Ji PKKê dîsa feda kirina zarokan

Ji PKKê dîsa feda kirna zarokan

Rêxistina PKKê nasnameya 3 ciwanên din eşkere kir ku 5 salan berê bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin û ji nû îro mirina wan ragihand.

Rêxistina PKKê her li navbera çend rojan wêneyên komên ciwan û sinêleyên Kurdan parve dike yên ku li salên berê di berxwedana xwe ya saxte de feda kirine û paş derbasbûna çend salan ji nû dibêje em hevalên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.

Îro roja çarşemî jî 9\3\2022ê HPGê baskê leşkirî yê PKKê nasnameya 3 Gerîlayan eşkere kir ku li sala 2017ê li Dêrsmê dane kuştin û paş derbasbûna 5 salan ji nû mirina wan ragihand.

Hêjay gotinê ye, tenê di îsalê de, rêxistina PKKê wêneyên pêtirî 50 ciwan, sinêle û zarokan eşkere kirîye yên ku wusa li salên berê dane kuştin û ji nû mirina wan îfşa kirîye, PKKe her carê tam agahîyan li derbarê şervanên xwe eşkere dike, weke nav û paşnav û cîhê jidayîkbûnê, lê belê tu amaje bi temena wan nake, ji bo ku cînayeta revandina zarokan li ser wê tesbît nebe.

Rêxistina PKKê ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike û ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û yên parastina mafên zarokan hatîye tesbît kirin.

Pustên heman beş