Li Şingalê çi diqewime?

Li Şingalê çi diqewime?

Di van rojên dawî de li Şingalê di navbera hêzên PKK’ê yên di bin sîwana Heşda şabî, YBŞ ê û artêşa Iraqê de hin alozî derdikevin. Her çend sedema van alozîyan di pirsgirêkên weke ewlekariya navxweyî ya di nava bajarê Şingalê de xwe nîşan bide jî, lê sedema bingehîn a nakokîyan bi polîtîkayên herêmê ve girêdayî ne.

Dema lêrastanîna alozîyan

Alozî bi giranî ji heyva Kanûnê a 2021 an dest pê kir. PKK’ê bi komek Rojavayî û bi çend zarokên Êzidî ve êrîşî saziyên dewleta Iraqê kirin. Bi weşandina daxuyaniyekê rê nehişt saziyên fermî ên dewletê werin vekirin. PKK’ê sedema vê êrişkarîya xwe bordomana hewayî ya artêşa Tirk nîşan da.

Lê belê ev aloziyên ku piştî hilbijartinên Iraqê çêbûn pir watedarin, ji bo fêmkirina sedemên bûyeran ev rewş girîng e.

PKK di hilbijartinên 10 ê Cotmehê yên Parlamentoya Iraqê de gelekî xwisirî û hejmarek herî kêm a denga bi dest xistin. Encamên helbijartinan derxist holê ku PKK ji aliyê siyasî ve nûnertiya gelê Şingalê nake. vêca PKK dixwaze têkçûna xwe ya siyasî bi komeke biçûk a êrîşkar ku bi pêşengiya kadroyên PKK’ê yên Rojavayî û Bakurî pêktê biveşêre. Heta niha rê nade nûnerên ku ji aliyê gelê Şingalê ve hatine hilbijartin bikevin bajarê Şingalê. Ev jî dide nîşandan ku PKK’ê Şingal dagirkirîye û bi zora leşkerî dixwaze li ser îradeya gelê Şingalê tehekkumê bike. Lê xwesteka PKK’ê ya ku têkçûna xwe veşêre, aliyekî mijarê ye. Tişta herî metirsîdar eleqeya bûyerê bi siyaseta herêmê re ye.

Nakokîyên di navbera Iraq û Tirkiyê de

PKK’e ne tenê di hilbijartinên Iraqê de têk çûbû. Di rastiyê de hemû pêkhateyên siyasî yên ku alîgirê Îranê bûn û bi Heşda Şebî ve girêdayî bûn, di sindoqên dengdanê de têk çûn.

Hîmê ku hêzên alîgirên Îranê li Iraqê bibin desthilatdar, hikûmetên qels û lawaz ên Iraqê bûn. Îranê ji sala 2004 an vir ve Îraq xistibû destê xwe û dixwest bi van hikûmetên bêîrade ve Iraqê gorî berjewendiyên xwe bimeşîne. Vê carê jî piştî hilbijartinan hikûmeta ku Sadr, Kurd û Sunnî dixwazin ava bikin, destê Îranê yê dinava Iraqê de lawaz dike. Hikûmeteke bi hêz li Bexdayê kabûsa hemû hêzên çekdar ên lejyoner ên Iraqê ye. PKK yek ji wan hêzên lejyoner e. Ev yek ji wan sedeman e ku di van demên dawîn de PKK di medyaya xwe de hikûmeta Kazimî ya ku hewl dide bi hêz bibe, dike hedef û dijî wê disekine. Hêza ku îcaza avêtina mûşekan bo ser Bexdayê, û dixwaze ku PKK’e li Şingalê alozîyan zêde bike heman hêz e.

PKK: Şingal beşek ji Iraqê ye

Rêvebirên KCK û PKK ê ji sala 2015’an û vir ve ji bo ku Şingalê ji Herêma Kurdistanê veqetînin, bizavê dikin. Rêveberên PKK ê weke Besê Hozat, Ayten Dêrsim û Mistafa Qarasû eşkere derketin ser şaşên Tv yê û gotin, “Şingal parçeyek ji Iraqê ye, em dixwazin di bin ala Iraqê de bijîn.” Hêzên PKK’ê li hemû koçe û kolanên û taxên Şingalê ala Iraqê çikilandin. Lê niha desthilatdariya Iraqê red dikin. Bi artêşa Iraqê û hikûmeta navendî re di nakokîyan de dijîn. PKK li Şingalê ne xwedî hêzeke herêmî ye. Armanca PKK’ê ya li Şingalê çi ye?

Êzidî hebûna PKK’ê ya li Şingalê napejirînin

Mijara ku PKK ji bo parastina Êzidiyan li Şingalê ye, tenê ji bo kesên ku ji siyaseta herêmê fam nakin, propaganda ye. Sedema mayîna PKK’ê ya li Şingalê ji ber girîngiya siyasî ya Şingalê ye.

