Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê 8 kes bi hinceta alîkarî û “propagandeya PKKê” hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan Fermandariya Cendermeyan a Erzeromê bi hinceta ku alîkariya endamên PKKê û li ser torên civakî propagandeya rêxistinê kirine li navçeyên Gogsî, Tatos û Koprukoya ser bi parêzgeha Erzeromê operasyonên hemwext kirine.
Di çarçoveya operasyonê de tîmên cendermeyan li 3 navçeyê hevdem avêtine ser malan û 8 kes desteserkirine.
Hat ragihandin ku kesên desteserkirî bo Fermandariya Cendermeyan a Erzeromê hatine birin û lêkolînên derbarê wan de berdewam in.
Di van demên demên dawî de li hejmareke parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta endamtî û propagandeya PKKê gelek endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tên desteserkirin.
Ev di demekê de ye herî dawî li 15 Sibata 2022ê li parêzgeha Amedê 27 kes bi hinceta propagandeya PKKê hatibûn desteserkirin.