Ji bo çareserkirina kirîza Ukraynayê, divê em ji dawiyê dest pê bikin

Henry Kissinger-Ukraine crisis
  • Têbînî: Wezîrê derve yê berê yê Amerîka Henry Kissinger ev gotar di roja 5/3/2014 de di rojnameya Washington Post de nivîsandîye. Li jêr tekista gotarê ye.

Nîqaşa giştî ya li ser Ukraynayê li ser rûbrûbuunê ye. Lê gelo em dizanin ku tişt dê li ku derê bibin? Di dirêjahîya karê xwe de, ez bûm şahidê 4 şeran ku piştevanîya gel ya bêhempa hebû. Dema ku em tevlî wan şera bûyn, derket holê ku dawîya wan şeran nemumkine di bin kontirolê de bît, di encamê de em ji 3 şeran yekalî vekşiyan. Di siyaseta şer de ya girîng dawîya wê ye, ne desitpêk.

Tiştê di dîrokê da qewmî dê dubare bîteve!

Ger Ukrayna wekî qada pevçûnê di navbera bilokên Rojava û Rojhilat da were dîtin, Ukrayna divê bêalî bimîne da ku aramî û bextewariya xwe biparêze û bibe pira girêdanê di navbera her du bilokan de, hewldana Rûsyayê ku Ukraynanyê neçar bike teslîmî fermanên xwe bike û nexşeya Rûsyayê ji nû ve biguherîne, dê tiştê ku di dîrokê de qewmî ye, ango bi nûkirina pevçûnê bi Ewropa û dewletên yekbûyî re, dubare bike.

Divê Rojava fêm bike ku Ukrayna ji Rûsyayê re ne welatekî biyanî bû. Dîroka Rûsyayê ji wê derê ava bû ku jê re “Kievskaya Rus” an “Kiev Rus” tê gotin, û ji wir ola Rûsî belav bû. Ukrayna di wê demê de çend sedsalan beşek ji Rûsyayê bû, û dîroka wê tevlîhev û bi hev ve girêdayî ye. Şerê Poltava di 1709 de, ku bi sembola azadiya Rûsyayê tê hesbandin, li ser axa Ukraynayê hatbû kirin.

Di heman demê de fîloya deryaya Reş jî tenê rêyeke ji bo ku Rûsya hêza xwe li deryaya Spî pêşan bide, bi rêya çêkirina girêbestek demdirêj li bajarê Sêvastopol yê nakokdar li girava Kirêmya, dijberên Rûsî yên herî navdarên wekî Alexander Solzhenitsyn û Joseph Brodsky jî dîroka Ukraynayê bi dîroka Rûsyayê ve girêdayî ne û vî welatî bi beşekê bingehîn ji Rûsyayê dibînin.

Divê Yekêtîya Ewropa danpêdanê bike ku siyaseta wê ya bîrokratîk û hem jî mehkûmiyeta wê bo siyaseta navxweyî di danustandinên destinîşan kirina awayê têkilya di navbera Ukrayna û Ewropayê de, xeta danustandinê bo kirîzê guherandîye, ji ber ku siyaseta derve bi hunera danîna pêşînîyan tê nas kirin.

Rojavayê Ukraynayê bi giştî Katolîke, rûniştevanên wê bi zimanê Ukraynayî di axivin, piraniya Rojhilatê wê jî Ortodokse û meyla Rûsyayê heye û bi zimanê Rûsî di axivin

Di vê dubendiyê de faktera çarnivîs Ukraynî ne, yên ku li welatekî xwedî dîrokeke tevlîhev û pirzmanî dijîn, di sala 1939an de bi peymana Stalîn û Hîtler, beşa rojavayê wê bi Yekîtya Sovyetê ve hate girêdan. Kirêmya – 60% ji nifûsa wê Rûsin di sala 1954an de bû beşek ji Ukraynayê, dema ku Nîkîta Xiruşov yê bi eslê xwe Ukraynî dev jê berdayî, ev yêk di salvegera 300 ê a peymana li nêvbera Rûs û Kozakan da çêbû. Li aliyê din Rojavayê Ukraynayê bi giştî Katolîke, rûniştevanên wê bi zimanê Ukraynayî di axivin, piraniya Rojhilatê wê jî Ortodokse û meyla Rûsyayê heye û bi zimanê Rûsî di axivin. Loma her hewldaneka ji her alîyekê Ukraynî ve ku bandora xwe li ser yê din feriz bike, dê bibe sedema şerê navxweyî yan veqetînê. Her wiha ku Ukrayna bibe beşek ji rûbrûbuuna di nêvbera bilokên Rojhilat û Rojava da, bêguman ev dê bibe sedem bi dehan salên din Rojava û Rûsya li ser yek maseyê ji bo çêkirina sîstemeke navdewletî li ser bingeha hevkariya hevbeş, nerûnin.

