Êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê zêdeyî hefteyekê ye didome. Mirov dimirin, bajar wêran dibin, Ukraynî ji şerekî ku qet xeyal nedikirin re rû bi rû man. Şer pirr xerab in, wêraniyê bi xwe re tîne. Yek ji gelên ku vê yekê herî baş dizane jî em Kurd in. Kurd xemgîn in û naxwazin difna zaroyekê jî xwîn bibe.
Lê em dizanin ku pêvajoya Ukraynayê bidome wê bandorê li ser Kurdistanê jî bike. Sîstema siyasî ya cîhanê ji nû ve tê avakirin. Helbet divê Kurd jî li gorî vê helwestê bigirin. Bi taybetî jî divê em hesasiyeta Rojava û Başûr baş bibînin. Ew bûyerên van rojên dawî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê diqewimin, divê di vê çarçoveyê de em destbigirin. Ji ber ku niha li ser Başûrê Kurdistanê êrîşeke aktîf heye. Yek ji van êrîşan jî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser firotina gaz û petrola Herêma Kurdistanê girtî ye.
Kesê ku bi awayekî objektîf li bûyerê binêre, dizane ku piştî 10 salan ev biryar ji refên gemargirtî derxistin, beşek ji konsêpta “daqûrandina Kurdistanê” ye. Divê kurd vê biryara ku wê li ser statûya Kurdistanê, bandorekî pir nebaş bike, baş fahm bikin. Her wiha divê were zanîn ku ev pêngav dê zirarê dide hemû destkeftên kurdan. Hinek Kurd hene ku vê êrîşa cephe dij-Kurd weke êrişa dijî PDK ê dibînin û harîkarî didin Iraqê. Yên serkêşîya vê yekê dikin PKK, Newey nû û beşek kesên dinava YNK ê da ne. Heke em vekirî bibêjin hinek Kurd dixwazin vê biryara Dadgeha Iraqê meşrû bidin nîşandan. Pêwîste em van cehşên moderin baş nasbikin û hemberî wan bisekinîn û nehêlin ev biryar were cîbecî kirin. ev erka her Kurdekî netewperwer e.
Heşda Şebî û grûpên din ên nêzîkî Îranê, weke PKK, di hilbijartinên Iraqê de têkçûn. Li ser vê planên veşartî yên Iraqê jî eşkere bûn. Bi taybetî piştî vê hilbijartinê PKK bi awayekî eşkere dijminatiya Herêma Kurdistanê û tevgera Sedr kir. Piştî biryara dadgeha federal a Iraqê, PKK bêtir Herêma Kurdistanê kir armanc. PKK rasterast nabêje ku ew piştgiriya biryara dadgeha federal a Iraqê dikin. Lê ji bo ku biryara dadgehê rewa nîşan bide her cure rêbazên propagandayê bikar tîne.
Em amaje bi wê yekê jî bikin ku rêxistina PKK li Iraq û Herêma Kurdistanê bi navê Tevgera Azadî ragihand ku ew biryara dadgeha Iraqê ji bo paşeroj û demokratîzekirina Iraqê biryareke giring dibîne. Tiştê balkêş ewe ku ev daxuyanî di medyaya PKK ê de jî nehat weşandin. Tenê di malpera Tevgera Azadî de bi bêdengî hat weşandin. Ev jî tê wê wateyê ku PKK bi xwe jî dizane ku ev biryar dij-kurd e. Ji bo vê jî hewl dide ku pêvajoya xîyanetê nepenî birêve bibe.
Medyaya PKK ê, bi taybetî nivîskarên wê yên nasyar, biberdewam îdîa dikin ku sedemê vê biryara dadgeha Iraqê, rêveberiya Kurdistanê ye. Qed qala wê nakin ku ev biryar wê zîyanek mezin bide Kurdan. Dixwazin webêjin ku qed dagirker û sîstema wê ya kolonyalist ne sûçdar e. Ango PKK hewl dide ku van êrîşên li ser Herêma Kurdistanê rewa nîşan bide. Bi salane çapemeniya PKK ê vê yêkê dike. PKK Dixwaze di nava karmend û alîgirên xwe de vê têgihiştinê çêbike ku “Eger PDK têk biçe em ê bi ser bikevin.” Ji ber vê yekê jî têkçûn û kêmasiyên PDK ê weke serkeftina xwe dibîne. We dizane ku eger PDK têk biçe dê bi ser bikeve. Difikire ku ger statuya Herêma Kurdistanê ji dest biçe ew ê biserkeve û dê li ser van destkeftên rune. Piştî 3 rojan ku di 17 ê Cotmeha 2017 an de Kerkûk ji aliyê artêşa Iraqê û Heşda Şebî ve hat dagîrkirin, rêvebera PKK ê ya bi navê «Zilar Stêrk» Endama Konseya Serokatiya PKK ê, di bernameya televîzyonî de got: «Kerkûk ji nav çû. Ev tê wê wateyê ku xeta Barzanî li Kurdistanê winda dike, xeta Rêber Apo bi ser dikeve. Li Kurdistanê xeta serketî xeta me ye.» Em nizanin çavkaniya van gotinên vê rêvebera PKK ê ji nezanî ye an jî cehşatî ye, lê pêvajo wek «Zilar Stêrk» digot nemeşî.
