Stratejiya medyaya PKK’ê ya şirînkirina Heşda Şebî

Stratejiya medyaya PKK'ê ya şirînkirina Heşda Şebî

Rojnameya PKK ê ya Ewropayê Özgür Politika duh nivîseke balkêş weşandibû. Di nûçeyê de bi awayekî vekirî hevkariya Heşda Şeibî û PKK’ê berçav hatibû raxistin.

Di hevpeyvîna bi îmzeya «Nazim Daştan» a di rojnameya Özgür Politika de hat weşandin de, bi yek ji berpirsên Heşda Şebî yên Şengalê «Seyît Mehmûd» re hevpeyvînek hate kirin. Gotina Seyît Mehmûd a “Baweriya kesî bi PDK ê nemaye” bû manşeta rojnamê.

Di hevpeyvîna kadroyê PKK’ê û «Nazim Daştan» nûçegihanê herêma Rojava-Başûrê Kurdistanê de du armancên sereke hebûn. Ya yekem êrîşkirina ser PDK’ê ye, ya duyemîn jî ew e ku şîeyan şirîn nîşan bide.

Fermandarê Heşda Şebî Seyît Mehmûd di hevpeyvînê de got; “Weke ku tê gotin, pirsgirêka ewlehî li Şingalê nîne. Rewşa Şingalê ji ya Bexdayê ewletir e.” her wiha di axaftina xwe de dibêje emê Şingalê biparêzin.

Pêşgotina kurt a hevpeyvîna «Nazim Daştan» ji axivtina fermandarê Heşda Şebî Seyît Mehmûd dirêjtir e. Xuya ye ku Seyît Mehmûd bi pirsan hatîye beralîkirin.

Çima PKK hewl dide ku Heşda Şebî şirîn nîşan bide?

Heşda Şebî hêzekî lejyoneri ya bi piştgirîya Îranê ava bûyî ye. Hêzên din yên li Şengalê jî beşeke fermî ya heman hêzê ne û ji heman bûdceyê mûçe û lojîstîka leşkerî distînin. Lewma beşek ji hêzeke alîgirê Îranê ye. Heşda Şebî rêxistineke li dijî Kurdan e. di bingehde Heşda Şebî darê Îranê yê li Iraqê ye. Du armancên sereke yên bi avakirina Heşda Şebî yên Îranê hebûn. Ya yekem ew e ku di şert û mercên sala 2014 an de kurd nebin dewleteke serbixwe û ya duyemîn jî ew e ku Iraq bi temamî were dagîrkirin. Heşda Şebî di asta Daîş ê de xwedî projekî dij-kurde. Heşda Şebî Daîş a Şîeya ne.

Bi taybetî jî gel û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê vê yekê pirr baş dizanin. Ji bo vê jî PKK li Başûr bi ti awayî hevkariya xwe ya bi Heşda Şebî re nîşan nade. Hevkariya Heşda Şebî û PKK’ê li ser bingehê jinav birina destkeftên Başûrê Kurdistanê û dagîrkirina wê ye. Lê belê parçên din yên Kurdistanê ji hebûna rastî ya Heşda Şebî bêxeber e. Ji ber vê yekê PKK bi taybetî di weşanên xwe yên Tirkî de hewl dide hebûna Heşda Şebî rewa bike û Heşda Şebî weke dostê Kurdan pêşkêş dike.

PKK dixwaze nasnameya Şîe ya Îranê weke Elewîtî nîşan bide û bi awayekî nerasterast ferz bike ku Îran antî-emperyalîst, antî-Emerîkî ye û bi vî awayî wê weke tevgereke rewa û pêşverû nîşan bide ku li gorî stratejiya Îranê tevbigere.

Biratiya gelan an jî berjewendiyên hêzên lejyoner ?

Hevdîtina PKK’ê ya bi Seyit Mehmûd re weke mebdekî “biratîya gelan û jiyana hevpar” tê destnîşan kirin. Lê hebûna Heşda Şebî li Şingalê ne biratiya gelan e. Beriya her tiştî Şingalê hewceyî bi nasnameya Şîe ya li wir nîne. Rayedarên Heşda Şebî yên weke Seyit Mehmûd bi salan li heman herêmê li dijî êzdiyatiyê tekoşîn kirine. Dema ku Daîş ê êrîş kir, şîeyên ku li gundên di navbera Tilefer Şingalê de dijîn, yan reviyan, yan jî bi Daîş ê re hevkarî kirin. Ti cudahiya olî di navbera nêrîna Şîeyan ya li ser Êzidiyan û ya Daîş ê de nîne.

Ji ber vê yekê mebesta PKK’ê li Şingalê Heşda Şebî û Şîe derxe pêş bo hevra jîyana gelan nîne. PKK-YBŞ rasterast beşeke bi ser Heşda Şebî ye.

Bi gelan re bira lê bi Herêma Kurdistanê re dijmin

PKK bi komekî ciwanên Rojava ve bi derîyê sînor ê Sêmalka re êrişî Herêma Kurdsitanê dike. Ji aliyê din ve li ser xeta Kerkûk, Şingalê bi harîkarîya Şîe û heşda Şebî êrîşî Herêma Kurdistanê dike. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi çepên Tirk re yêkîtî çêdike û li Mereşê êrişî boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê dike û diteqîne.

Tê fikirîn ku PKK di dema pêş de ji bo îtîfaqa xwe ya li ser Şingalê bi Îranê re kirî rewa bike, dê giraniyê bide weşanên wiha.

Pustên heman beş