Dadgeha federal û “Hesen Xeyrî” yên Başûrê Kurdistanê

Dadgeha federal û"Hesen Xeyrî" yên Başûrê Kurdistanê

Dadgeha federal ya Îraqê duh biryar daye ku dosîya neft û xazê ya Herêma Başûrê Kurdistanê nemeşrûe, bi kurtasî qelemê ku ev biryar îmze kirî, Îranî bû, vê îmzeyê jî dilên “Hesen Xeyrî” yên başûr xweş kir.

Di lekolîneke pêgeha “Darka Mazî” de li derbarê biryara dadgeha federal û sedemên pejirandina biryareke wusa di vê demê de, eşkere bû ku ev biryar bi hewlên çarçûveya hemahengiyê (Şîeyên girêdayî Îranê û partîyeke kurdî a di Desthilata Herêma Kurdistanê de) derketîye, lê belê tişta ecêb eve: yên ku biryar weke fikir avêtîye ser maseya nîqaşê partiya kurdî bû!

Partiya kurdî çewa Qaanî matmayî kir?!

Du roja berê li Bexdayê civînek hat lidarxistin, ev civîn li nêvbera “Îsmaîl Qaanî Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Îranê, Nûrî Malikî, Hadî Amrî, Qeys Xezelî û yek ji berpirsên partîyeke beşdar di hikûmeta Herêma Kurdistanê ” de bû.

Di civînê de, guftûgo li ser yêk mijar bû, ew jî astengkirina hewlên avakirina hikûmeta nû û pêvajoya hilbijartina Serok Komar.

Di civînê de, rayedarê vê parta kurdî daxwaza mudaxeleya dadgeha federal dike û dibêje: “heger dadgeha federal bibêje dosîya neft û xazê ya Başûrê Kurdistanê nemeşrûe, li wê çaxê emê bikarin zextê li ser hevpeymaniya “Sedrî – Sunnî – PDK” bikin.

Qaanî ji vî rayedarê kurd re dibêje: “bi zelalî bibêjin xwasteka we çîye”?, di bersiv de ev Rayedarê kurd dibêje: “biryar lazime”, ango divê dadgeh neqanûnî bûna dosîya neft û xazê ya Başûrê Kurdistanê bi pejrîne.

Qaanî xwasteka vî rayedarê partîya başûr a beşdar di civînê de pejirand, telîmat jî ji boy dadgeha federal şandin ji bo ku biryar bê îlan kirin.

Hesen Xeyrî yên başûr

Em behsa bandora vê biryarê nakin, her kes dizane biryar tam li dijî berjewendiyên gelê Başûrê Kurdistanê ye, ji ber ku dahatiyê firoştina neftê tekane çavkaniye ji boy dayîna mûçeya wezîfedarên başûr, lê belê emê behsa cehiş û ehmeqên başûr bikin yên ku heger “Hesen Xeyrî Beg” di jiyanê de mabaye, da bi qurmê simêlên xweve şermeke mezin ji xwe bike!.

Di roja me ya îro de, her kurdek îdyema “Cehiş Parlementer” fêm dike û dizane, yên ku ev nav hilgirtîne gel wan weke çavê rojê nas dike, ew di îxanet û bêexlaqîya li himberî netew û axa welat de bê hempane, tu kes nikare avê jî li destên wan bike, di îxanetê de gemar bûne rizîne, tevî ku di hilbijartina dawîn de gelê başûr ew ceza kirin û tu yêk ji wan serneket, lê belê hêjan jî û her dema dijmin pêwîstî bi wan hebe, ew ji boy du qurîş pare xizmetê dikin, îro jî me bi çavê xwe dî çi qas kêfa van cehşan bi biryara dadgeha federal ya li dijî Kurdistanê hatîye û bi tu awayî pêş dijmin ve vê biryarê bi başî ji boy gel şîrove dikin.

Rêveberiya başûr wê vê pîlanê jî avêt di zibildanê de

Paş derketina biryara dadgeha federal, Serok Barzanî, her wiha Serokê Herêma Başûr Nêçîrvan Barzanî, Hikûmeta Başûr, Parlamentoya Başûr û herweha rêberên partiyên wilatparêz, ev biryar şermezar kirin û bi biryareke siyasî û ne destûrî li dijî mafên meşrû’ yên herêma kurdistanê nas kirin.

Serok Barzanî go: “Emê bi hemû karînên xwe bergiryê ji mafên destûrî yên kurdistanê bikin”, herweha Nêçîrvan Barzanî bi tundî bersiv da û go: “ev biryara nayê cîbicî kirin”, rêberên partiyên din yên weke Mihemedê Hacî Mehmûd ev biryar bi îlankirina cenga li dijî kurdan nas kir.

Bi kurtasî tevî ku ev biryar bi xwasteka kurdên xwefiroş û bi îmzeya Tehranê bûye, lê belê divê cehşên başûr û xwediyên vê biryarê baş fêm bikin ku rêveberiya başûr weke çewa pêşî li pîlanên yêk bi yêk yên berê yên dijmin girtîye, û weke çawa gel di hilbijartina dawîn da cehiş parlementer ceza kirin, ev hemleya cehişkan ya dadgeha federal jî wê avêjin di zibildana dîrokê de û tişta ku wê bimîne, tenê rûreşîya ji boy cehişkan û xeta cehşayetiyê ye, xeta ku li salên 60 başûrê kurdistanê pê nexweş ketî.

Pustên heman beş