Tevlîheviyên hizra Ocalan di mijara «Jin û Sex û azadiyê de» – Beşa 2

jin-apo-2
  • Beşa duyemîn

Em komêdyayên nerînên Ocalan berdewam dikîn

Ocalan li dor jîngeh parêziyê dibêje: “Jin pênasa jîngeh parêziyê ye”

Ew dibêje: “Ji ber ku afirandinên jinê jibo pêwîstiya abûrê serekene, jiber vê yekê ne derdora xwe pîs dike û ne jî dibe gef liser seqameniyê”

  • Erê bi rastî hewe nerîn ji vê nerînê komêdî tir û bi henek tir dîtne?

Pirsyar: Gelo ger abûra sereke ya niha di civakên cîhanê de pêşesazî be, ger ev abûre di destên jinê de be wê çawa jin bikare jîngehê bi parêze?

Erê rast pîs bûn yan pakij kirina jîngehê ti girêdan bi regezê mirovan ve heye! Bes li gor hizra Ocalan ger tu nêr bî li wê demê her çalakiyeke abûrî ya ku tu encam bidey, yeksane bi pîs bûna jîngehê, lê belê ger tu jin bî her çalakiyeke abûrî ya ku tu encam bidey yeksane bi jîngeh parêziyê!

Hûn dizanin li gor Ocalan babet bi tu awayî ye? Emê ji heweyên hêja re bibêjîn:

Pîs bûna jîngehê çû girêdan bi kapîtalîzm û qazancê mezin yê şirketan ve nîne ku her tiştî jiboy qazanc kirinê dikin, belku sedema sereke ya pîs bûna jîngehê zelame, zelam li gor Ocalan dije jîngehye!

– Wate çareserkirina kêmbûna rêjeya CO2 di heway de ji bo ku jîngeh pak bibe, divê zelamên reben ji çalakiyên abûrî dûr bikîn û li şûna wana jinan wezîfedar bikîn!

Eve nerînên Ocalan ê feylesofê axir zemanin

Ev biradere ji bîr dike bibêje Ocalan qey tu dizanî niha xwedî hejmareke şirketên mezin yên tenê armanca wan zêde kirina qazance û feydeyê jinin, û ew ji bo qazancê berhev nînin pabendî lihevhatina navneteweyî ya jîngeh parêziyê bin!

Erê eve her jîngeh parêzên birêz Ocalan? Da hêjan nerînên Ocalan şirove bikîn:

Eger em wiha bifikrîn tuxmê jinê jîngeh parêze û tuxmê zelamî jîngeh têkdere, dibe ji bû hewe ev pirse dirist bibe, erê gelo ger wiha be, çareser çiye?

Li gorey Ocalan çareserî li cem me tuneye, ji bilî ku jinan ji zelaman ji hev cuda bikîn taku me jîngeheke pak hebe!

Lê helbet ev jîngeha pakij a jinan civak nîne, ji ber ku di civakî de zelamên çepel ên jîngehê pîs diken yê di nav de heyn!

Ji bo ku jin jîngehê pak ragire pêwîst dike veder bin yan li asîman bijîn yan jî xwe di peristgehan ve asê bikin û bibin rahîbe û dûr ji zelaman jiyan bikin!

Eve jinulojî ya Ocalan di bîyavê sêkis û eşqê de!

Ocalan dibêje: “tuxmê nêr rolê sereke daye sêksê, qay cot bûn û guhnêliyê di nava heywanan de a sînordare û girêdayî demekê salê ye, lê li cem zelaman cot bûn ev qase ku wexte bibe 24 saet, sêkis bi xwe coreke ji mirinê, zelam pir dirinde û dil req û bê rewişte û yê bê bare ji eşqê”.

– Ev nerîn yên feylesofê axir zemanin, başe  ger ev nerîne kesekê din beyan kirban ma qey me ne di got eve kes şêt û debenge!

– Li gor Ocalan girêdana her peywendîyekê coreke ji îxanetê û pêwîst dike jin û zelamên Gerîla weke rastiyeka exlaqî bipejrînîn ku bêy rizgarî û Azadî neşên temaşey hev du jî bikin.

– Mêze bikin Ocalan peywendîya di navbera jin û zelaman de di serbazgehekê de çarçûve kirine û jin wiha xesandîne xwe neşên li hevdu jî binêrin û eger jinekê got min hez li ser peywendiyekê heye li wê demê wê bibe xiyanet kar û wê were sizadan, ev rût kirina jinê ji eşq û sêkis û viyanê û peywendiya digel zelamî di çu serdemên dîrokî de nebûye, ji bilî wan jinên dibin reben û li peristgehên Olê Kiristîyanan de, ya Ocalan nav lê kirî zanistê jin nasî pêkhatiye ji bê beş kirina jinê ji mafên destpêkî û veqetyaneke ji civakê, lê ger bibin Gerîla, kole û sotemeniyên aydolojiya PKKê ji bo Ocalan kêşe tuneye.

– Bo zanîn sêkis û cot bûn û eşq şêweya destpêkê ya jiyana jin û zelaman bûye û ev bûye sedema dirist bûna xêzanê û civakê, helbet ev di qonaxên dîroka mirovatiyê de bi çendîn form û şîwazên cuda derketine û li cem her civak û xêlekê bi awayeke cuda, xêl hebûne zewaca bi kom di nav de berbelav, fire mêrî û fire jinî hebûye, heya gihaye niha ku xêzana yek jin û mêrî li dinyayê mînaka bilinde, merem pê eve awayê Ocalan dixwaze ne li dîrokê û nejî niha û nejî li paşerojê dirist dibe, ji ber ku qedexe kirina sêkis û eşqê di jiyanê mehale!

Pirsyar ger ev model a Ocalan dixwaze pêk nahê erê çima tekezê li ser dike?

– Dibe bersiv pir asan û rûhin û eşkere be, erê ger Ocalan di nivîsên xwe de Piropaginda jina xwedawend û firîşte û perya derya neke, ma hûn dibêjin keçeka 14 salî di bihara jîyê xwe de bi fikra Ocalan sermest bibe?

Ger pê sermest nebe çewa wê bibe sotemeniya aydolojiya Ocalan?

Hevalnu hûn bersiv bidin?

Pustên heman beş