Dadgehê derbarê Îbrahîm Guçlu de biryara sizayê zindanîkirinê da

Dadgehê derbarê Îbrahîm Guçlu de biryara sizayê zindanîkirinê da

Dadgeha Diyarbekir bo Hiquqnas û Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Guçlu sizayê zindanê birrî. Sedema sizayê ew e ku Îbrahîm Guçlu di nivîseke xwe de gotibû 19ê Gulanê ne cejna xortên Kurd e û li ser vê yekê doz lê hatibû vekirin.

Li Diyarbekirê doza ku Îbrahîm Guçlu tê de tê darizandin hat dîtin û di encamê de bo Hiquqnas û Siyasetmedarê Kurd 10 meh sizayê zindanê hat birrîn.

Îbrahîm Guçlu di 20ê Gulana sala 2019an de nivîsek bi navê “19ê Gulanê Ne Cejna Xortên Kurd e” nivîsîbû  û di 2020an da derbarê wî de lêpirsîn hatibû vekirin û di 2021an de jî derbarê wî de bi sedema ku “dixwaze kîn û nefretê nava xelkê de peyda bike”  doz hat vekirin.

Di 7ê Adarê Roja Duşemê de jî dadgehê bêyî ku siza were taloqkirin derbarê Îbrahîm Guçlu de 10 meh sizayê zindanîkirinê birrî.

Biryara zindanîkirina Îbrahîm Guçlu dê bo dadgeha bilind a bi navê “Yargitay” were şandin û eger dadgeha bilind jî biryarê erê bike dê Îbrahîm Guçlu yê temenê wî 73 sal in têkeve zindanê.

Îbrahîm Guçlu ji Kurdistan24 re da zanîn ku wî di dema darazê de bi 11 rûpelan parastina xwe kiriye û wî ji dadgehê re gotiye ku “ev dadgeh ne meşrû ye û hiqûqa dagirkeriyê cîbicî dike”.

Guçlu da zanîn ku li ser van gotinên wî jî dadwer derbarê wî de “banga tawanê kiriye û gotiye ev gotinên Îbrahîm Guçlu tawan in”. Ev yek tê wê wateyê ku ji doza ku Îbrahîm Guçlu siza xwariye dozek din dê derbikeve.

Îbrahîm Guçlu 73 salî ye û ji ber mijarên Kurd û Kurdistanê  nêzîkî 6 salan di zindanan de maye.

Pustên heman beş