Rexneyên li ser rapora HDP ê ya Şingal-Mexmûrê û rastîya bûyeran

Rexneyên li ser rapora HDP ê ya Şingal-Mexmûrê û rastîya bûyeran

Şandeya HDP ê ku di nav de parlementer jî hebûn, serdana wargeha Mexmûrê û Şingalê kirin û di encamê de li ser navê HDP ê raporek parve kir. Rapora ku hat weşandin û armancên heyeta HDP ê di raya giştî de bê encam ma. Her wiha rapora HDP ê raporek bû ku di nava xwe de nakokiyên mezin dihewand li dûrî rastîyê agahî didan. Rapora wê bi têgehekî alîgirî hatibû nivîsandin.

Ji bilî ku heyeta HDP ê raporeke bi vî rengî ya seranserî dinivîse, di derbarê armanca serdana heyetê de rastî hin nakokîyên micid hatiye.

Gelo şandeya HDP ê çûbû ku bi rêveberên PKK ê re hevdîtin çêbike?

Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Berpirsyarê Têkilîyên Derve Feleknas Uca, Parlamentera Stenbolê Hûda Kaya, Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş û Parlamenterê Îzmîrê Mûrad Çepnî pêk dihat, di navbera 8-12 ê Sibatê de serdana Şingal û Wargeha Mexmûrê kiribûn. Gelek derdorên alîgirê Tirkiyeyê hewl dan vê serdanê manîpule bikin. Di rastiyê de armanca çûna vê şandeyê ew bû ku, li ser van mijarên polîtîkaya HDP ê ya dema pêş, tifaq û hwd bi rêveberên PKK ê re hin gotubêjan bikin. Her wiha tê gotin ku şandeyê dema ji Tirkiyeyê derbasî Bexdayê bûyî, hin kadroyên rêveber ên PKK ê yên li Tirkiyeyê jî bi xwe re birin e.

Li gorî agahîyên ber deste me, her wiha tê îdiakirin ku piştî ku şande derbasî Bexdayê bûye, bi awayekî organîze ji aliyê Heşdî Şebî û PKK ê ve hatine pêşwazî kirin û çûne Şingalê, li wir jî  derbasî Rojava bûne û bi «Sabrî Ok» û hin rêveberên jin re hevdîtin pêk anîne. Tê îdiakirin ku heyetê ji bo ku ev hevdîtin ji raya giştî re were veşartin, xwe weke serdaneke asayî ji bo gel nîşan daye.

Çima rapor seranserî bû?

Beriya her tiştî raporên li ser du warên girîng ên di derbarê kurdan de bi Tirkî bû û daxuyaniya çapemeniyê jî bi Tirkî hate çêkirin gelo çima…? Ziman Di warê nîşandana biyanîbûna şandeyê ya li ser esasê mijarê pirr girîng e. Lê belê, hem di derbarê esasê mijarê de hem jî di derbarê çercova wê de gelek agahîyên xelet û şîrove hene. Ji ber vê yekê di raporê de alîgiriyeke ku ji objektîvîzmê dûr e heye. Ji ber ku armanca şandeya HDP ê ne ew bû ku rastîyan bibîne û bibêje. Heyeta HDP ê tenê gotinên ku bi salan e ji aliyê PKK ê ve tê belavkirin piştrast û pesend kir.