Civaka Êzidî hebûna PKK’ê ya li Şingalê napejirîne, her wiha tu desthilatdarên olî yên Êzidî jî vê dagirkerîya PKK’ê qebûl nakin. Pêkhateya navxweyî ya civaka Êzidî hebûna PKK’ê nasnake. Li derdora PKK’ê çend malbatên berjewendperest hene. Piraniya wan kesan jî li ber sedemên aborî muhtacî PKK’ê ne.

Ne Dewleta Iraqê hebûna PKK’ê ya li Şingalê qebûl dike û ne jî Rêveberiya Herêma Kurdistanê. Hêza ku hebûna PKK’ê ya li Şingalê dipejirîne Îran û Tirkiye ye. Her du hêz ji bo serdestiya li ser Iraqê tekoşînê dikin. Ji bo hebûna her du hêzan li Iraqê pêwîstî bi hincetan heye. Hebûna hêzên li Iraqê ku her du dewlet jî wan terorîst dihesibînin derfetên êrişê ava dike. Ji van Îran bi îdîaya DAÎŞ’ê li Iraqê ye. Îran di êrîşên vê dawiyê yên DAÎŞ’ê li Iraqê de xwediyê hevalbendîyeke ku nayê înkarkirin. Di rastiyê de belgeyên zelal hene ku Îran hêza sereke ye li pişt hewldan û destwerdanên revîna endamên DAÎŞ’ê ji zindana Sînaa ya Hesekê ye. Hêza ku hebûna Îran û Heşdî Şebî di rêveberiya Iraqê de meşrû dike jî DAÎŞ bixwe ye.

Bê guman Tirkiye di vî warî de bê bizav namîne. Hem ji ber rezervên gazê yên ku nehatine vekirin û hem jî ji ber ku Şingal dergeheke ji bo Hîlala Şîe loma jî Tirkiye vî dergehî bo Îranê bernade. Hêza ku hebûna Tirkiyê li Başûr û Iraqê rewa dike jî hebûna PKK’ê ye.

Şingal: qada şerê di navbera Tirkiye û Îranê ye

Qada şerê di navbera Îran û Tirkiyê de yê nerasterast herêma Şingal û Sûriyê ye. Rêxistina bi navê Ehrar Sincar an jî Sincara azad ku cara yekem navê wê tê bihîstin, êrîşa li ser baregeha Tirka ya Behşîqa girt ser xwe. Ev rêxistin bi rastî jî berdevkê nerasterast yê Îranê ye, dibêje Tirkiyê xwe nêzî Şingalê neke. Ev alozî jî nîşana wê yekê ye ku Şingal dê bibe qada şerekî dijwartir.

Wargehên Kurdên Êzidî wê dîsa bibe qada şer?

Mixabin çawa ku hinek hêzan berê DAÎŞ’ê da Kurdistanê û bi taybet Şingalê û fermana Êzidîyan rakir, û ezidî kirin qurbanê planeke herêmî, vê carê jî di şerê hegemonyaya herêmê ya di navbera Tirkiye û Îranê de li ser xaka pîroz a Şingalê rûbide. Şêniyên Şingalê din ava rojê de tenê 4-6 saetan ji ceyranê sûd werdigirin, pirsgirêka ava paqij ya vexwarinê jî pir micide. Bi hezaran Şingalî hê jî di kampan de dijîn û ji ber pirsgirêkên ewlekariyê venagerin Şingalê. Berevajî vê yekê hin ji Şingalê vedigerin nava kampan de. Êzidiyên li Çiyayê Şingalê bi harîkarîya hinek dezgehên navdewletî û Dezgehê Xêrxwazî yê Barzanî dijîn. Bi piştgiriya xêrxwazan dijîn. Şingal, warê kurdên êzdîyên ku di nav xizanî, bêkarî û pêşerojekî nedîyar de ne, Îran-Tirkiye dixwaze bi rêka her du hêzên miqawil Heşda Şebî û PKK’ê bikin qada şerekî wêrankar. PKK li Çiyayê Şingalê bênavber tunelan dikole û şervan ji Rojava derbasî wir dike. Êzîdî di navberê de têne perçiqandin û mehkûmê xizaniyê tên kirin.

Iraq û Herêma Kurdistanê di bin cavdêrêya nûnerê netewên yekbûyî de, di 9 ê Cotmeha 2020 ji bo Şingalê peymanek hate îmzekirin. Mebesta vê peymanê ew bû ku şênîyên Şingalî dîsa vegerin ser mal û warên xwe. Lê belê Şingal di bin kontrola du hêzên miqawil Heşda Şabî û PKK-YBŞ ê da ye. pêdvî ye ku despêkê ev hêz werin derxistin. Şingal ji şerê dinavbera Tirkîya û Îranê yê ji bo hegemonya herêmê were rizgarkirin. Gava ku ev Peyman cîbecî bû Şingal wê rûyê xwe bide Herêma Kurdistanê û Kurdên Êzidî ji dê ji xefka hêzên ne yasayî ango PKK û Heşda Şebî werin rizgarkirin. Lewra jî cîbecî kirina vê peymanê zarûrîyetekî mezin e ji bo pêşeroja Şingalê.

Pustên heman beş