Ji PKKê dîsa kuştina zarokên Kurdan

په‌كه‌كه‌-زارۆك-pkk-zarok-kurdistan

Rêxistina PKKê îro nasnameya 4 Gêrîlayan eşkere kir, 3 jiê di temena zaroktiyê de ne û 6 sala berê bi destê artêşa Tirk dane kuştin û ji nû îro mirina wan eşkere kir.

Rêxistina PKKê îro roja çarşemî 16/2/2022ê, nasnameya 4 Gerîlayan îlan kir ku li sala 2016 ê ji hêla artêşa Tirk ve hatine armanc girtin û ji nû îro û paş derbasbûna 6 salan hatîye û mirina wan ragihandîye.

Ev Gerîla ku 3 jê di temena zaroktiyê de ne, PKKê di beyana îlan kirina şehadeta wan de bi rû qaymî gotîye: “Ew milîtanên hêja yên Apo bûn, wan di zaroktîya xwe de rêxistin û rêbertî nas kir, em wan bi rêzdarî li bîr tînin”.

Rêxistina PKKê ji boy çêkirina şervanan, pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan dike, PKKe zarokên Kurdan weke fîşeka li ber tifenka xwe dibîne û dikare hemûyan fedayê Ocalan bike.

PKKê du rojan berî daxuyanî da û teslîm bûna Ocalan ya 15 sibata 1999ê bi komplo nav kir û go: 23 Sal derbasbûn, emê sala 24an bikin sala azadîya fîzîkî ya rêbertiyê, emê li ser xeta fedayî ya Apo berxwedanê geş bikin, ev jî dihête wateya ku PKKe wê îsal jî li ser fedakirina zarokên Kurdan bo zilamê li Îmraliyê razay bidome.

Pustên heman beş