Hema piştî wê «Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî» hatin dagirkirin. Li Bakur gerîla hate tasfiye kirin. PKK hatiye rewşeke wisa ku hêza wê ya ku em jê re dibêjin gerîlla li çiya jî nikarin serê xwe ji tûnêlan derxin. Li Rojava jî rêveber ditirsin ku telefonê biaxivin. PKK ketiye nava destengî yeke mezin de.
Ew kesên ku li dora PKK ê kom bûyî, wisa difikirin ku eger Bexda Herêma Kurdistanê dorpêç bike û bikeve Hewlêrê, wê PKK ser bikeve. Ji bo vê jî bi coşeke mezin li bendê ne ku li Iraqê hikûmetek neyê avakirin, bûdceya Herêma Kurdistanê neyê şandin, mûçe neyên rêkirin, hikûmeta Iraqê statuya Herêma Kurdistanê daxîne û statuya îdarên xweseriya parêzgehan ava bike. PKK we difikire ku wê demê dê Şingal jî bibe parêzgeh û ji wan re bê hiştin. Silêmanî jî mîna niha wê lotka pavêje. belê, ew bi rastî jî vê hêvî dikin.
Bi îhtîmaleke mezin ev aqilsivike we difikirin: “Me PKK ê xwe kirî ye çend parçe? Rêberê me bi Tirkiyê re dixebite, Cemîl Bayik bi Îranê re, Mazlûm Abdî li Rojava bi Emerîka re di nava tifaqê de ye. Ji ber vê yekê jî kîjan hêz bi ser bikeve em jî wê bi ser dikevin.” bêguman siyaset wiha nameşe. Rêveberên PKK ê senaryoyek wisa xweşik çêdikin û hêviyê belavdikin. Loma jî kadro û xebatkarên medyaya PKK ê radibin û rûdinin bi nebaşî qala KDP ê dikin. PKK we dizane ku dünya li dora partîya wan dizivir e.
Gelo ma ev hesab rast e? Helbet ne rast e. Biryara dadgeha federal a Iraqê ne ji PDK ê ye û kêşeya serokkomarîya Iraqê jî ne ji namzetîya «Hişyar Zêbarî» ye. Pirsgirêk hebûna eniya dij-kurd e. Pirsgirêk helwesta wan dewlet û layanên ku naxwazin di vê sedsalê de jî kurd bibin xwedî nexşeyek neteweyî. Ji bo vê jî divê em Herêma Kurdistanê weke bînahîya çavê xwe biparêzin. Bila kes xwe nexapîne, ji destdana Herêma Kurdistanê yan jî binketina PDK ê wê bibe binketina hemû kurdan. Li Kurdistanê ev diyalektîk hukum dike. Piştî sala 1990 î Başûrê Kurdistanê weke xweserî û federal hatî naskirin Kurd li hemû parça xuya bûn. Serkeftina parçeyekê di be serkeftina hemû Kurdan. Heqîqeta vê dîyalektîkê ev e yên êrişî vê heqîqetê dikin wê dawiya xwe bînin.
Bê guman, em hîn jî dixwazin bi hêvî bifikirin. Qet nebe em dixwazin bawer bikin ku «Cemîl Bayik» hesabek wisa hêsan nake. Her çendî ku qelemşorên medya PKK ê yên ku li «Belçîkayê» rûnişti vê rastîyê nezanin jî, lê belê «Cemîl Bayik» baş dizane ku metirsiya statuya Herêma Kurdistanê wê metirsîyê liser jîyana wî çêbike. Ger eniyeke wiha ya dij-kurd bi ser bikeve, «Cemîl Bayik» wê bizane ka ew mûşeka li sere wî dike ve ya kîjan dewletê ye. Em we bawer dikin ku «Cemîl Bayik» ew mûşeka li pêşîya şikefta kongra 6 ya li «Xinêre» ketî jibîr nekirî ye û ew dizane ya kîjan dewletê jî bo. Cemîl Bayik baş dizane heke Kurd zarbekê bixwen ewê nikare li qeraxê «gola Urmîyê» di qesrê de tawle bilîze û zar bavêje. Hêvî dikîn ku ew vê rastîyê dizane.
Ji ber ku hesabên PKK ê yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, hesabên şaş in. Ew hesabên şaş wê despêkê PKK ê bişewitî ne.