Nerehetiya HDP ê ya dijî PDK ê li Şingalê

Rapora HDP ê cihekî mezin da ye Şingalê. Di raporê de hat gotin, “Êzidî neçar tên hiştin ku li kampên girêdayî PDK ê yên di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bijîn. Bi tevahî 13 kamp hene. Li gorî daxuyaniya şêniyên Şingalê; Mirov ji derketina kampan tên astengkirin, rastî polîtîkayên asîmîlasyonê yên olî û kultûrî tên.” Ev îddîa pirr balkêşe. Ji ber ku ti kes zorî li Êzidiyan nake ku di kampan de bimînin. Gel bi tercîha xwe li kampên dimînin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li gel kir ku ji Hezîrana 2020 an ve vegerin Şingalê. Qeymeqamê Şingalê Mahma Xelîl ku niha parlemanê Êzdîyane, yek bi yek serdana kamp û malbatên Êzidî yên li Dihokê dijîn kir û banga vegera kampê kir. (Rûdawhttps://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/050720204),   lê bele malbatên ku ji kampan derketin û çûyî Şingalê, ji ber pirsgirêka ewlehiyê ya Şingalê, ji ber ku PKK zarokên wan di bin navê şer de direvîne û Ji ber hebûna yekîneyên Heşdî Şebî li navenda Şingalê û hwd dîsa vegerîyan kempên Dihokê. Gelek çavkaniyên serbixwe jî li ser vê mijarê nûçe ragihandine. Wek mînak malpera Kerkûk Now vegera 237 kesan di mawê du hefteyan de belge kiriye. (https://kirkuknow.com/tr/news/66160) HDP ê kampên Wezareta Koç û Koçberan a Herêma Kurdistanê weke kampên di bin kontrola PDK ê de nîşan dide, bi zanebûn vê tometê çêdike. Bi propagandaya PKK ê re hevpar kar dike.

Şandeya HDP ê nûnerên gel mixatap negirtin

Şandeya HDP ê her çend ji bo ravekirina rewşek bi vî rengî raporek pêşkêş kir jî, tenê bi kesên ji aliyê PKK ê ve hatine wezîfedarkirin re hevdîtin çêkirin û nûnerên gel mixatap negirtin.

Di hilbijartinên meha cotmehê de li Şingalê ku bi hezaran kes lê dijîn de 3 kes ji bo meclîsa Iraqê weke nûnerên Êzidîyan hatin hilbijartin. Kesên hatîn hilbijartin bi salane ji bo Êzidiyan tekoşîn dikin. Di nav wan de navên wekî Vîyan Daxîl ku qirkirina Êzidiyan ji cîhanê re ragihandî jî heye. Heyeta HDP ê nûnerên gelê Êzidî ango parlamenterên ku Êzdîyan bi deh hezaran deng dane wan mixetab negirtin. Êzidîyên li kampan nedîtin. Tenê serdana saziyên PKK ê û hin doranên wan kirin. Ew kesên ku Şandeya HDP ê li Şingalê dîtî ne nûnerên Êzidîyan bûn tenê xebatkar û layanên PKK ê bûn.

HDP ê li Mexmûrê çi dît?

Şandeya HDP ê li Mexmûrê, Herêma Kurdistanê tomet bar kir û hat gotin, “Nahêlin mirov derbasî bajarên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê bibin.” Lê belê behsa pêvajoya ku PKK ê kampa Mexmûrê veguherandî kampa leşkerî û ji ber vê sedemê Netewên Yekbûyî jî kamp terikandî ye, di rapora HDP ê de cih negirt. Pirsên weke “PKK ê kampa Mexmûr ji statûya penaberîyê derxistîye û piraniya xelkê Mexmûrê çûne Konsolosxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê û pasaportên Tirkiyê wergirtine” nahên bersivdan.

Bi kurtasî, rapora ku heyeta HDP ê wekî rapora Mexmûr, Şingalê pêşkêş kirî, dûrî ravekirina rastiyê van herêmane ye. Bi rastî, raporên bi vî rengî pirsgirêkan li qadan dijwartir dike û nêhêle çareserî were peyda kirin. Armanca wê raporê tenê reşkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Divê wekîlên HDP ê li Tirkiyeyê bi pirsgirêka Kurd re mijûl dibin, pêwîste nehê qabûlkirin ku ev kese bi navê parlemanî li ser bûyerên parçeyên din yên Kurdistanê manîpulasonê çêbikin. Her wiha erkekî esasî jî ew e ku layanên sîyasî wan parlementerên nûnertîya PKK ê dikin teşhir bikin û mecalê fitne-fesadîyê ji wan re nehê dayîn.

Pustên heman beş