Li Wanê qedexeya tev çalakiyan hat dirêjkirin

Li Wanê qedexeya tev çalakiyan hat dirêjkirin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Wanê ve hatiye belavkirin, ji 28ê Sibata 2022 heta 14ê Adara heman salê, bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha li wê parêzgehê qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Pustên heman beş