Bi sedema nûçeyeke “Darka Mazî” şer di nêvbera rayedarên YPGê de çêdibe

Bi sedema nûçeyeke"Darka Mazî" şer di nêvbera rayedarên YPGê de çêdibe

Di nêvbera du rayedarên paye blind yên YPGê de li ser mijara êrîşa DAIŞê ya li ser zindana “Sînaa” ya Hesekê şeredevek tund rû dide û hevdu bi xayîn û alîkarên DAIŞê bi nav dikin.

Li roja 20/1/2022ê, DAIŞê êrişî zîndana “Sînaa” ya li taxa Guwêran li Hesekê kir û bi sedan endamên xwe jê revandin, di vê derbarê de pêgeha «Darka Mazî» her di destpêka êrîşê de bi belgeyên zelal xweya kir ku êrîş bi hevkariya hin endamên HSD’ê û bi haydariya hin berpirsên wê hatiye kirin, jiberku pêş êrîş wan agahî hebûn ku DAIŞ wê êrîşî zindanê bike.

Li ser vê mijarê di civîneke rayedarên YPGê de ku li saet 12:00yê nîvroja 17/2/2022yan li taxa “Elsalihiye” ya bajarê Hesekê hatiye encamdayîn de, şeredev di nêvbera rayedarên YPGê de rû daye.

Yek ji amadebûyên civîna di nêvbera rayedarên YPGê de ji bo pêgeha “Darka Mazî” eşkere kir, di vê civînê de şeredev û acizî di nêvbera her yek ji “Mehmûde Reş” endamê fermandariya giştî ya YPGê û “Nûrî Mehmûd” Berdevkê YPGê de rûdaye.

Vê çavkaniyê ji pêgeha “Darka Mazî” re ragihand, di civînê de “Mehmûde Reş” gazince ji “Nûrî Mehmûd” kirine û ji wî re gotiye çima piştî êrîşa DAIŞê ya li ser zindana «Sînaa» te hin caran bas ji vê yekê kirîye ku hin kesên di nava hêzên ewlekarî û leşkirî yên YPGê û Hêzên Sûryaya demokratîk HSD ê de alîkariya DAIŞê kiriye û ev kesane xiyanetkarin, Mehmûde Reş ji Nûrî re ragihandiye bi ti awa nedibû ev axaftinane ji devê te derketibane.

Çavkaniyên me her weha eşkere kir, «Nûrî Mehmûd» bi awayekî herî tund berisva «Mehmûde Reş» dide û dibêje wî; “min bi tenê rastî gotiye û belge ji boy axaftina min û hevkarîkirina DAIŞê eve ku hejmarek ji rayedar û çekdarên hêzên ewlekarî û leşkirî yên YPGê û hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê hatine desteserkirin û niha lêpirsîn li gel wan de tê kirin.” piştî van axaftinan şeredev di nêvbera van du berpirsên YPGê de dirust bûye û hevdu bi xayîn bi nav dikin.

Pustên heman beş