Bi wêne – PKKe li ser revandin û çekdarkirina zarokan berdewame
![pkk-zarok-reavandin-rojava-bakur-sincar-shingal-kck-hpg](https://darkamazi.info/file/2022/02/pkk-zarok-reavandin-rojava-bakur-sincar-shingal-kck-hpg.jpg)
Kenala Kurdistan24 nûtirîn wêneyên wan zarokan belav kirine yên ku ji hêla rêxistina PKKê ve hatine revandin û çekdar kirin.
Kenala Kurdistan 24 îro roja şemî 12/2/2022ê, 54 wêneyên wan zarokan belav kirine yên ku li vê dawiyê ji hêla rêxistina PKKê ve ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê revandine û bi darê zorê ew çekdar kirine.
Kenala Kurdistan 24 eşkere kir ku ev wêne ji çavkaniyeke taybet ji boy wan hatine şandin û ji bo ku xeterî nekeve ser jiyana wî, navê wî parastî li cem xwe hiştîye.
Li gorî kenala Kurdistan 24 ê, piranîya van zarokan di temena 12 – 13 saliyê de ne û ji Rojava Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Şengalê hatine revandin û ji boy Qendîlê û navçeyên jêr destê PKKê hatine birin.
Rêxistina PKKê bi rêya rêxistinên xwe piranîya van zarokan bi rêya sosiyal medyayê pêwendî bi van zarokan kirine û ew bi xapandine û piştire revandine.