Dadgeha Îstinafê: Kuştin “di çarçoveya qanûnî de” bûye

Dadgeha Îstinafê: Kuştin “di çarçoveya qanûnî de” bûye

Dadgeha Edliya Herêmî ya Amedê ji bo kuştina Kemal Kûrkûtî biryar daye ku “mafê jiyanî yê wî nehatiye binpêkirin.” Kûrkûtî di Newroza sala 2017an de hatibû kuştin.

Kemal Kûrkût di pîrozbahiya Newroza sala 2017an de li Amedê hatibû kuştin. Di doza kuştina Kûrkûtî de “biryara bêcezatiyê” hatiye dayîn.

Dadgeha Îstînafê diyar kiriye ku di kuştina Kemal Kûrkûtî de ti sûc nikare li ser polîsê tohbetbar bê ferzkirin û kuştina wî “di çarçoveya hiqûqî de” hatiye kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 1em Daîreya Cezê ya Dadgeha Edliya Herêmî ya Amedê derbarê kuştina Kemal Kûrkûtî de biryara xwe aşkere kiriye. 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di doza kuştinê de derbarê polîsê bersûc de biryara beraetê dabû. Îtiraza vê biryarê hatibû kirin û dosye çûbû Dadgeha Îstinafê.

Dadgeha Edliya Herêmî ya Amedê ji bo kuştina Kemal Kûrkûtî biryar daye ku “mafê jiyanî yê wî nehatiye binpêkirin.” Kûrkûtî di Newroza sala 2017an de hatibû kuştin.

Pustên heman beş