Îranê girtîyekî siyasî yê Kurd darvekir

iran execution-2022

Dadgeha rejîma Îranê girtiyê siyasî yê Kurd Feyroz Musalu li girtîgeha navendî ya Urmiyê ya Rojhilata Kurdistanê darvekir.

Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan belav kir, dadgeha rejîma Îranê duh roja yekşemî 13/3/2022ê, cezayê darvekirinê li ser girtiyê siyasî yê Kurd Feyroz Musalu, li girtîgeha navendîya Urmiyê cî bi cî kir.

Feyroz Musalu ji şêniyên Kotola girêdayî parêzgeha Urmiyê ya Rojhilata Kurdistanê ye, ew li sala 2019ê paş wergirtina gerentiyê, xwe li Serdeştê radestî Spayê Pasdaran kir.

Li gorî rêxistina Hengawê, li destpêkê rayedarên spayê Pasdaran bi malbata Musalu gotbû ku paş lekolînî li gel Musalu bi dawî dibe, ew wê were azad kirin, lê belê piştre îstixbarata Îranê ew birin girtîgeha Urmiyê û duh li wir hat darvekirin.

Pustên heman beş