PKKê navên 4 Gerîlayên ku li 2017ê feda kirine, ji nû ragihand

pkk-zarok-gerila-fighter-serhed-hpg-pkk-kck

Rêxistina PKKê îro nasnameya 4 ciwanên din yên Kurd eşkere kir ku 5 salan berê bi destê artêşa Tirk dane kuştin û ji nû îro hatîye navên wan eşkere kirine.

HPGê îro roja şemî 26/2/2022ê nasnameya 4 Gerîlayên xwe eşkere kir ku li sînorê Qersê ya Bakurê Kurdistanê li sala 2017ê jiyana xwe ji dest dane û ji nû îro û paş derbasbûna 5 salan hatîye gotîye hevalên me şehîdbûne.

PKKe her li navbera 2 heya 3 rojan, nav û nasnameyên komên ciwan û zarokên Kurdan eşkere dike yên ku di salên berê da bi destê artêşa Tirk dane kuştin.

PKKe tam agahîyan li ser wan eşkere dike, lê belê bi tu away behs li temena wan nake, ji bo ku tewana revandin û çekdar kirina zarokan li ser wê tesbît nebe.

Rêxistina PKKê ji bo çêkirina şervanan, pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk jî ji hêla rêxistinên navdewletî û yên parastina mafên zarokan hatîye tesbît kirin.

Pustên heman beş