Raperîna 1991ê, destkefteke girîng a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ye

serhildan-1991 (2)

Îro salvegera destpêkirina Raperîna gelê Kurdistanê li dijî rêjîma Beis a Iraqê ye, ku karî ji bo cara yekem piraniya xaka Herêma Kurdistanê ji destê rêjîma Beis rizgar bike û Kurd li Başûrê Kurdistanê desthilatê bi dest xwe ve bîne.

Raperîna gelê Kurdistanê di 5ê Adara 1991an de li dijî rêjîma Beis a Iraqê dest pê kir û di yekem roja Raperînê de, devera Ranya û Qeladizê hatin rizgarkirin. Piştre jî gelê Kurdistanê bi piştevaniya Pêşmerge rabûn ser pêyan û Kerkûk û çend navçeyên din rizgar kirin.

serhildan-1991 (2)

Raperîna gelê Kurdistanê bi piştevaniya Pêşmerge, ji encama zulm û zordariya rêjîma Beis a li dijî Kurd hat, serkeftin jî ji yekgirtiya gel û yekdengiya hêza siyasî pêk hat, ku karî di heyameke kurt de piraniya xaka Başûrê Kurdistanê rizgar bikin û dawî bi desthilatdariya dagîrkeran bînin.

serhildan-1991 (2)

Piştî Raperînê bi salekê, serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê, di 19/5/1992an de hilbijartina Parlemantoya Herêma Kurdistanê ji bo yekem carê hat kirin, ev jî wek destkefteke girîng a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê tê hejmartin, ji ber ku di dîrokê cara yekem bû Kurd bûn xwedî parlemanto û hikûmet. Herêma Kurdistanê ji bilî encamdana projeyan di tevahiya waran de, serkirdatiya siyasî ya Kurd karî di rûyê dîplomasî de pêwendiyan bi welatên cîhanê re fereh bike û daxwaz û mafên Kurda bigihîne navendên siyasî yên cîhanê.

serhildan-1991 (2)

Îro jî ku salvegera Raperînê tê bibîranîn, bi gotina berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê, hîn jî astengî û fişar li navxweya Iraqê û li ser asta herêmî li pêş statûya Herêma Kurdistanê heye, bi taybet di warê siyasî û aborî de.

Pustên heman beş