û ragehand: Ew kesê Al a Iraqê ji vê derê rabike û wêneyên terorîstekî dayne, li heman cîh ezê darve bikim.
https://www.youtube.com/watch?v=TAGSros7ZnA




