Ji Sozdar Avesta derewên bêexlaqane

Ji Sozdar Avesta derewên bêexlaqane

Endama Konseya Serokatiya Giştîya KCK’ê Sozdar Avesta beşdarî bernameya Çira TVya televizyona PKK’êya ji bo êzdiyan weşanê dike bû. Sozdar Avesta ku di bernameyê de nirxandin ji bo anîna Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê kir, dîsa ji bo şermezarkirina Herêma Kurdistanê derewên bêexlaqane belav kir.

Endama Konseya Rêvebera KCK’ê Sozdar Avesta, piştî ku di hevpeyvîna xwe de îda kir ku DYA û hêzên din li dijî PKK’ê kurdên dinên paşverû pêş dixin. Got: “wê demê PDK’ê ji bo ku Ewropa mafê penaberiyê nede rêber Apo, nameyek ji dadgeha Roma re nivîsand. Ew name di arşîva me deye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku komplo li dijî fikra azad û vîna azad hatiye kirin.”

Rêveberiya PKK’ê her sal di tevahiya meha Sibatê de ji bo bîranîna serdana Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê ya di 15’ê Sibatê de hevdîtinan pêk tîne, her kesî sûcdar dike û ji bo bandorek hestiyar çêbike nîqaşên nû çêdike. Îsal navên naskirîyên PKK’ê hevpeyvîn kirin.

PKK di van salên dawî de hewl dide di her bûyerek îroyîn û dîrokî de PDK’ê, Herêma Kurdistanê sûçbar bike, daku xwe ji bo êrîşa li dijî Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge amade bike. Di vî warî de di van salên dawî de di medyaya PKK’ê de hovîtiyeke mezin a nûçeyên sexte heye. Di demên dawî de rêveberên PKK’ê rasterast van derewan tînin ziman.

Gotina Sozdar Avesta derewek eşkereye. Eger di arşîva PKK’ê de belgeyeke wiha hebûya, heta niha PKK da wê belgeyê eşkere bike. Her wiha tu sedem nîne ku belgeya ku ji dadgehê re hatiye nivîsandin di arşîva PKK’ê de be. Li gorî axaftina Sozdar Avesta, dibe ku di demek nêz de PKK nameyeke wisa sexte belav bike.

Çîroka birina Abdullah Ocalan a ji bo Tirkiyeyê bûyereke ku divê ji gelek aliyan ve bê ronîkirin. Her wiha gelek agahî hene ku Ocalan bi xwe bi dewletê re li hev kiriye. Her wiha ji çûyîna Ocalan a ji bo Tirkiyeyê tenê tirk sûdmend bûne.

Pustên heman beş