Şeytankirina Pûtîn ne aqilmendîye

Dive Amerîka zeytê bi agir de nerijîne

Di vê çarçoveyê de, Ukrayna tenê 23 sale serbixweye, ji ber ku ji sedsala 14an ve ew di bin çavdêriya biyanî de bû. Ev yek di serî de di rêberên wê yên vê dawiyê de diyare yên ku ji bo fêrbûna pirensîba “Hunera Danûstandinê” ezmûnek têr bi dest nexistine, di vê mijarê de dîrok jî alîkara wan nîne. Li gorî polîtîkayên piştî serxwebûnê yên Ukraynayê, ev pirsgirêk ji hewldanên siyasetmedarên Ukraynayê yên ji bo ferizkirina xwe li ser beşên welêt yên ku berevajî wanin, vedgere.

Bingeha pirsgirêkê jî di nakokîya navbera Viktor Yanukovych û hevrika wî ya siyasî, Yulia Tymoshenko diyar dibe ku baskên hevrik yên Ukraynayê temsîl dikin û neamadene ji bo parvekirina desthilatdariyê. Siyaseta aqilane ya Amerîkayê li hember Ukraynayê divê hewl bide ku hevkarî û hevahengîya zêdetir di navbera her du perçeyên Ukiraynayê de çêbike, divê em hewl bidin nêzîkatiyê di nêvbera herdu perçeyên Ukiraynayê de çêbikin, neku em zeytê bi agir de bikin.

Rûsya û Rojava û aliyên hevrik li Ukraynayê guh nedan vê pirensîbê û her yek bi serê xwe sitran gotin. Rûsya dê nikarbe destwerdana leşkerî li Ukraynayê bike, ji ber ku ewê xwe îzole bike, nexasim ku sînorên wê di bingeh de ne aramin. Derbarê Rojava de jî, şeytankirina Viladîmîr Pûtîn ne aqilmendîya siyasî ye û hincete ku ew ji rêya danûstandinan bê dûr xistin.

Tevî acizbûn û dilgiranîya xwe, divê serok Pûtîn tevgerek leşkerî neke ku bibe sedema şerekê sar yê nû. Ji aliyê xwe ve divê Amerîka Rûsyayê neçar neke û wê bixe jêr rêsayên xwe, li gorî bingeha dîroka Rûsyayê Pûtîn sitratejîk tê hesbandin, û têghîştina nirxên Amerîkayê an piskolojîya ku wan nirxan pêk tîne ne yêk ji taybetmendiyên wî ne. Her wiha têghîştina dîrok û piskolojîya Rûsyayê jî wusaye, ku ji bo siyasetmedarên Amerîkayê xalek bihêz çênekirîye.

Dvê Ukraynayê Nekeve di NATO yê de

Di dawiyê jî de, hemû serok divê li şûna hevrikiyê, çareseriyan çêkbikin. Li vir têghîştina min ya ku divê her kes di derbarê nirx û berjewendiyên ewlehiyê de bike eve:

1- Ukrayna azade ku têkiliyên xwe yên aborî û siyasî hilbijêre, tevî Ewropayê.

2- Neketina Ukraynayê di NATOyê da, ku berya 7 salan min ev yêk piştrast kir.

3- Divê Ukraynayê azadiya avakirina hikûmeteke lihevhatî hebe ku pişitgriya gel hebe. Rêberên Ukraynayê jî yên jîratîya siyasî heye dê zimanê lihevhatinê di nav welatê xwe de bipejrînin. Di asta navneteweyî de jî divê sûdê ji ezmûna “Fînlanda” ji boy welatê xwe bibînin, da ku nedev ji serxwebûna biryara xwe berdin û di warên curbecur de jî dev ji hevkariyên bi Rojava re bernedin, li hember wê jî bi Rûsyayê re nekevin pevçûnê. Yan dijimnatiyê nîşanî wê bide.

4- Girêdana Kirêmya bi Rûsyayê ve bi nîzama cîhanê ya îro nagunce. Lê ji bo awayê têkiliya Kirêmya çareseriyên din jî hene, ew jî Ukrayna qeydên li ser Kirêmya hinekî sivk bike, bi vî rengî Rûsya dê serweriya Ukraynayê li ser Kirêmya nas bike. Her wiha divê Ukrayna hilbijartinan ji boy çêkirina rêveberîyeke xweser li Kirêmya bike, hilbijartinek be bi çavdêrîya çavdêrên navnetewîy.

Pirsgirêka herî mezin ne bidestxistina aştîya mutleqe, lê belê nebûna aştîyek hevsenge

Wekî din, ev pêvajo dê nezelalîya hebûna hêzên Rûsya li deryaya Reş li Sîvastuobol ji holê rake.

Ya ku min behis kirî pirensîbin, ne çareserîne, her alîyek li herêmê dizane ku ew ji hêla aliyê beranber ve nayê qebûl kirin.

Pirsgirêka herî mezin ne bidestxistina aştîya mutleqe, lê belê nebûna aştîyek hevsenge. Heger jî li ser esasê van pirensîban lihevkirinek çênebe, dê di demek nêz de hemû alî kevin nava rûbrûbûneke hetmî a nêzîk.

Çavkanî: Washington Post

Wergerandin: Navenda Kurdî ya Lêkolînan

KurmancîKirin: Darka Mazi

Lînka gotarê di malperê Waşnigton Post da.

Pustên heman beş